Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Li Sûriyê rûbrûbûna zarokan bi mirinê re, rastiyeke ji zêdetirî 14 salan tê domandin. Li gorî Rawengeha Mafê Misrovan a Sûriyê hat belgekirin ku ji destpêka rûxandina rêjîma Baas û hatina hikumeta demkî ya Sûriyê nêzî 723 zarok jiyana xwe ji dest dane.

Kuştina zarokan di şer û şert û mercên dijwar de yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî hovane û trajîk e di dîroka mirovahiyê de. Kuştin û bûna qurbaniyan di şeran de êrîşeke eşkere li ser komên herî bêparastin temsîl dike. Ev diyarde ne tenê bi hedefgirtina rasterast di pevçûnên çekdarî de sînordar e, lê belê mirina hêdî ji ber dorpêçkirin, birçîbûn, bermahiyên şer, nebûna lênihêrîna bijîşkî, û her weha hilweşîna malbatê û koçberiya bi darê zorê ya ji ber dijwarbûna rastiyê jî di nav xwe de digire.

Tevî hebûna gelek qanûn û peymanên navneteweyî bi taybetî Peymana Mafên Zarokan û Peymana Çaremîn a Cenevreyê ku van kiryaran wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dabeş dikin, berdewamiya van binpêkirinan valahiyek kûr di navbera rewabûna qanûnan û rastiya tal de eşkere dike, û wijdanê gerdûnî û civaka navneteweyî dixe ber berpirsiyariyek exlaqî û qanûnî da ku van trajediyan rawestînin û sûcdarên wan hesab bipirsin.

Li Sûriyê rûbrûbûna zarokan bi mirinê re, rastiyeke ji zêdetirî 14 salan tê domandin. Zarok di van salên dirêj yên şer de jiyaneke bi ewle û aram di hundir Sûriyê de nebûye para wan. her tim di nava metirsiya ku jiyana xwe di kîjan kêliyê û kîjan rojê bi bombe, mermî, bermahiyên şer, pevşûneke çekdarî û êrîşekê de jiyana xwe ji dest bidin û xeyalên ku necemidî ne werin helandin, ne diyar e.

Rawangeha Mafê Mirovan a Sûriyê di 6’ê heyvê de raporek belav kir ku tê de hejmara zarokên ku ji dema rûxandina rêjîma Baas li Sûriyê, eşkere kir. Di naveroka raporê de ev yek hate destnîşankirin.

Tevî guhertinên siyasî yên ku li Sûriyê ji dema hilweşîna rejîmê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de qewimîne, zarokên Sûriyê hîn jî bedelên giran ji bo tundûtûjiya berdewam û hilweşîna ewlehiyê li deverên cûda yên welêt didin. Zarokên ku divê di demên aştî û şer de herî zêde bêne parastin, hîn jî dibin qurbaniyên tundûtûjiyê. Li gorî belgekirina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hejmara zarokên ku ji hilweşîna rejîmê heta 6’ê Tîrmeha 2026’an jiyana xwe ji dest dane gihîştiye dora 723 zarokan, ev hejmar xetereyên berdewam ên ku gefê li sivîlan dixwin, bi taybet zarokan, nîşan dide.

Di 2024’an de 34, 2024’an 504 û di şeş mehên 2026’an de 185

Bîlançû nîşan didin ku di navbera hilweşîna rejîmê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de heta dawiya heman salê 34 zarok hatine kuştin. Lêbelê, di sala 2025’an de hejmara qurbaniyan pir zêde bû, û Çavdêriyê kuştina 504 zarokan belge kir ku ev rêje di nav tevahiya qurbaniyan de di heyama ku rapor vedihewîne de rêjeya herî mezin pêk tîne. Di nîvê yekem ê sala 2026’an de, heta 6’ê Tîrmehê, Çavdêriyê kuştina 185 zarokan belge kir, ev yek nîşan dide ku rêjeya qurbaniyên zarokên sivîl hîn jî bilind e, tevî kêmbûna dijwarîya operasyonên leşkerî yên berfireh li hin deveran.

Ev hejmar piştrast dikin ku zarok hîn jî rojane bi xetereyên ku ji ber belavbûna çekan, mayînan û bermahiyên şer, bûyerên gulebaranê û kiryarên tundûtûjiyê yên cûrbecûr çêdibin re rû bi rû dimînin.

Belavbûna mehane ya sala 2026

Belavbûna mehane ya qurbaniyan di tevahiya sala 2026’an de nîşan dide ku asta tundûtûjiyê ji meh bi meh bi berdewamî tê guhertin. Di meha Çile de 39 zarok, di Sibatê de 27 û di Adarê de 21 zarok hatine kuştin, berî ku hejmar di Nîsanê de dîsa bigihîje 34 û dûv re di Gulanê de bigihîje 40’î ku ev hejmar heta niha herî zêde mehane ya salê ye. Di Hezîranê de, hejmar daket 21’ê, di hefteya yekem a Tîrmehê de jî sê zarok hatine kuştin.

Ev bîlançû berdewamiya rastiyeke mirovî ya pir dijwar nîşan didin, ji ber ku zarokên li Sûriyê di hawîrdoreke ne ewle de dijîn ku bandorên şer bi bêqanûnî û belavbûna bermahiyên şer ve girêdayî ne.

Her çend hejmar nîşaneya mezinahiya trajediyê bin jî, ew bi sedan çîrokên malbatên ku zarokên xwe winda kirine û zarokên ku ji mafê xwe yê jiyanê bêpar mane vedişêrin, di demekê de ku pêdivîyeke lezgîn heye ku parastineke mezintir ji bo sivîlan were peyda kirin, hewldanên ji bo rakirina mayîn û bermahiyên şer bileztir bibin, û hesabpirsîn ji bo binpêkirinên ku zarokan hedef digirin zêde bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.