Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi fikrê Rêber Apo jinê mohra xwe li dîrokê xist

24/11/2024
in JIN
A A
Bi fikrê Rêber Apo jinê mohra xwe li dîrokê xist
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Rastiya dîroka roja 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku di şexsê her sê xuşkên Mîrebal de pêşket ji bo tevahî jinan bû mîrateya tekoşînê. Jinan di dîrokê de her tim li hemberî pergala desthilatdar û hişmendiya zayendperest ya mêran, tekoşîn meşandin.

Roja 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku, di şexsê her sê xwûşkên Mîrabal de pêşket ji bo tevahî jinan bû mîrateya tekoşînê. Jinan di dîrokê de her tim li hemberî pergala desthilatdar û hişmendiya zayendperest ya mêr tekoşîn meşandiye. Li hemberî zilm û neheqiyê serî netewandiye. Tekoşîn, xwe rêxistin kirin û berxwedana jinan di roja îro de li ser heman xetê, heman armanc û felsefeyê tê meşandin.Tekoşîna ku di armanca xwe de zelal be, tu astengî nikarin wê bidin rawestandin

25 mijdarê bi kuştina her sê xwişkên mîrabel hat sembolîzekirin

Roja têkoşîna şîdeta li hemberî jinê bi sê xwîşkên têkoşer ku bi Mîrabel tên bi nav kirin di hêla Komara Domînînk ve hatin kuştin an jî qetilkirin ve tê sembolîzekirin. Di wê demê heya roja me ya îro têkoşînek tê dayîn û her û her di rojevê de tê girtin.

Xwişkên Mirabal – Patria, Minerva û María Teresa – dibin yek ji mînakên pêşengtî û israra jinê di doza rizgariya jin û civakê de. Wan di salên 1950’an de tevlî têkoşîna ‘Tevgera 14 ‘ê Hezîranê’ li dijî dîktatoriya faşîst a Trujillo li Komara Domînîkî bûn. Wekî têkoşerên azadiyê ew bi nasnavê Las mariposas, yanî Perperîkan ji aliyê gel ve dihatin nasîn û hezkirin. Wan tevî hevreyên xwe hewldidan civakê hişyar bikin û bi rêxistin bikin da ku tirs û bêdengiya li hemberî zext û kedxwarî, êşkence û kuştinên siyasî bişikînin. Herçiqas Xwişkên Mirabal ji aliyê leşkerên Trujillo hatin girtin, wan li bin êşkence û tecawûzên leşkeran gavek paşve neavêtin, ti carî xiyanet qabûl nekirin. Di encama hevgirtin û zextên navneteweyî de hatin berdan. Vîna berxwedanê û wêrekiya Perperîkan hem baweriyê da gel hem jî rejîma faşîst tirsand. Lewma dîktator Trujillo di 25’ê Mijdara 1960’an de fermana revandin û kuştina Patria, Minerva û María Teresa da. Lê belê şehadeta Xwişkên Mirabell di dawiyê de bû sedema vêxistina çirûsa serhildana gel a ku di Gulana 1961’an de bi kuştina Trujillo gihand lûtkeya xwe. Bi ruxandina dîktatoriya faşist a ku 31 sal bi piştgiriya DYE qirkirinên hovane li ser gel û jinan meşandibû, gelê Komara Domînîk tola Xwişkên Mirabel û 30 hezar şehîdên xwe hilda. Tevgerên jin li Amerika ya Latîn û cîhanê jî li xwedî bîranîna ked û têkoşîna van jinên pêşeng derketine û roja 25’ê Mijdarê wekî Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Hemû Cureyên Tundiya Li Ser Jinê îlan kirine.

Piştî şehadeta Xwişkên Mirabal berxwedan û serhildanên jinê li hemberî rejîmên faşîst û hemû cureyên tundiyê yên serdestiya zilam di asta cîhanê de tu car kêm nebûn û hê jî berdewam dikin. Bi taybet jî di ronahiya şoreşa Kurdistanê de ji salên 1990’ê ve rûpelên nû di dîroka têkoşîna azadiya jinan de hatine nivîsandin.

Tekoşîna jinan a sedsala 21’ê gihaşt tevahî parzemîna

 Têkoşîna jinan ya di sedsala 21’ê de gihiştiye tevahî parzemînên cîhanê. Doz û têkoşîna jinan gerdûnî bûye û astekê girîng jî qezenç kiriye. Ev yek bi xwe re riya çareseriyê jî di afirîne. Ev feraseta têkoşînê di jinan de hevgirtin, têkoşîn û berxwedaniyek hevbeş ya li hember pergala zilam jî daye pêşxistin.

Di tevahî sedsalan de jin berxwedanî dane meşandin, bi ti awayî pergala heyî ne pejirandine. Ev di hêla siyasî de, civakî de , hiqûqî de dibe û hwd. Di sedsala 20’ê de derketina Rêber APO bi taybetî jî li ser fikrê azadî, berxwedanî, têkoşîn û çanda jin-dayîk re ava kirina tevgera jinên Kurd mohra xwe li sedsala azadiya jin daye.

Paradîgmaya Rêber APO ya demokrasî, ekolojî û azadîxwaziya jinê re artêşbûyîna jinê li ser bingeha parastina cewherî, rêxistinbûyîna jin, partîbûyîna jin û bi ilmê jin jineolojî re pêşengtiyek dîrokî, kurevî û gerdûnî ava bûye.

Jin li hember pergala faşîst şerê parastina cewherî dimeşîne

 Jinên Kurd bi feraset û hişmendiya azadiya jinê re, bi feraseta parastina cewherî re, parastina nirxên jin, nasnameya jin, çand û civaka exlaqî û polîtîk re li hember pergala faşîst, xwînxwar û sondxwarê qirkirina gelê Kurd dewleta faşîst ya Tirk û hikûmeta AKP-MHP ya nûnertiya hişmendiya pergala pênç hezar salan dike şerê parastina cewherî dimeşîne. Pergal û hişmendiya zilamê dagirker, qirker bi xwe re talan, îmha, tunekirin, kuştin, xirabkirin û tûne bûyînê tîne, mînaka herê şînber jî faşîzma ku DAÎŞ di pêşengtiya faşîzma Erdoxan û tevahî hêzên hegemonîk de pêktîne mirov dikare bi awayekê şenber bibîne. Jinên Kurd li ser bingeha parastina cewherî, şerê ku di tu demên dîrokê de ne hatiye dîtin dide meşandin. Ev şer jî li ser bingeha hişmendiya parastina rewa, parastina nirxê tevahî civaka exlaqî û polîtîke. Jinên Kurd ev şerê parastina rewa di tevahî qadê jiyanê de, di birdozî de, di siyasî de, di hiqûqî de, di  diplomasî de, di çandî û nasnameyî de dide meşandin. Bêguman ev şerê parastina rewa di encamên bedelên giranbiha de hate avakirin.

 Pergala serdet a zilam xwe li ser qetilkirin û qirkirina jinê avakiriye 

Pergala serdest ya zilam bingehê zihniyeta xwe, bîrdozî û feraseta xwe ya dîktator a li dijî jiyana azad li ser bê îradekirina jinê, tundûtûjiyê, faşîzmê, qirkirinê, qetilkirin û bê wate kirina jin-jiyanê ava kiriye. Di her pêvajo û serdemên dîrokê de zihniyeta desthilatdar û pergala wê ya sedest bi rêbazên kirêd yên ji exlaq û nirxên mirovahiyê dûr li dijî îradeya jinan û civakê daye pêşxistin. Di vê serdemê de alozî û qirîzên civakî, siyasî, çandî û exlaqî yên ku mirovahî pêre rû berûye bingeha xwe ji rastiya pergala modernîteya kapîtalîst û serdestiya mêr-dewletê digre. Li hemberî rastiya rû reş ya mêr-dewletê û pergala wê ya serdest jin nema serî ditewînin. Têkoşîna jinan ya di vê qonaxa dîrokî de pêşdikeve û vê di pergala serdest de metirsiyekî mezin daye avakirin. Sedema dijwariya êrişên li ser jinan û tundiya tê meşandin bingeha xwe ji vê heqîqeta jinan ya êdî jê veger nîne digre. Îradeyekî bihêz, rêxistinî û tekoşînekî hevpar ya jinan dikare li ber vê hêrs û êrîşa pir alî ya mêr-dewletê rabe.

Post Views: 82
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.