Lîloz Hisên/Qamişlo
Stranbêjê û hunermendê kurd Ehmed Kaya yek ji mezinên ku di hunera Bakurê Kurdistanê û tirkiyê de cih girtiye, stranên wî di bîr û wijdanê me de maye, herwiha stranbêj Ehmed Kaya sembola stranên resen û modêla hunermendê ku bi doza gelê xwe mijûl bû.
Dema ku desthilatdar gelekî dagirbike, di destpêka her tiştî de ziman, çand û hunera vî gelî asîmîlasyon dike, çi di riya hedefgirtin û girtina hunermendan an rêgirtina ber saziyên ku bi çand û hunerê kar dikin. Ji ber ku çand û huner dîroka gelan ya bi hezarê salan veşartî bû vedibêje. Ji nav hunermendên ku rastî girtinê hat ji ber ku bi zimanê xwe yê kurdî strand Ehmed Kaya, ku ji hêla dewleta Tirk ya faşîst ve demekê hate girtin û peyre penaberî dewleta Fransayê bû, da ku jiyana xwe li wir berdewam bike.
Jiyana Ehmed Kaya
Ehmed Kaya di malbateke xizan de mezin bû, ji bavakê kurd û dayîkek tirk ji herêma Edîyeman li bakurê kurdistanê di 28’ê meha Cotmeha sala 1957`an de ji dayîk bû. Malbata wî sala 1972`an de koçî Istanbolê kirin. Xwendina xwe berdewam nekir ji ber xizaniyê, gelek karên cuda kir. Lê pir jêhatî bû, di siyasetê de mijûl bû, bi Tawana belavkirina belavokên siyasî di deh saliya xwe de ket zindanê de.
Dihat zanîn ku Ehmed Kaya bi atmosfera siyasî bandor bû, herwiha bûyerên ku pê re diqewimîn û bandorên wan ên civakî, têkoşîna çînî, xizanî û belengaiya ku çînên jêr ên gel bi taybet li gudan dikşandin, di wê demê de atmosfera stranên netewî nas kir, di riya stranbêj “Rûhî Sû”, ku starênên wî di nava xwendekarên zaîngehê de belav dibû, her dema ku derfet çêdibû serbilindiya xwe bi kurdbûna xwe nîşan dida û vê yekê jî gelek şovenîstan aciz dikir. Kaya di firotina kasêtên muzîkê de û wek ajokarê taksiyê kar dikir, piştre derbasî cîhana konseran bû û albomên xwe li Tirkiyê û derveyî welat çêkir û dest bi dawetnameyên li darxistina konseran li derve kir. Di sala 1985`an de alboma xwe ya yekemîn bi navê “Zarokê Digirîn” diyarî dayika xwe kir, firotana albomê ji nîv milyonî derbas bû û di heman salê de alboma xwe ya duyemîn bi navê “Êş” derxist. Di sala 1985`an de xelata Saziya Çapemeniya Tirk wergirt. Piştre beşdarbûna wî di konseran û derxistina komên stranan di kasêtan de zêde bû.
Di sala 1999’an de, Ehmed Kaya biryar da ku di weşana zindî ya festîvalê de, kurdbûna xwe ya resen ji hemû cîhanê re ragihîne, di vê demê de, tevî ku bi zimanê tirkî jî strand digotin, êrîşeke ji hêla faşistin Tirk li ser wî hate kirin û ji hêla polîsên tirk ve hate girtin.
Ragihandina Ehmed Kay kurdbûna xwe di her çar parçeyên kurdistanê de rehetiyeke pir mezin di nava gelê kurd de çêkir. Ehmed Kaya çar mehan di girtîgehê de ma, lê ji ber ku peymaneke li gel aliyeke Fransî ji bo li darxistina şahiyekê; îmze kiribû, dewleta Tirk neçar ma ku bi awayekî demikî azad berde, bi şertê ku piştî bidawîbûna şahiya ku li Parîsê hate li dar xistin vegere girtîgihê.
Dema ku Ehmed Kaya ji girtîgehê derket, biryar da ku jiyana xwe dûrî girtîgihê û şertûmercên girtinê yê zehmet berdewam bike, ji ber vê yekê daxwaza penaberiya siyasî li parîsê pêşkêş kir, Fransayê yekser daxwaza wî qebûl kir, piştre gelek stranên kurdî strand mîna ( Kanî Diherikîn), ku di nava gelê kurd de deng veda.
Weke tê zanîn ku hunermendê dengxweş û kurdperwer Ehmed Kaya di dema ku dest bi amadekirina ahengekî dikir, di heman demê de, li bajarê Parîsê paytexta Firansayê ji ber kirîza dil, jiyana xwe ji dest da û di hundirî goristana Navdarên Parîsê(Lanşîz) bi axê hate spartin. Piştî Ehmed Kaya jiyana xwe ji dest da, çend stranên wî, ku berî koça dawî bike çêkirbû; hatin derxistin.