Reşo Mihemed/ Qamişlo
Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat, Luqman Ehmê da zanîn ku mijara diyaloga bi hikumeta Şamê re têkoşîneke mezin jê re divê. Herwiha Ehmê diyar kir ku di Saykis Pîko de siyaseta Sûriyê û dewletên din hat bicihkirin, lewma jî biriyara guhertinê di destê Ferensa û Birîtaniyayê de ye.
Rojhilata Navîn, cîhan û Sûriyê rastî geşedanên siyasî û hwd… tên û derbasî qonaxên nû dibin. Rewşa siyasî li van herêman rojeveke girîng e ji bo hemû aliyên herêmî û cîhanî. Derbarê heman mijaran hevserokê Partiya Kesk a Demokrat, Luqman Ehmê besiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Bi hilbijartinên Amerîka û serkeftina Tramp re, çi sînaroyên muhtemel ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn wê werin çêkirin?
Li gorî şopandina rewşa hilbijartinan û xafaftinên wan di hilbijartinan de, wê Amerîka dûrî siyaseta xwe ya berê nekeve. Dema ku Tiramp li ser desthilatdariya Amerîkî bû, rewşa cîhanê û herêmê bi giştî ne weke ya roja îro bû. Mînak şerê di navbera Rûsya û Okraniyayê de tune bû. Herwiha şerê di navbera Israyîl û Hemasê de rûneda bû. Hem jî destekdayîn Îran ji Hizbullahê re bihêztir bû. Rewşa Cîhanê û herêma Rojhilata Navîn ya roja îro û dema serokatiya Tiramp a yekê ne heman tişt e, rewş hatiye guhertin. Wê rewşa siyasî û geşedanên ku îro li cîhanê tevî diqewimin, bandorê li siyaseta Tiramp bike. Gelek siyastemedar û kesayetên xwedî bandor li Amerîka helwest girtin ji siyaseta Tiram a ku cara yekem da meşandin li Sûriyê, bi taybet ji mijara vekişîna hêzên amerîkî ji Serêkanî û Girê Spî. Em texmîn nakin ku Tiramp biryara vekişînê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide û li wê siyaseta xwe vegere. Sedem ew e ku ji ber siyaseta xwe, ew di hilbijartinên sala 2020’an de bi ser neket û ji şaştiya xwe fêr bû. Li aliyekî din sedemên ku dihêlin Amerîka li Sûriyê û Rojhilata Navîn bimîne, hîna weke xwe ne û gele pirsgirêk hene çareser nebûne. Sedema yekem destekdayîna wê ji hêzên QSD’ê re ji bo şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, ji xwe hîna xeteriya DAIŞ’ê li ser herêmê heye. Sedema duyem jî hebûna Îranê li Sûriyê û Rojhilata Navîn e, Amerîka vê yekê naxwaze. Lewma wê Emerîka li gorî siyaseta xwe ya berê bimeşe û eger Amerîka xwe vekişîne ji Sûriyê û Rojhilata Navîn wê kîjan alî cihê wê dagire? Tekez wê Rûsya û Îran cihê wê dagire, ne Tiramp bi tenê birayan dide, lê belê meclisa rûsipiyên wê û kongrêsa Amerîkî biryara mayîna hêzên amerîkî didin. Eger vekişîn jî çêbibe wê cengeke mezin li cîhanê çêbibe ji ber ku wê her aliyek hêza xwe bicerbîne. Encam jî wê Tiramp zehmetiyên mezin derxîne pêşiya siyaseta Amerîka.
Di vê dema heyî de ya ku her aliyek berjewendiyên xwe dixwaze û gelên herêmê derbasî kaosên domdar dikin, Rêveberiya Xweser ji bo çarserkirina pirsgirêka Sûriyê û gelên wê, insiyatîf û diyalogê dide pêş, gelo çima ev yek ji hêla hemû hêzan ve tê paşguhkirin?
Di destpêkê de pêwîste em bizanibin ku proje, armanc û berjewendiyên van hêzên ku li Sûriyê dimînin çi ne? Di serî de Rûsya armanca wê ew e ku hikumeta Şamê vegere weke berê. Li aliyekî din dewleta Tirk projeya wê di Sûriyê de pêkanîna Mîsaqa Millî ye, ew dibêje kirasê ku di Hevpeymana Lozanê de li min hatiye kirin, teng e, Erdogan dibêje êdî gereke sînorê Tirkiyê fereh bibe. Herwiha berjewendiya Îranê jî ew e ku di Sûriyê de lawaz û bêbandor nebe. Eger ku hikumet hilweşiya û guhertin çêbû ew namîne. Ev hemû hêz naxwazin ku tu guhetin bikeve siyaseta hikumeta Şamê. Lê hêza navnetewî ya ku doza guhertina siyaseta hikumeta Şamê dike û zextê lê dike ku dewleteke demokrat ava bike, Amerîka ye. Amerîka jî ewqasî ji bo hikumeta Şamê ne xwedî bandoriyeke mezin e, hêzên xwedî bandor Îran û Rûsya ne, ew herdu dewlet jî vê yekê naxwazin. Ya girîngtir wekî em dizanin kubingehê siyaseta Sûriye ya niha, di encama hêzên navnetewî de bi civîna Saykis Piko di 1916’an de hate danîn. Ji wê demê heta îro tiştek di vê siyasetê de nehatiye guhertin. Ne tenê li Sûriyê ev siyaset wiha bû li hemû dewletên ku ketin bin sînorkirina biriyarên Saykis Bîko de. Îraq jî wiha bû, Sedam Husên di 2003’an de bêhêz mabû, berî ku êrişa Amerîka li ser Îraqê jî tevî ku ji hêza xwe ketibû, diyalog bi Başûrê Kurdistanê re ji bo pirsa kurdî nekir, ew şikest jî li sîstem neguhert. Em dizanin yên ku Saykis Pîko çêkirin, Ferensa û Berîtaniya ne, hîna jî ev dewlet hene û tiştek ji siyaseta wan nehatiye guhertin û bêyî ku herdu dewlet tiştekî nepejirînin, guhertin di siyaseta wan de çênabe. Li Sûriyê jî hetanî ku Ferensa û Berîtaniya li ser guhertina siyaseta hikumeta Şamê nebêjin (Erê) wê hikumet heman siyasetê bimeşîne.
Hetanî guhertineke siyasî di Sûriyê de pêk were û pirsgirêka Sûriyê çareser bibe, pêwîste çi were kirin?
Rêveberiya Xweser bi vîna gelan rabûye û hatiye damezrandin, gelên herêmê ew çêkiriye, ev gel demokrasiyê dixwaze. Wê demê jî Rêveberiya Xweser jî hertim demokrasî û diyalogê dixwaze. Lê hikumeta Sûriyê û şêwazê bidestxistina serweriyê ne bi rêbazekî demokratîk û hilbijartinê hatiye ser desthilatdariyê. Di sala 1963’an de rêjîma Beisê bi derbeyeke leşkerî desthilatdarî xist bin destê xwe. Piştî wê Hafiz Elesed bi Herke Elteshîhiye, ku bi rêbazê derbeya leşkerî bû serwer. Ev rêjîm tev, ne bi rengekî demokratîk hatine ser hukim û ne bi riya diyalogê gihane asta ku ew tê de, bi rengên cuda hatin. Eger bi rengê cuda gihaştin ser hukim, em ji wan re bibêjin bila diyalog çêbibe, wê ew têk biçe, ji ber ku ew siyasetekê dikin dûrî wê bingeha ku li ser hatine damezrandin e. Ji ber wê jî dûrketina hikumeta Şamê û reva wê ji diyalogê matmayî namînim. Lê dîsa mijara diyalogê têkoşîneke mezin jê re pêwîste. Di dema heyî de têkoşîneke siyasî û leşkerî heye. Di vê Rêveberiya Xweser di warê mijara diyalogê de hertim berdewam be. Herwiha divê danûstandin bi Ferensa û Berîtaniya re were kirin ji bo pêkanîna guhertina siyasî li Sûriyê. Ji ber ku biriya guhertina siyaseta rêjîma Sûriyê di destê wan herdu dewletan de ye.