Cemîl Xoce
Rojhilata Navîn, bi taybetî Sûriye û Libnan, derbasî qonaxeke gelekî hestiyar dibin. Rewşa siyasî li wir ne wekî berê ye. Em li hemberî rastiyeke nû ne ku nexşeya bandorê tê de tê nûkirin û rol diguherin. Di vê çarçoveyê de, gelo tiştên ku li piştperdeyê diqewimin û tiştên ku li benda herêmê ne çi ne? Ev pirs di serê her kesî de digerin û ji bo bersivdana wan xwendineke kûr a rewşê pêwîst e.
Hevdîtina li Enqereyê: Bêdengî li hemberî bahozê
Hevdîtina dawî ya di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê qonaxa veguhêz ê Sûriyê Ehmed El-Şera de li Enqereyê, ji bo siyaseta herêmî bû xaleke werçerxê. Cîhanê temaşeyî dîmenekê kir ku tê de El-Şera gelekî tengav û di bin zextan de bû. Trump bi bawerî behsa Golanê û tawîzan kir, di demekê de ku El-Şera nekarî peyveke nerazîbûnê jî bike. Ev dîmen bi zelalî rewşa qelsî û girêdayîbûna ku desthilatdariya veguhêz a niha tê de dijî, nîşan da.
Hinek hewl didin vê yekê wiha şîrove bikin ku Sûriye ne xwediyê şiyana leşkerî ye ku rûbirûyî Trump bibeji ber vê bêdengî bijarteya rizgarbûnê ye. Lê siyaset tiştekî din dibêje: Serwerî xeta sor e ku bazar lê nayê kirin e. Dema ku rûmeta serweriyê dikeve, her tişt li hemberî hêzên navneteweyî dibe rewa. Serdan ne ji bo xurtkirina dewleta Sûriyê bû, lê ji bo çespandina rastiyeke nû bû, ku tê de “kesê hatiye tayînkirin” ango El-Şera rêwerzan werdigire û bêyî nîqaşan pêk tîne.
Ewlekariya hejandî û binpêkirinên berfireh
Ger em li hundirê Sûriyê binêrin, em têkçûneke ewlehiyê ya mezin dibînin. Teqînên ku Şam û derdora wê dihejînin, ne tenê bûyerên demkî yan tesadufî ne. Ew peyamên xwînî ne ku nîşan didin ku saziyên ewlehiyê ji aliyê dijberên vê desthilatdariyê ve heta hestiyan ketine nava wê de. Nakokiyeke veşartî û eşkere di navbera komên curbecur de heye, wekî “Ketîbeya Xerîban”, DAIŞ û hêmanên din, ku hemû ji bo kontrolê pêşbaziyê dikin û qelşên ewlehiyê ji bo zextê li ser desthilatdariya veguhêz bi kar tînin.
Ev têkçûna ewlehiyê derewên aramiyê yên ku desthilata veguhêz bi rêya medyayê propagandaya wê dikin, eşkere dike. Desthilata veguhêz heta niha nekarî ewlekariya welatiyên xwe biparêze, ne jî ewlekariya mêvanên xwe yên siyasî. Ev rewşa bêserûberiya ewlehiyê delîlekî yekalîker e ku “Îslama Siyasî” di avakirina dewleteke aram de têk çûye. Li şûna dadmendî û qanûnan, em toledanîn, kuştin û revandinê dibînin, ku ev yek êşa xelkê zêde dike, yên ku niha di tirs û nezelaliyekê de dijîn.
Tirkiye: Mîratgirê nû yê bandorê ye
Tiştê ku bi rastî balê dikişîne, zêdebûna rola Tirkiyê bi awayekî berbiçav e. Wisa xuya dike ku Tirkiye dest bi dagirtina valahiya stratejîk a ku Îranê li herêmê hiştiye, kiriye. Plandariyeke navneteweyî ya zelal heye ku armanc jê belavkirina tewereya Îranê ye û Tirkiye ew lîstikvan e ku ji bo vê erkê dijwar hatiye hilbijartin. Tewra destwerdana di karûbarên Libnanê de û ew tiştê ku tê gotin ku “Trablûs” ser bi bandora Şamî ya nû ve ye, beşek e ji avakirina hevsengiyên ku xizmeta ajendayên tirkî û rojava bi hev re dikin.
Cezayên li ser Tirkiyê hatin rakirin û derî jê re hatin vekirin da ku bigihêje teknolojiya leşkerî ya pêşketî wekî balafirên “F-35”. Di berdêlê de, tê payîn ku ew paqijkirina ewlehiyê bike û qaîdeyên lîstikê li Şam û Beyrûtê biguherîne. Mijar êdî ne têkildarî rûmeta dewletan e, lê bi berjewendiyên mezin ên jeostratejîk ve girêdayî ye. Tirkiye berfireh dibe û armanc dawîanîna bandora dijberên kevneşopî û çespandina lingên hevalbendekî nû li herêmê ye.
Xewna aramiyê Xeyaleke mezin e
Gelek kes behsa xwesteka navneteweyî ya ji bo aramkirina Sûriyê dikin. Lê gelo ev rast e? Ger civaka navneteweyî bi rastî bixwesta aramî çêbûya, dê destwerdanên li başûrê Sûriyê rawestandibûna, welatê ku ji ber şeran wêran bûye ava kiribûna û berpirsên tawanên mezin darizandibûna. Rastî ew e ku bala navneteweyî li ser berjewendiyên dewletan e, ne li ser aramkirina gelan an avakirina welatan e.
Şîrketên mezin dixwazin di enerjî û gazê de veberhênanê bikin. Dewlet dixwazin ewlekariya sînorên xwe misoger bikin. Sûriye îro ji bo wan ne welat e, lê girêka rêyên bazirganî û leşkerî yên girîng e. Ji ber vê yekê, ew wan navçeyên aloz hiştine, ji ber ku alozî xizmeta projeyên parçekirinê yên li ser bingehê mezhebî û etnîkî dike.





