Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
in CîHAN
A A
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li Sûdanê ji ber şerê dijwar ê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de, zarok dibin qurbaniyên herî mezin ên vê qeyranê. Li gorî rapora UNICEF’ê ji destpêka sale û heta niha li Sûdanê zêdetirî 330 zarokan hatine kuştin û birîndar bûne.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) di daxuyaniyeke femî de bîlançoya şerê ku li Sûdanê diqewime ji destpêka sala 2026’an û heye niha ve, eşkere kir. UNICEF’ê diyar kir ku herî kêm 330 zarok li Sûdanê di navbera kuştî û birîndaran hatiye tomarkirin û destnîşan kir ku ev nîşan dide ku xeterî li ser jiyana zarokan bi domandina şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, mezin dibe.

Rêxistinê di daxuyaniyek fermî de diyar kir ku wîlayeta Darfur û Kerdevan rêjeya herî bilind a van qurbaniyan tomar kirine û destnîşan kir ku zarok di hundurê malên xwe de, li ser rêyan, li bazaran û dema ku hewl didin bigihîjin xizmetên bingehîn ên wekî perwerde û lênihêrîna tenduristiyê, dibin qurbaniyên tundûtûjiyê.

Li gorê UNICEF’ê rewşa li wîlayeta Kerdevana Bakur nîşan didin ku tenê ji Gulana 2026’an û vir ve zêdetirî 35 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Di nav lîsteyê de 18 zarokên ku hatine kuştin hene, di heman demê de zêdetirî 17 zarokên din jî birîndar bûne, ku temenê wan ji du mehî heta 17 salî bû.

Êrişên bi balafirên bêmirov wekî yek ji sedemên sereke yên vê xwînrijandinê derketin holê û ji sedî 60’ê hemû qurbaniyên zarokan li herêma Kerdevanê ne. Ev hejmar guhertinek xeternak di taktîkên şer de nîşan dide, ji ber ku her du aliyên şer zêdetir xwe dispêrin van balafiran, ku îsal bûne sedema kuştina zêdetirî 1000 kesan.

Hişyariya sor derbarê bajarê El-Ebeyid de

Bajarê El-Ebeyid, paytexta wîlayeta Bakurê Kerdevanê, bi hefteyan e rastî bombebarana bênavber ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tê, ku binesaziya sivîl a girîng, di nav de stasyonên elektrîkê, torên avê û dibistan hedef digire, herwiha xetên dabînkirinê qut dike û êşa gel zêde dike.

Di pêşketineke xeternak de, Neteweyên Yekbûyî “hişyariya sor” da û hişyarî da ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn amadekariyên êrişeke berfireh li ser bajarê ku nêzîkî nîv milyon sivîl lê dijîn, dikin.

Tirsên dubarekirina hovîtiya ku di Cotmeha 2025’an de li El Faşir li herêma Darfûrê çêbûn, zêde dibin, ku lêkolîneke berê ya NY encam da ku “nîşanên qirkirinê” di nav xwe de hildigirt.

Xaleke xerab a tundûtûjî û bêpariyê

Nûnerê UNICEF’ê li Sûdanê Sheldon Yett, rewşê wekî “xaleke xerab a tundûtûjî, koçberî û bêpariyê” bi nav kir û tekez kir ku gelek zarok êdî cihekî ewle ji bo wan nema ye û wiha got: “Divê zarok qet nebin hedef, divê jiyan, maf û pêşeroja wan were parastin.”

Bandorên şer ne tenê bi windahiyên rasterast ên mirovan ve sînordar in, lê di heman demê de zirarên giran dighîne malan, navendên tenduristiyê û bazaran jî, ku hestên tirs û şokê di nav kesên ku sax mane de zêde kiriye, nemaze li civakên ku bi pêlên bombebaran û koçberiyê yên li pey hev re rû bi rû mane.

Binpêkirinên mezin û krîzeke birçîbûnê ya giran

Rêxistinê hişyarî da ku zarok rastî binpêkirinên cidî tên, ku ji kuştin û birîndarkirinê wêdetir diçin, di nav de leşkerkirin û bikaranîna bi darê zorê, revandin, şîdeta cinsî herwiha êrişên berdewam li ser dibistan û nexweşxaneyan.

Hejmarên NY aliyên karîsatbar ên krîza mirovî eşkere dikin, ku nêzîkî 5 milyon zarok li seranserê Sûdanê koçberên navxweyî ne. Di demekê de ku bi milyonan kes bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne, zêdetirî 825 hezar zarokên di bin temenê pênc salî de ji kêmasiya xwarinê ya tund dikişînin.

UNICEF’ê bang li hemû aliyên şer kir ku tavilê pabendî parastina sivîlan û binesaziya sivîl bibin û hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina zarokan ji zirarê bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku şerê ku ji Nîsana 2023’an û vir ve li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de diqewime, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye, di heman demê de rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî hejmara miriyan bi zêdetirî 200 hezar kesan texmîn dikin, di nava astengiyek li eniyên şer ên bejahî û veguherînek ber bi şerê tunekirinê bi rêya êrişên hewayî ve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.