Can Yûsif
Hunermend Mihamed Teyîb Tahir Şahê dengbêjiyê û strana kurdî ya resen. Huner û şiyana afirandinê ne diyariyek e ji bo herkesî, belê, ew di jiyana me de bi hin mirovên taybet re sînorkirî ye, ew kes xwedî şiyan in ku bi hunerê dikarin xwe ji xem û derdên xwe xilas bikin, çi bi stran û hem jî bi saz, ew afirandin û hunereke bêhempa ye, hunermend ji çavkaniya civaka xwe vedixwe û hunera wî bi lêdana nebza wê lêdide, êş, kul, şahî, xemgînî û hêviyên xwe yên rizgariya ji bendên koletiyê û nîrê sitemkariyê vedibêje di rêya stranên ku pêşkêşî cîhanê dike û radigihîne bi şêwazên bedewiyê di hunerên stran û muzîkê de. Hunermendên Kurd bi dirêjahiya sedê salan bi stran û peyvên xwe yên watedar beşdarî parastina nirxên neteweya Kurd û parastina nasnameya netewî û çandî ya gelê Kurd bûne, hunermend Mihemed Teyîb Tahir yek ji wan hunermendên Kurd e ku di nava pêncî salan de bi stran û awazên xwe nasnameya çanda Kurdî û hunera Kurdî ya resen parastiye.
Hunermend Mihemed Teyîb Tahir stranbêj, nivîskar û bestekarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye, kurê gundê Girê Şêra yê girêdayî bajarê Dêrkê, keleha şoreşger û têkoşeran, jêdera helbestvan û hunermendan, ew yek ji pêşengên strana netewî û folklorî ya Kurdî û yek ji navdartirîn hunermendên Kurd û stêrkên dengbêjiya kurdî li Sûriya yê tê hesibandin, wî nêzîkî pêncî salan rêya xwe şopandine di warê hunerê de û li pey xwe mîratek nemirdin ji stranên netewî, folklorî û gelêrî hişte.
Ew yek ji navdartirîn hunermendên Kurd tê hesibandin yên ku derketine di qada huner û muzîka Kurdî de di Rojavyê Kurdistanê de, di encama hesta xwe ya neteweyî ya bilind û dilsoziya xwe ya ji bo pirsgirêkên gelê xwe, navdariyek mezin bi dest xist û di dîroka hunera Kurdî de kedên mezin û şopên zelal wî dane.
Hunermend û bestekarê navdar ê kurd Mihemed Teyîb Tahir di sala 1940’an de li gundê Hilwa Şêx ji dê û bavekî kurd (Sofî Taher û Eyşe) hatiye dinya yê, ew di malbateke kurdperwer a welatparêz de, ku ji huner û çanda kurdî hez dikir, ji şeş zarokan (sê kur û sê keçan) pêk dihat, mezin bûye û di nav birayên xwe de yê herî biçûk bû, piştî wê malbata wî koçî gundê Hedadê bû û demekê li wir man û piştre di destpêka salên pêncî yên sedsala borî de koçî gundê Til Xenzîrê banî (Girê Şêra) bûn û êdî li wir bi cih bûn.
Hunermend Mihamed Tayîb zarokatiya xwe li ser xaka gundê Tel Xenzîrê banî (Girê Şêra), li ser banê girê wî yê bi heybet, di hembêza zeviyên rez, darên hêjîran û baxçeyên wê yên bedew de, li qiraxa Gula Elîyê Miro, li kêleka aşê Ebû Semîr, di nav sêlaka Girkê Seyranê û newala Ebdo etar de borande.
Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo stran, mûzîka kurdî û wênekêşiyê di temenekî biçûk de dest pê kiriye, di deh saliya xwe de, di bin bandora bavê xwe de ku bilûrvan bû û birayê wî yê ku helbestên olî digotin, roleke wan ya sereke hebû di jiyana wî ya hunerî de.
Dibistana seretayî li gundê Hedadê xwend, piştî wê malbata wî ji ber hin sedem û babetên curbicur koçî gundê Girê Şêra bû û ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê, evîn û hezkirina xwe ya ji bo muzîka kurdî û stranbêjiyê, xwendina xwe ya navîn neqedand, ji lewra hîn di destpêka ciwaniya xwe de di karên zehmet de dixebitî.
Wî di sala 1963’an de dest bi karê xwe yê hunerî bi sitran û dengbêjiyê kiriye di helkeftên netewî û şahiyên herêmî de , di wê demê de wî strana xwe ya yekem (Bûkê Delalê) tomar kir, ku ji aliyê wî ve hatiye çêkirin û ji aliyê yek ji zilamê gund (Mihemed Ehmed) ve hatiye nivîsandin, paşê, di sala 1968’an de, çû paytexta Lubnanê, Beyrûtê, û li wir li Enstîtuya (Amûjgeha) Hunerên Bedew xwende û bi komek hunermendên Kurd re Koma “Eriz” ya Hunerên Gelêrî damezrandin û tê de şano û konsertên Kurdî û Erebî pêşkêş kirin, di wê demê de heval û hevjîna xwe ya jiyanê nas kir û zewicîn û çar zarokên (sê kur û keçek) ji wan re çêbûn.
Di sala 1970’ê de li gel hunermend Xanim Sîno koçî herêma Kurdistanê dike û di stûdyoyên radyoya kurdî de çend stranên neteweperwerî, folklorî û evîndarî tomar dikin û di radyoya kurdî de hatin weşandin û di wê demê de bi stranên xwe yên hêja navdar bû wek:
1-Bûkê Delalê
2-Dêrsim
3-Çiyayî yê .
4-Hey Canê Semîra .
Di sala 1970’an de bi helkefta 11’ê Adarê bi amadebûna berpirsê navçeyê Îsa Siwar beşdarî konsera yekem a Zaxoyê dibe û di sala 1972’an de li Dihokê Koma Folklorê ya Dilman damezrand. Di sala 1974’an de kom bi amadebûna wezîrê dewletê yê wê demê beşdarî Festîvala Hunerî ya Kurdî li Bexdayê bû, Kom ji nav 14 komên hunerî hat hilbijartin û di nav wan de xelata yekem wergirt.
Paşê di heman salê de ligel muzîkjen Ezedîn Temo di Şoreşa Îlonê de tevlî refên Pêşmergeyan dibe û di nava refên Pêşmergeyan de komek hunerî ava dike.
Piştî têkçûna Şoreşa Eylûlê di sala 1975’an de, ew diçe Îranê û ji ber ku konsertên neteweyî û Pêşandanên şanoyê pêşkêş dike, li wir ji aliyê desthilatdarên melayên Îranê ve tê girtin û çend mehan tavêjin zindanê de û piştre wî sirgûnê Sûriya yê dikin.
Piştî wê dîsa careke din vedigere Beyrûtê û Rojava, jiyana xwe derbas dike di navbera çûn û koçkirinê de, geh dûrketin, geh jê guhistin, herwiha revyayî dima ji ber dozgeriya ewlehiyê .
Ji ber stranên xwe yên netewî, di sala 1976’ê de ji aliyê desthilata Bais a Sûriyê ve tê girtin û piştî şeş mehan di zindanê de dimîne, di 24’ê Cotmeha sala 1976’an de koçberî Herêma Kurdistanê dibe û heta sala 1979’an li wir dimîne, ew li wir jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve tê girtin û mişextê Bexdayê tê kirin, piştre ew neçar dimîne ku vegere Rojava û piştre jî Lubnanê, ji wir jî di sala 1979’an de berê xwe dide Ewropayê û li Elmanyayê bi cih dibe. Di sala 1993’an de, ji Almanya diçe Îsraîlê li ser vexwendina civaka Kurd û li wir çend konsertên hunerî û şevbuhêrkên stranbêjiyê li dar dixe, lewra ji wê demê ve desthilatên ewlekariya Sûriyê nehiştin ku ew derbasî nav axa Sûriyê bibe. Di sala 2005’an de vedigere Herêma Kurdistanê û gelek konsertên hunerî û şevbuhêrkên stranbêjiyê pêşkêş dike, ji stranên wî yên herî navdar:
1-Ez Xerîbim
2- Hej te dikim gula geş
3- Ezîza
4-Mûsila rengîn
5-Zindan
6-Buhar Borî.
7-Wa cîranê
8-Elo û Fatimê
9-Were Lawiko
10-Nazoka min
11-Ey Felek
12-Leyla Qasim
13- Wa Cîhanê.
14- Bê Sozê
15-Wer Helîma
16-Şev û Roj
17-Dêrsim
18- Kîne Ew
19-Çiyayê yê
20-Barzanî, Pêhlewanê Kurd
21- Mehabad Giriye
22-Te Ez Helandim
23-Bûkê Delalê
24-Hey Canê Samîra
25-Dema Tu Ber Min re Borî (Kezî Zerê)
26-Rihanîka Rahan Candin.
Wî heşt albomên stranbêjiyê û çend kasêtên stranan di şahiyên mîna: (Dihok, Zaxo, Mûsil, Bexda, Beyrût, Îran, Almanya) de derxistine:
1-Alboma Zaxo sala 1970 – Dilber
2-Alboma Bexda- sala 1974’an
3- Alboma Îranê sala 1975’an
4-Alboma Dihokê sala 1978’an
5- Albom Elo û Fatimê – Zaxo 1978’an
6-Alboma Zaxo – 1977’an
7-Alboma Berlînê 1980’an
8-Alboma Berlînê sala 1982’an..
Li gel çend hunermend û stranbêjên Kurd, wek (Gulbuhar, Îdrîs Zaxoyî, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz Şakir…hwd.) stranên cotikbêj (duet)û bi komên stranbêjan re stran gotine. Hunermend û stranbêjê navdar ê Kurd Mihemed Teyîb Tahir yek ji stûnên hunera Kurdî û muzîka resen a Kurdî tê dîtin, ji ber ku wî stranên gelêrî û serûliyên kevneşopî lê zêde kirine, îro ew bi serê xwe dibistanek tê hesibandin, ew ji hunermendên din cuda bû, ji ber ku hemû stranên wî ji aliyê wî ve hatine çêkirin û muzîka wî li ser bingeha komên mûzîkê hatine parvekirin, evro xelkê Kurdistanê û cîhanê stranên wî dibêjin.
Hunermendê hêja Mihemed Teyîb Taher di 16’ê Tebaxa 2016’an de li bajarê Bon yê Almanyayê li welatê xerîbiyê, dûrî malbat, xizm û warê xwe koça dawî kir û termê wî yê pak li goristaneke bajarê Bonê hate veşartin, dûrî axa Kurdistanê, ku wî jê hez dikir û jê re stran digotin, piştî xebateke hunerî ya dirêj ku zêdetirî pêncî salan dom kir, wî mîraseke hunerî ya dewlemend li pey xwe hişt ku bi stranên xwe yên neteweyî, folklorî û dildarî pirtûkxaneya hunerî ya kurdî dewlemend kir, ku ji zêdetirî dused stranan ji gelê xwe yê Kurd re li ser evîn, eşq û welat hiştine û piraniya stranên wî jî awaz û gotinên wî bûn, stranên wî dengvedaneke berfireh di nav gelê Kurd de li Sûriyê û herwiha li herêma Kurdistanê û li welatên Ewropa û cîhanê de deng vedan.
Gelek hunermendên kurd stranên wî gotine, wek (Hemê Ebû Zêd – Hesen Şerîf – Îdrîs Zaxoyî, Berekat Heso û gelek hunermendên din), heya niha jî stranên wî ji aliyê gelek hunermendên kurd ve di dawet, aheng û şahiyan de tên gotin. Ji ruhê wî yê pak re, rûmet û mandarî û ji bo mîrateya wî ya têkoşînî û hunerî, mayînde û berdewamî.