Zana Roj/ Şehba
Akademiya Zanista Civakî ya Rêber Apo li tavahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xwendin, têgihêştin û piratîkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan yên ku wî di pirtûk û pareznameyên xwe de anîne ziman; dibe şêwaza bingehî ji qada perwerdê û gelên herêmê re. Endama Akedemiyê Gulistan Mistefa da zanîn ku felsefeya Rêber Apo felsefeyeke gerdûnî ye û divê bibe terzê jiyana gelên herêmê.
Serdema nû ya ku bi pêşketina moderntiyê, geşedan, guhartin û veguhartinên gerdûnî re tê bi rêvebirin. Şoreşa mirovahiyê ya sedsala 21 emîn bi pêşengtiya ramanên fîlosofê demê Rêber Abdullah Ocalan tê ronîkirin. Ev raman di encama lêgerîn, pirsyar û kedeke mezin hatin derketin. Li ser bingeha avakirina civakeke aqlaqî, polîtîk, ekolojî û azadîxwaziya jinê bi tezê Konfedralîzma Demokratîk şekil girt û dibe malê civakê. Ev felsefe muhra xwe li hemû cîhanê xistiye, bê guman şekilgirtina wê ya yekemîn di Şoreşa Rojavayê kurdistanê de hate pêşketin. Ev felsefe hemû gelên herêmê anîn gel hev û weke dijberê modernîteya kapîtalîst derket holê û bi ser ket.
Rêber Abdullah Ocalan bi ked û bedelên ku dayî, hêşt ev raman bi riya pirtûk û pareznameyên xwe bibin malê civakê. Ramanên Rêbertî ji hêzên desthilatdar û gilobal re dibe metirsî, tunebûna xwe jî di nava pergala modernîteya demokratîk de dibînin. Lê Rêber APO sînorên Îmraliyê û yên cîhanê bi hêza xwe derbas kirin û pirtûkên xwe li tavahî cîhanê belavkirin. Li ser van bingehan di pêvajoya heyî de Tevgera Azadiyê bi giranî hêza xwe dide xwendin, naskirin û anlîzkirina pirtûkên Rêber APO, Akedemiya Zanistî ya Rêber APO jî weke aliyekî fermî ku navenda wê li Bajarê Hesekê ye hate vekirin û şaxên xwe li hemû herêman berda. Berdefka Akedemiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Gulistan Mistefa zêdetir di vê mijarê de ji rojnameya me re axivî.
Akedemiya Zanisa Civakî di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de
Gulistanê di destpêkê de behsa xwendina Pirtûkên Rêber APO kir û wiha got: “Ev Akedemî girîngî dide xwendina pirtûkên Rêber APO ne tenê parezaname lê hemû pirtûkên ku hatine nivîsandin, di aliyê femkirin û têgihîştin de gelek girîngî didiyê. Zêdetirî salekê ye di hemû herêmên Bekur û Rojhilatê Sûriyê de ev yek hatiye aktîfkirin û bi disiplîn ev xebat tê pêşxistin. Ev xebat bi şêwazê avakirina giropan tê birêxistin kirin, niha li herêma Şehbayê jî 7 girop hatine avakirin, weke gavên destpêkê bi vê şêwazî tê birêvebirin û hemû girop di dem û cihên cuda de li hev kom dibin û pirtûka Rêber APO dixwînin û nîqaşên berfireh têne pêşxistin. Di vî alî de hemû sazî, tevger, partî û xebatkarên herêmê cihê xwe di nava giropan de digirin û çalakiyên giştî yên xwendinê pêş dixînin”.
`Şîrovekirin û Analîzkirina Pêvajoyê bi xwendina Rêbertî dibe`
Gulistanê diyar kir ku bi riya xwendina pirtûkên Rêbertî ewê bikarin xebatê ku tê meşandin bi ser bixînin û wiha domand: “Di sîstema ku Rêber APO ji me re daya avakirin û pêşkêşkirin de, çawaniya xwe gihandina cewherê mirovahiyê û serxistina şoreşê bi xalên stûr û zirav daye ravekirin. Yê ku li ser gelê Kurd jî çawaniya xwekurkirina di vê felsefê de û çawa ewê bikaribin vê felsefê di hemû kar û jiyana xwe de biteysînin û bidin jiyankirin e. Ji lewra di vê pêvbajoyê bi taybet de û bi gihandina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji vê astê re, bê guman barê li ser me daha zêde girantir dibe. hemû alî û dijminê gelê Kurd li ser felsefeya ku di herêmên Rêveberiya Xweser de hatiye biserxistin; dixebitin û kêlî kêlî hilweşîna vê felsefê hêvî dikin.
Di dem û zemaneke bi vî rengî de divê gel ji siyasetên dewletên navnetewî û dijmin bi ziravî serwext be. Bê guman ev yek tenê wê bi avakirina sîstema Rêveberiya Xweser de nemîne, divê gelê me û hemû pêkhateyên herêmê di aliyê îdeolojiya Rêber APO de têgihîştî bin da ku rê li ber siyasetên şerê taybet venebe. Ev yek jî tenê bi xwendin û xwekurkirina di ramanên Rêber APO de pêkan e, dema ku em pêvajoyê bi şîrovekirin û analîzkirina Rêber APO bizanibin wê bê guman ev gel wê bibe mertala ku nayê derbaskirin li hember dijmin û hemû hêzên navnetewî. Em her çiqasî xwe di fersefeya Rêbertî de kur bikin ewê yekser li ser pêşxistina xebatê me jî bandor bike, li ser van hîman emê tenê bi riya xwendin û fêmkirina Rêbertî bikaribin xebatên xwe yên navxweyî jî biserbixînin”.
Xwendina Rêbertî hêza avakirina civaka ku nayê têkbirin e
Her wiha Gulistanê anî ziman ku dijmin fikirên Rêber APO di şexsê gelê Kurd de hedef digire û wiha pê de çû: “Di vê serdemê de metirsiya hemû hêz û civakên navnetwî ji berfirehbûna ramanên Rêber APO ye, di serî de dijminê gelê Kurd tunebûna xwe di vê îdeolojiyê de dibîne, ji ber dema ku ev îdeolojî pêşdikeve rastiya dijmin tê xuyakirin û hemû maskeyên li ser rûyê wan tên e rakirin. Ji ber vê yekê her ku ev îdeolojî tê berfirehkirin êrîşên dijmin li ser gelê me zêdetir dibin, dijminê gelê Kurd fikirên Rêbertî di şexsê gelê Kurd de digire hedef. Li ser van bingehan di nava xebatê xwendina îdeolojiya Rêbertî de hemû kes dikare cihê xwe bigire, di xwendina pirtûkan de ciwanên me, kesên rewşenbîr û xwendevanên me cihê xwe digirin. Bê guman ev yek wê bibe hêza avakirina civakeke ku nayê têkbirin ne niha û ne paşê”.