Birûc Resûl/Qamişlo
Jinên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariyeke cihêreng û aktîv beşdarî 10`emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava bûn, herwiha barê parastina çanda civakê girtin ser milê xwe û roleke girîng di festîvalê de lîstin.
Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava bi pêşengiya Hevgirtinên Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), bi beşdariya gelek jinên rewşenbîr, bi duruşmeya “Em bi peyama xwe ya rewşenbîrî bi hezkirinê berdewam dikin, bi sirûdên axê û bi tembînameyên cangoriyan dixemilînin” di dewreya xwe ya 10`emîn de hate lidarxistin. Bi armanca komkirina fikir û raman ji gelên cuda yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi beşdariya 130 endaman ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, di nav de 31 jin hene.
Derbarê rêjeya beşdarbûna jinan di 10`emîn festîvala Çand û Hunerê ya Rojava de, endama Komîteya Amadekar a festîvalê Anahîta Şêxê, Çîroknivîs Botan Hoşê û Rojîn Mihemed ji Rojnemeya me re axivîn.
Anahîta Şêxê da zanîn ku festîvala Rojava ya Çand û Hunerê a (HRRK) ji 1 heya 3`emîn festîval, li dervî welat lidarket û wiha domand: “Piştî ku biryar hate girtin ku HRRK’ê pêwîste xwe di hindirê welat de bicih bike, ji ber vê yekê me festîvala 4`an li bajarê Qamişlo li darxist, di heman demê de li Almaniya jî festîval hate lidarxistin. Festîvala 5`an jî me li bajarê berxwedanê Kobanê lidarxist, ya 6 û 7`an jî li heman cihî hate birêxistinkirin. Her wiha tevlîbûna jinan gelek bi hêz bû, dîse hate diyarkirin ku jin bingeha her tiştî ye û careke din berhema xwe da avakirin. Di festîvala 10`an de me xwest ku rola rewşenbîriyê di hindirê civakê de bidin pêş, ji ber civak di hêla rewşembîrtiyê dikare bi ser bikeve. Ev festîval ji bo jin bû armancek nû ku careke din cihê xwe bizane û erka xwe ya civakbûnê pêkbîne. Di heman wextî de roja dawî a festîvalê jî wê xelat werine belavkirin, dîse jî wê jin ji van xelatan bê par nemîne.”
‘Ev sal deng û rengê jin gelekî bi hêz bû’
Di heman çarçoveyê de Botan Hoşê diyar kir ku di hêla zanebûnê de jin bûye pêşenga sereke û ev ji nêz ve tê dîtin û wiha got: “Îsal ez beşdarî 10`emîn festîvala HRRK`ê ya Rojava bûm, di vê sale de pirograma wan gelek bi hêze û bi rolekî diyarker radibin. Bêguman di pirogramê de gelek kesê nivîskar, rewşembîr û wêjevan cihê xwe têde digrin. Di heman demê de kesê ku pêşengtiyê dike jî jine, kesê berdevktiyê dike jî dîse jin e ku jin di hemû aliyên civakî û zanînî de xwedî misyonekî sereke ye, jin xwe îsbat dike di nava civakê de. Ji xwe tevlîbûna jina bi herdû zimana ne hem Erebî û Kurdî, hemû mijarên ku di festîvalê de hatine pilan kirin kesên ku beşdar bûne xwedî zanîn û tecrûbe ne. Bi taybet jin cihê xwe di hemû qadan de didê avakirin, dema ku em li naveroka van penelan temaşe bikin emê bibînin ku jin gelek gavên mezin avêtiye bi taybet di hêla zanebûnê de jin bûye pêşenga sereke û ev ji nêz ve tê dîtin. Jin hem ji bo cîhanê û hem jî ji bo şoreşa xwe bûye nimûne, di vê festîvalê de hin beş hene wekî şano û mûzîk ango bi gotineke din stran jin cihê xwe di van beşan de jî digre. Bêguman ev sal ne wekî sala çûyî bû, ev sal deng û rengê jin gelekî bi hêz bû.”
‘Çîroka min’
Botan Hoşê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mijarekî din yê ku em bal bikşînin ser heye, hijmara jinên wêjevan ku di şoreşa me de kême ji lewra ev pêwîst e ku werine zêdekirin bixwînin û binvîsin. Di festîvalê de min jî çîrokek xwend, ya rast çîroka min li ser heval Bêrîvan a ku di sala çûyî de di ancama êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li çapxaneya Sîmav hat şehîd xistin, min li ser nivîsandibû. Min çîroka xwe gelek bi detayî nivîsandibû, yanî hem dem hem jî cih ez bi xwe li ser rawestiyam û di nava çîrokê de jî xeyal hem jî rastî min nivîsandiya. Ji lewra pêwîst e tevlîbûna jinan di hemû qadê civakî de çêbibe. Ji ber ku bi rastî em rastî hijmareke kêm ya jinan tê ji bo vê yekê pêwîst e ku em di hijmara jinên rewşenbîr û nivîskar zêde bikin.”
‘Jin xwe îsbat dike ku ew xwedî keda sala ye û berdevka civakê ye’
Rojîn Mihemed jî balkişand ser fistîvala ku tê lidarxistin xwedî sernavekî gelek bi hêze wiha pê de çû: “Me ev festîval di hin şert û mercan de li darxist ku çiqas êriş hebin jî emê careke din xebatên xwe bidine meşandin û ev êriş nikare êradeya me biguhere. Ji xwe di festîvalê de gelek kes beşdar bûn, jin û xortên ciwan hem jî kesên por sipî yên xwedî keda herî mezin in tevlîbûne. Mijara herî balkêş ya ku min dît hemû kesên ku di festîvalê de cihê xwe digrin hevdû teşwîq dikin kes bi çavekî piçok li kesekî meyze nake, her kes di vê festîvalê de tecrubeya xwe parvedikê. Yanî hem ciwan hem jî kesên bi emir mezin bi hev re dibine destek. Her roj jin xwe îsbat dike ku ew xwedî keda sala ye û berdevka civakê ye ku di hêleke din de jî pêwîst e jin bi xwortî beşdar bibin. Ji xwe em hemû dizanin ku di dema bûrî de jin di gelek zehmetiyan re derbas dibû, sîstema bavikanî xwe li ser jin dabû serwerkirin û nedixwest ku di hêla zanînê de xwe bi pêş bixe, ji lewra hîna tirs li ser wê heye. Li kêleka wê bi avabûna şoreşê re hin gavên berbiçav jî hatine avêtin. Ji bo vê yekê hêviyên me xurtin ku careke din jin wê şaxê xwe berbelavî hemû cîhanê bike.”
‘Em bi hêvî ne ku nifşê were fedekar û cihê xwe dinava dîrokê de bigre’
Rojîn wiha axaftina xwe bi dawî kir û wiha got: “Bêguman ev cara yekê ye ku ez beşdarî festîvaleke bi vî awayî dibim gelek şahnazim û xwe bi hêz dibînim, ji ber ku ez li vê qadê dikarim xwe îfade bikim. Çîroka ku min nivîsandibû jî ya dibin sernavê “Ken” de hat xwendin, bêguman ew ken jî malbateke Kurd e ku feqîrî jiyan dikirin û bi taybet rola jinê di nava wê civakê de bi çi rengî bû vedibêje. Her weha rewşa zarokan di civaka me de çaweye min xwestiye ku ez vebêjim û bînim ziman ji ber ku zarokên Kurdan di jiyana xwe de rastî xweşiyê nehatine, her dem sîstemek taybet li ser wan hatiye meşandin. Em bi hêviyek mezin jiyan dikim ku nifşê were wê gelek fedekariyan bike û wê cihê xwe dinava dîrokê de bigre. Bêguman me gelek êş û zehmetî derbas kirin, ji lewra pêwîst e em bi xwe zehmetiyên xwe derbas bikin û bi destê xwe birîna xwe derman bikin.”