Ayşa Silêman/ Dêrik
Helbestvan Fayîq Hesen diyar kir ku helbestvan ew kesê ku peyv, hest û ramanên kûr bi ritm û hostatî tîne ziman û wiha got: “Helbestvan ne tenê nivîskareke, ew hunermendeke ku bi rêya zimên wêneyên hestiyar di hişê mirovan de xêz dike.”
Helbestvan ew kes ê ku zimanê rojane diguherîne hunerê. Helbestvanî her çend wekî karekî pîşeyî neyê dîtin jî, ew şêwazekî jiyanê û nihêrînek taybet e li cîhanê. Ew tiştên ku mirovên asayî dibînin û jê derbas dibin, bi kûrayî hîs dike. Hestên mîna evîn, êş, azadî, tenêtî û mirinê bi şêwazekî muzîkal tîne ziman. Helbestvan Fayîq Hesen jî yek ji wan helbestvana ye ku rewşa welatê xwe bi awayekî helbestî hûnandiye û ji derdorê re ragihandiye.
Kurtejiyana Fayîq Hesen
Fayîq Hesen di sala 1978‘an de li gundê Şekirxaçê yê girêdayî bajarê Dêrikê ji dayîk bûye, li wir dibistana seretayî xwendiye û ya navîn û amadehî li bajarê Dêrikê qedandiye. Piştî qedandina dibistanê û bidestxistina bawernameya amadehî wî berê xwe da fakulteya şerîa ya li paytexta Şamê li wir du salan xwendin lê derfet nebûn ku bidawî bike lewma nîvço ma. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir êdî ew tevlî korsên zimanê kurdî bû. Êdî ew eşqa zimanê kurdî di dilî wî de mezin bû û xwest derdorê jî fêr bike, lewma berê xwe da dibistanan û 4 salan waneyên zimanê kurdî da. Lê heskirina wî ji zimanê dayîkê re li vir nerawestiya lê belê berê xwe da zanîngeha Rojava û li wir beşê wêjeya Kurdî xwend û sala 2023-2024’an derçû. Her wiha wî 8 salan cihê xwe di rêvebertiya dibistana seretayî ya gundê Şekirxaçê de girt. Ji bo hin sedemên taybet ew dûrî karê mamosteyê ket, êdî wî ji bo debara malbata xwe berê xwe da karekî serbest dike.
Nivîs û heskirina helbestê
Heskirina Fayîq Hesen ji nivîs û helbestê re ji zarokatiyê ve pêre mezin bû, dema xwest hest û asoyên xwe bîne ziman destpêkê bi zimanê erebî dinvîsanin, lê hertim hîs dikir ku mafê helbestê xwe nadê wan ji ber ku ne bi zimanê dayîkê dinvîse. Lê piştî ku wî xwe fêrî zimanê kurdî kir êdî ew eşqa ziman bi riya helbestê derxist û hemû êş, şîn, kêfxweşî, evînî û hezkirina welatê xwe bi awayekî lihevhatî hûnandin. Heya niha nêzî 23 helbestên wî bi zimanê kurdî hene, lê mixabin heya niha ew derfet nedîtiye ku hin berhemên taybet çêbike. Tevî ku tevlî gelek çalakiyên hunerî, şevbuhêrk, festîval û çivatên wêjeyî bûye. Gelek hewildanên wî hebûn ku kurteçîrokan jî binvîse lê xwe di wî warî de nedidît êdî hestê xwe ber bi helbestê ve herikandin.
Di derbarî nivîsa helbestê û wateya wê di jiyana wî de helbestvan Fayîq Hesen ji Rojnameya me re axivî.
‘Helbestvan xwedî roleke pir girînge’
Helestvan Fayîq Hesen anî ziman ku di dîrokê de û heya roja îro jî, helbestvan xwedî roleke pir girînge û wiha got: “Helbestvan ne tenê ji bo xwe, lê ji bo civakê jî dinvîsin ji ber ku ew dengê Gel e, di dema şer, zilm an jî guhertinên civakî de, helbestvan dibin dengê bindestan û daxwaza azadiyê dikin. Di heman demê de helbestvan zimanê zikmakî diparêzin, peyvên veşartî û windayî derdixin pêş û ziman dewlemend dikin. Li kêlek vê yekê helbestvan di navbera kûrahiya dilê mirov û cîhana derve de pirekê ava dikin. piraniya helbestên min welatparêzîne, çi bûyereke ku li welatê min rûdide ez bi riya helbestê hestên xwe tînim ziman û dinvîsînim. Ji ber ku mirov çiqasî li ser welatê xwe binvîse nikare mafê wî bidiyê nexasim welatekî wek welatê me di êş û azaran re derbas bûbê. Her wiha cûreyek din jî ez ji helbestê dinvîsim rexneye lê bi şêwazekî kenokî bi erebî jê re dibêjin elneqd elsaxir. Di demê pêş de xesteka min heye ku ez pêşketinên mezintir di warê nivîsa helbestê de bidest bixim û derfet çêbibe ku ez berhemên xwe çap bikim.”
Yek ji helbestên Fayîq Hesen
Helbestvan Fayîq Hesen axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Her herlbesteke min çîrokekî vedibêje û dema mirovekî ji helbestan fam bike bixwîne wê di kûrahiya her peyvekî de hestekî veşartî bibîne. Hin serenavên helbestên min ev in Zimanê kurdê, Şêra Birîdar,Hawara şengalê, Destana berxwedanê û Rabe kurdo. Her wiha ev yek ji helbestên mine;
Destana Berxwedane
Destana berxwedanê li şexmegsûd nivîstin
Elfebeya rometê evan lehengan diristin
Cîhanê Tevde bi çavan dit û hemayan jî bihîstin
Bi Hovî û pilanên qirêj li hember me çawa ristin
Bi kîn û bê dilovanî Dil ji laşan derxistin
Hetanî pakrewan jî ji qatên bilind avêjtin
Weke komika Seyan Li dor komdibûn û dirawestin
Tevî ku laş bê can bû jî ji tiris û xofa wê dişkestin
Ev çi tirse ket dilê wan hişt ku li dor hev du geran Li hev komdibûn bi hezaran
Bi diron û çekên giran hatin şerê sêsed kesan
Kî dîtiye di dîrokêde du dewlet bêne du taxan
Şervanê me şerkerin bi doza xwe bawerin
Ji bo welat Fedakerin Pîrozin kurdperwerin
Gavan paşdenavêjn nexwînmij û xwînrêjin aşîtiyê dixwazin
Ji bo cîhanê dibêjn çi bêdengiyek bi şerme ya cîhane hember me
Ma ev e xelata qenciyê wekir berdêl xwîna me
Em ê hebin qet namirin
Her ku hene şervanê me
Şervan hemû Ziyadin
Axa Welat bernadin
Sitûyê dijmin dê badin bişehadetê dilşadin
Bila dijmin baş bizane em tuçarî ne wek wane
Em ne dişkin ne jî diçimin em ne ser şirê basane
Sembola me hertim ev e
Berxwedan jiyane





