Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nema tu kes dikare gelê kurd bixapîne

20/11/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hilbijartin bêyî sindoqan serkeftin anî!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Ev demeke di cîhanê de şerekî mezin yê bi tirs tê meşandin. Hemû aliyên zirhêz cihê xwe di vî şerî de girtine. Balkêşe, hesabên her aliyekî ji yên din cûdatir e. Di heman demê de wer xuya dike tirs û baldariyek mezin di navbera aliyan de heye. Bi êrişa Rûsiya li ser Ûkraniya beşek mezin ji riwê vî şerî zelal bû.

Di şerê di navbera Îsraîl, Hemas û Huzib El-Ah de ev hîn zêdetir riwê aliyan diyartir kir. Di rewşeke wiha de dewleta Tirk û Erdogan dixwaze xwe bê alî nîşan bide. Heta niha jî di avakirina vê dengeyê de tu serketin bi dest nexistiye. Berûvajî wê dewleta Tirk a qirker û siyasetmedarên wê di nêrîn û raya xwe de bê istiqrariyê jiyan dikin.

Rayedar û berpirsên Tirkiyê pêvajoya di asta cîhanê de tê meşandin, dişopînin û baş dizanin heger siyasetên xwe nedin guhertin wê di pêla guhertina heyî de gelek alîgir û hevkarên xwe winda bikin. Axaftinên hevkarên sereke yê Erdogan, Dewlet Baxçelî derbarê hatina Rêber Abdulah Ocalan a Perlamenta Tirkiyê, vê xalê nîşan dide. Di heman demê di nîqaş û nêrînên cuda cuda yên ketine rojava dewleta Tirk bi hemû aliyên wê de mijarê zelal dike.

Di heman demê de xuyaye ku rayedarên dewleta Tirk ji ber kîn û nefreta xwe ya li dijî gelê kurd û doza wî nikarin wan rastiyan qebûl bikin. Erdogan û hevalbendên wî wiha hesab dikin ku dikarin bi hêsanî gelê kurd bi hinek daxuyanî yan bi silavekê bixapînin.

Heger dewleta Tirk bi rastî dixwaze pirsgirêkê çareser bike, ji daxuyaniyan zêdetir gerek dawî li Tecrîda li Îmralî bîne. Rê ji Rêbertî re veke. Ev wê bibe gava rast a yekem li ser riya çareseriya demokratîk a ji bo tevahî Tirkiyê ye. Bela rayedarên Tirkiyê bizanin ewê nikaribin li doza kurd bizîvirin.

Gava duyemîn jî bela êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê rawestîne. Di heman demê de dest bi vekişîna bargehên xwe yên dagirkeriyê ji wê derê. Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî beşekî mezin a siyaseta wan e. Ew jî di çarçoveya heman konsebtê de demeşe. Wekî gava sêyemîn jî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Wê caxê emê bêjin niyeta dewleta Tirk a çareseriyê heye. Ema bi vê rewşa heyî ku hîn tecrîda li Imralî bi hemû hêza xwe dimeşînin, êrişên xwe bê navber dewam dikin, wele bela qisûrê efû bikin tu pêvajo ne mumkine.

Bela dewleta Tirk û hemû dijminên gelê kurd bizanin, di vê dema li Rojhilata Navîn bayê guhertinê rabûye, gelê kurd ji her kesî zêdetir ji guhertinê re amade ye. Pirojeya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk çekê herî bi hêz a di destê gelê kurd de ye. Mînaka wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meriyetê de ye. Di rewşa heyî de tenê yek xeta çareseriyê heye, ew jî di yek riyê re derbas dibe, ew jî Îmralî ye.

Îcar bela dewleta Tirk û rayedarên wê wiha fêm nekin ku ew ê jî wekî bapîrên xwe gelê kurd bi hinek soz û daxuyaniyan bixapîn in.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.