Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîlodiyên Payîzê

20/11/2024
in ÇAND Û HUNER
A A
Mîlodiyên Payîzê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Yekpar sêyemîn Festîvala xwe ya bi navê ‘Mîlodiyên Payîzê’ li dardixe, ev festîval ji 20’ê Mjdarê heya 23’yê Mijdarê wê berdewam bike.

Hersal di demsala Payîzî de Yekpar festîvalekî li dar dixe bi navê Mîlodiyên Payîzî, îsal ev festîval ji 20’Mijdarê ji Roja Zaroka ya Cîhanî destpê kir. Ev festîval li ser 4 rojan wê berdewam bike roja yekê çalakiyên cûr bi cûr ên zarokane têde 90 zarok tevlî van çalakiyan bûne. 13 zarok koma şanoyê ne, 7 zarok koma mozîkê ne û di heman demê de nêzî 65 zarokî tabloyên xwe pêşkêş kirin.  Ev tabloyên ku çêrokên çûr bi çûr digrin dest wê hat pêşkêş kirin. Ev zarokên ku tablo xêzkirine temenê wan ji 8 salî heya 18 salî ne, ev pêşengeh wê herçar rojan berdewam bibe.

Festîvala Mîlodiyên Payîzê bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan û bi hestekî gerim bi amadebûne bi dehan zarok û malbatên wan dest pê kir.

Paşê li ser navê çand û hunerê Mamosta Keder axivî û bixêrhatina hemû mêvanan kir û roja cîhanî ya zarokan li hemû zarokan pîroz kir û wiha got: “Perwerdeya zarokan li ser çand û hunera wan erkê her kesî ye, ev erk jî Navenda Yekpar girt ser milê xwe û xwest hêviyên zarokan pêş bixin. Hêviya me ew e ku ev zarokên Kurdistanê wê di sberojê de bikaribin sîstema kapîtalîzim bişikînin. Ev 14 Sal in zarok di nav xewn û xelên xwe de dikevizin û bêhêvî dimînin. Lê em soz didin destekê didin zarokan da ku bikaribin jiyan û xeyalên xweş bijîn.”

Di heman demê de li ser navê Navenda Yekpar Dilyar Osê da zanîn ku hovîtiya dijmin bû sedem ku zarokên me rastî êş û azaran werin û wiha got: “Lê îro navenda Yekpar bi erkê fêrkirina zarokên cengê rabû û xwest ev festîval bi destên pîroz vebe. Her wiha ji cîhanê re were diyarkirin ku zarokên şoreşê wê bibin pêşengên civakê.”

Di berdewamiya festîvalê de koma Yekpar ya Ciwanan bi çend stranên folklora kurdî dike hejandin û xemilandin. Paşê du şano hatin pêşkêş kirin yek ya zarokan bi navê ‘Tabloya çandî ya gelêrî’ ya din jî mezinan pêşkêş kir ji bo zarokan bû. Paşê  hemû hazir bi hev re tevlî pêşengeha tabloyan bûn.

Roja duyem wê seat 5’ê êvarî dest pê bike, du mêhvan hene, ji roja duyem re roja wêje tê gotin, têde du mêvan wê hazir bibin Ferhadê Merdê û Ehmed Huseynî. Roja sêyem jî wê du şanoyên Yekpar wê werin pêşkêş kirin. Roja çaran jî koma Yekpar ya mûzîkê ye. Roja yekê ji festîvalî taybet bi zarokaye lê rojin din çalakiyên mezina ne.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.