Jîn Hisên/Qamişlo
Tundiya li dijî jinan yek ji binpêkirinên mafên mirovan e, lê ji ber ku cîhan li hemberî sûcên li dijî jinan dibin bêdenge her ku diçe tundiya li dijî jinê bi rê û rêbazên cuda girantir dibe. Di deh salên dawî de, di encama şer û pêvçûnên ku rû dane asta kuştin û tundiya li ser jinan bilindtir bûye.
Di dewletên ku şer û pêvçûn tê de rû didin, bi taybet di Rojhilata Navîn de, di encama şer de, jin di tundiyeke hovane re derbas dibe, li ser kesayeta wê kiryarên dijî mirovî tên pêkanîn, herwiha bê sûc tê kuştin, destdirêjî û istîsmarkirina cinsî li ser tê ferizkirin. Tundiya li dijî jinê diyardeyeke cîhanî ye di nava tevahî civak û çandan de, ne tenê di herêmekê sînordare, lê belê ji ber rewşên şer ev tundî zêdetir dibe û bandoreke taybet li ser jinan dike, ji ber şert û mercên zehmet yê ku jiyan dike û fikarên pîskolojîk û fîzîkî ku li hember wan derdikeve.
Tundiya li dijî jinan yek ji binpêkirinên herî berbelav, berdewam û wêranker ên mafên mirovan e di cîhanaê de ye, lê ji ber bêcezakirin û bêdengiya li derdora wê, herî kêm ji nava sê jinan jinek rastî tundiya fîzîkî an zayendî tê.
Tundî li dijî jinan di derdorên şer û pevçûnên çekdarî de berbelav e, tevî ku şer û pevçûnên çekdarî bandorek tirsnak li ser hemû sivîlan bi giştî kiriye, lê jin bi awayekî mezin ji vê rewşê bandor bûne, şerên çekdarî bûne sedema êş û azarên sivîlan, giraniya krîza aborî, binesaziya xerabûyî û têkçûna xizmetguzariyan, lê ji bilî vê, jin ji ber normên zayendî yên çandî yên serdest neçar in ku bi tevgerek kêm re rû bi rû bimînin. Di heman demê de, ji ber ku ew ji peydakirina xwarinê û peydakirina lênêrînê di malên xwe de berpirsiyar in, ew neçar bûne ku bi kêşeyên ku bi kêmbûna gihîştina xwarin, av, paqijî, û karûbarên lênihêrîna tenduristiyê re têkildar in re mijûl bibin, ji ber domandina şer û pêvçûnên çekdarî yên di hin welatan de rû dide.
Li Herêma Rojhilata Navîn, nakokî û bêaramî ku li gelek welatên wê belav bûye, şêweyên cudakariyê yên berê yên li dijî jinan zêdetir kiriye, di vê çarçoveyê de şer û pêvçûnên li Yemen, Sûriyê, Lîbya, Îraq, Efxanistan, Îran, Sûdan û Fîlestînê gihaşt astên cuda ji tundiya li dij jinan di nav de kuştina bêserûber, îşkence kirin, girtin, windakirina bi zorê, tundiya zayendî û zewaca bi zorê, hêzên desthilatdar dibin alîkar di bikaranîna tundiya li ser jinê pêk tê, nemaze tundiya zayendî weke şêwayeke hişk ji şêwayên şer, îşkence û zordariya siyasî, ji bo pêkanîna armancên wê yên istratîjîk, da ku şênî dev ji xakên xwe berdin û xak û çavkaniyên xwezayî yên ku ji bo wan şer dikin, kontrol bikin.
Li gorî raporan rêjeya kuştina jinan di şer û pêvçûnan de ji sedî 40
Li gorî rêxistina Sam li Yemenê ji destpêka şer û heta dawiya sala 2022’an zêdetirî 5 hezar binpêkirin li dijî jinan hatine belgekirin, di nav de kuştin, revandin, giritin û îşkence kirin, diyar kir ku di vê demê de hezar û 100 jin hatin kuştin.
Ji destpêka şerê Filestînê zêdeyî 6 hezar û 300 jin bi sedema şer hatin kuştin, nemaze sûcên dijmirovî ku li dijî wan pêk tên.
Li Sûriyê ji destpêka şoreşê zêdetirî 29 hezar jin hatin kuştin.
Komîteya Jinê li Îranê zelal kir ku hejmara jinên ku hatin idamkirin ji destpêka sala 2024`an gihaştiye 20 jin. Nemaze sûcên ku derheqê jinan pêk tê di girtîgehan de, ji destpêka şoreşa Jin, Jiyan, Azadî.
Li Tirkiyê qaşo ewlehiyê di welatê xwe de ida dike, ji bo parastina mafên jinan û kuştina jinan bêdenge, li gorî Platforma ” Em ê Kuştina Jinan Rawestînin” 295 tawanên kuşrinê û 184 wefata bi guman di 9 mehên yekemîn ji sala 2024`an tomar kir. Di sala 2023`an 315 tawanên kuştinê û 248 wefata bi guman hate tomar kirin. Çalakvanên jin dibînin ku yên dibin sedema van sûcan zihniyeta baviksalarî ye yanî hikumeta Tirkiyeyê ye.
Li Efxansitanê jî ji destpêka ku Talîban dest danî ser welat 2021`an, binpêkirinan dijî jinan pêk tên û ji hemû mafên jiyanî tên mehrûmkirin, nemaze fesrzkirina hîcabê, û herimandina ji mafê xwendinê û kar.