Hafiz Ahmet Turhalli
Gotinekî Pêşiyan dibêje: “Ger Diayê kuçikan bihataba qebul kirin, wê ji asîmanan Hestî bibariyana”.
Piştî hilbijartinên Emerîkayê de Trump bi ser ket, birêveberiya Tirkan zêdetirî alîgirên Trump kêf û şahî kirin. Diranên xwe seqandin û destên xwe lihev dan û gotin; emê vêcarê Kurdan ji binî tunne û qir bikin. Rexmî kû ev dewlet têkçuna wî ya aborî, ehlaqî, sîyasî û civakî jî liber çave, şîrove û guftugoyên sosret têne kirin.
Mirov dema van guftugo û nirxandinan dibîne, dibêje gelo hiş û eqil bi desthiladarên dewletêre nemaye?
Ji ragihandina dîtbarî bigre, heya nivîskarên wanan, ji sîyasetmedarên wan bigre heta kesên ku li kolanan tî û birçî digerin, heman tiştî dubarae dikin. Mirov dema axeftinên devê wanan dibihîze, dibeje gelo ev mirov li kîjan dinyayê dijîn? Weke hiş û mêjiyên wan hatiye cemidandin, zimanê wan jî tenê jibo tunnekirina Kurdan gotinan vedibêje. Tenê hevdu dijî Kurdan sor dikin û jibo qirkirina Kurdan cîbicîh bikin bangan dikin. Dibêjin Trump biser ket, ewê Emerîka ji Rojava derkeve, emê bi çeteyên xwe van herêman bi yek carîve dagir bikin û dest deynin ser malû hebuna Kurdan.
Dewleta Tirkan jibo hebuna xwe, tunne kirina Kurdan weke armanaca sereke dibîne.
Jiber nefret û kîna dijî Kurdan; axiftinên wan ewqas bê sînor û beredayîne. Dewleta Tirkan jibo milletê me û tekoşîna me reş bide nîşandan, hemû cure êrîşan pêk tîne. Êrîşên psikolojik, civakî, çandî, leşkerî, dest danîna ser îradya hilbijêran, desteserkirina Şaredariyên gel û hwd.
Bexçelî qaşo banga aşitiyê dike, lê usluba wî gellekî bê hurmet û neligor vê bangêye.
Ev rewşa heyî ku berê hilbijartinên Emerikayê, dewleta Tirkan jibo xwe metirsîdar ditît, piştî serkeftina Trumpr’e carekî din nêzikbun û gotinên wanan jî, vegeriyan dema du hezar û nozdehan. Jiber Trump destura dagirkirina Serêkanîyê û Grêsipî dabu wan. Wê demê, wê konjuktura navdewletî, rê li wê êrîşa hov û giran vekiribu. Bi hatina Trumpre dibêjin emê vegerin dema xweya berê: Tirk ji bîr dikin; sal du hezar û bîst û pênce. Gellekî tişt hatine guhertin, şerê Ukranya û Rusan, şerê Îsraîl û Îranê bi dijwarî berdewame. Konjuktora wê demê û ya neha, jihev gellekî cudane.
Ew dinya wê demê hebu, îro nîne! Kurd jî gellekî hatine guhertinê, tecrube û zanebunên wan her hêlîde pêş ketine û ew hevsengiya berû pênc salan îro li herêmê nîne. Hişê vê dewletê weha têk çuye, kare jibo dagirkirina Kobanî, Enqerê bide Rusan û Îstanbulê jî bide Emerikayê. Sîyaseta xwe liser kîn û nefreta kurdan ava kiriye/dike, ev siyasetjî wê bixwere têkçun û perçebuna wanan bîne.
Dibêjin ewê Emerîka ji Suriyê vekêşe û emê cardin Rojava bi temamî dagir bikin. Ev daxwaz û xewna dewleta Tirke: “Ger diaya kuçikan qebul biba, wê hestî ji asîmanan bibariyana”. Dewleta Tirk jî jibo Trump biserkeve dia kir: lê mixabin xuyaye, hestî ji asîmanan
nabarin. Kabineya kû Trump erkdar dike, hemu kesayetên dijî politikaya Tirkan xuya dikin. Bi vê kabîneya Trump, hestî jixwe nabarin, berovajî wê, hestiyên di deste sîstema Tirkandane jî, dê ji wanan werin sandin. Divê em Kurd kare xwe xurttir bikin, serkeftin her ya meye.