Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

25’ê Mijdarê bû roja vejînkirina hêza jinê

20/11/2024
in JIN
A A
25’ê Mijdarê bû roja vejînkirina hêza jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Têkoşîna Xwişkên Mîrebal ên ji aliyê dîktator Rafael Trujillo ve bi awayekî hovane hatin kuştin, heta roja îro jî ji jinan re dibe mînak. Ev têkoşîna ku weke mîrateyekê ji jinan re ma, li dijî tundiya ku dibe sedema alozî û travmayên civakî, îro jî bi her awayî didome. Ev têkoşîn di heman demê de li dijî binpêkirina hemû mafên jinê yên weke ked, ziman û nasnameyê ye.

Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ye, ev roj bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominik çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14’ê pûşberê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şeqam li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Pûşberê ava dikin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin.

Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê Mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve têne qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî 6 mehan ji qetilkirina xwişkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Çile sala 1999’an de biryar didin ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û hemû hikûmet, rêxistinên navnetewî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jin rol û misyonên xwe bilîzin.

Berxwedaniya xwişkên Mîrabel

Beriya xwişkên Mîrabel û piştî wan jî bi dehan jinên li dijî dîktatoriyan li berxwedane, hebûn. Ji Jeanned Arc bigire heta Fatma Kara, heta Clara Zetkîn, Leyla Qasim, Rose Luxemburg, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef, têkoşîn û berxwedana jinan mezin dibe. Roja 25’ê Mijdara 1960’an têkoşîna li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk de bûn sembol û yek ji pêşengên têkoşînê.

Xwişkên Mîrabel ji ber ku li dijî rêveberiya Trujillo têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê li berxwedidan, gelek caran hatin girtin û nêzîkatiyên xirab li hember wan hatin kirin. Destdanîn li ser mal û milkên wan û mehkûmê tunebûnê hatin kirin. Lê belê wan dev ji berxwedana xwe bernedan. Ji ber ku nasnavê yek ji xwişkên Mîrabel “Perperok” bû, her sê xwişk bi navê “Perperok” dihatin bibîranîn. Girtina xwişkên Mîrabel, desteserkirina mal û milkên wan Ji bo dîktatoriyê têr nekir; ji xwe tu zext nikarîn Xwişkên Mîrabel bisekinînin. Her sê xwişkên ku ji serdana girtîgehê vedigeriyan destpêkê destdirêjî li wan hatin kirin û piştre jî hatin kuştin. Cenazeyên her sê xwişkan ji zinarekî hatin avêtin. Çapemeniyê ev yek weke “qezaya trafîkê” ji raya giştî re ragihand. Lê kesî jê bawer nekir. Bandora perperokan li hemû cihanê kir, berxwedan bihêz bû û di dawiyê de dîktatorî hilweşiya. Xwişkên Mîrabel ku di hilweşandina dîktatoriya Komara Domînîk de roleke mezin lîstin û hatin qetilkirin, bûn sembola 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Navneteweyî.

Roja ku têkoşîn nîşanî jinan da

Jinên Emerîkaya Latîn û Karayîp, cara yekem di Kongreya xwe de 25’ê Mijdarê îlan kirin. Ji wê dîrokê heta îro wek têkoşîna li dijî tundiyê hatin bibîranîn. Çawa ku 25’ê Mijdarê li herderî di cîhanê de wateya xwe girt, bû rojeke welê ku tund bi tundiya dewletê re bûye yek û nîşan da bê ka têkoşîna jinê çiqasî tiştek pêwîst e. Di heman demê  de dîrokeke ku jin bi daxwazên xwe li dijî tundiyê daketin qadan. Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê bi awayekî fermî nas kir. Ji sala 1999’an û vir ve jin li hemû cîhanê li dijî tundiyê dadikevin qadan.

Ji ber tundiyê di her 11 xulekan de jinek dimr e

Di her 11 deqeyan de jinek an jî zarokek keç ji ber tundiya kesên nêzî xwe jiyana xwe ji dest dide. Ji bo jinan cihê herî metirsîdar çar dîwarên wan e ango mala wan e. Di heman demê de hijmarek mezin ji jinên ku tên qetilkirin ji hêla xizmên wan ve ye. Tevî ku 25’ê Mijdarê hatiye ragihandin jî lî dîsa jî jin rastî şidet û qetilkirinê bi awayîn hovame tên.

Post Views: 113
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.