Navenda Nûçeyan
Li çar aliyên cîhanê ji ber şer, belengazî, karesatên xwezayî, koçberî û penaberiyê bi mîlyonan zarok ji xwendinê hatine dûrxistin, ev yek ne tenê zarokan ji mafê wan ê xwendin û fêrkirinê dûr dixe, lê dibe gefeke domdar li ser pêşeroja wan û tevahî civakê.
Li gorî zagonên mafê mirovan û pîvanên civakî û exlaqî, xwendin û perwerdehî yek ji mafê bingehîn yên zarokan e. Lê belê gelek zarokên koçber û penaber ji vî mafê xwe yên bingehîn bêpar dimînin, ji ber nebûna dibistanan, kêmbûna amûrên perwerdeyê, pirsgirêkên zimanî yan jî şert û mercên dijwar ên jiyanê. Ev rewş siberoja wan dixe xeteriyê û derfetên wan ên jiyana baş, kêm dike.
Ji ber şert û mercên dijwar bi mîlyonan zarok ji mafên xwe bêparin
Di cîhanê de koçberî û penaberî yek ji pirsgirêkên mezin ên mirovahiyê ne. Ji ber vê sedemê jî bi mîlyonan mirov neçar dibin welat û malên xwe bihêlin. Di salên dawî de jî, ji ber şer, nakokî, belengazî û karesatên xwezayî, koçberî û penaberî li cîhanê pir zêde bûye. Ev rewş bandoreke mezin li jiyana zarokan kiriye. Li gorî daneyên UNESCO, di sala 2025’an de nêzîkî 272 mîlyon zarok û ciwan di cîhanê de, ne di dibistanê de bûn. Di nav wan de mîlyonan zarokên koçber û penaber hebûn ku ji ber şert û mercên dijwar nikarîbûn xwendina xwe bidomînin.
Li çar aliyên cîhanê gelek zarok jiyana xwe ya yasayî ji dest dane
Zarokên ku ji welatê xwe koç dikin an penaber dibin, gelek caran dibistan, heval û jiyana xwe ya asayî ji dest didin. Gelek ji wan li kampên penaberan an li deverên ku şertên jiyanê dijwar in dijîn. Li wir dibistan kêm in, mamoste têr nînin, pirtûk û amûrên xwendinê kêm in û gelek zarok jî zimanê welatê nû nizanin. Ji ber van sedeman, ew ji xwendinê dûr dimînin. Dûrxistina zarokan ji xwendinê tenê pirsgirêkeke îroyîn nîne, lê bandoreke demdirêj li siberoja wan heye. Zarokê ku nikare bixwîne, dibe ku di siberojê de karê baş peyda neke, belengazî zêdetir bibe û nikare beşdarî pêşketina civakê bibe. Herwiha zarokên ku ji dibistanê dûr dimînin, zêdetir di metirsiyên wekî karê zarokan, zewaca zû an îstîsmarê de rû bi rû dimînin.
Daneyên herî nû yên UNESCO û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî
Di 2025’an de li cîhanê 272 mîlyon zarok û ciwanên temenê dibistanê, ne di dibistanê de bûn. Ev hejmar ji ber şer, koçberî, penaberî, belengazî û faktorên din bilind bû.
Di 2026’an de, li gorî raporên herî nû, 93 mîlyon ji zarokên ku di rewşên qeyranê de dijîn
bi tevahî ji mafê xwendinê bêpar bûn û 258 heta 273 mîlyon zarok û ciwan ji ber şer, koçberî û karesatên xwezayî, perwerdeya wan hatiye têkbirin.
Alîkariya rêxistinên navnetewî ji bo vegera zarokan li ser rêya perwerdeyê erke bingehîne
Ji ber vê yekê divê hikumet, UNESCO, UNICEF û rêxistinên din bi hev re bixebitin, da ku ji bo hemû zarokan li tevahiya cîhanê derfeta xwendinê peyda bikin. Avakirina dibistanan, amadekirina mamosteyan, dabînkirina pirtûk û alavên xwendinê û piştgirîkirina malbatên koçber. Ev yek dikare bibe sedema vegera zarokan ji bo dibistanê. Ji ber ku parastina mafê zarokan bo xwendinê erkek e bingehîne. Heke îro alîkariya zarokan neyê kirin, wê siberoja wan winda bibe. Herwiha wê zanist û jêhatiyên wan jî winda bibin. Di encamê de xwendin mafek bingehîn e ku divê ji hemû zarokan re were parastin. Ger îro alîkariya zarokên koçber û penaber were kirin, wê siberojeke baştir ne tenê ji bo wan, lê herwiha ji bo hemû civakê bê avakirin. Parastina mafê xwendinê erkeke mirovahî û berpirsiyariya her kesî ye. Divê zarok ji metirsiyên cîhanê werin parastin û dûrxistin. Tenê siberojeke ronî ji bo wan were avakirin.





