Navenda Nûçeyan
Dibe ku dema hin nivîskar, rewşenbîr û zane, vê sernivîsa me bibînin û ecêb bimînin. Dê hinek kes wiha bibêjin: “Ma helbest li ku zanistE ”. Ez dê ji kesên wisa ra bersiv bidim. Ji sedî sed nebe jî lê ez bawer im dê sedî not û neh pê qayil bibin. De vêca em dakevin hurgilîyên mijara xwe.
Lê belê, berê ku em xwe berdin di nav şax û pelên vê xalê, ez dixwazim hin tiştên ku min di beşa destpêkê da gotibûn, dixwazim dubare bi bîra we xwendewanên hêja bixim. Ev jî ev in: Her tiştê ku di gerdûna me da hatîye afirandin bi qasî cewherê xwe yê resen, têkilîya wan bi hev ra heye. Ji ber ku her tiştê ku em bi çavên xwe dibînin, bi guhê xwe dibihîzin û bi hestên xwe hîs dikin, ev tev ji şaneyên pirtikan pêk hatine. Yanî her tişt zindî ye. Ev çi pola dibe, çi hesin dibe, çi jî kevir dibe. Ji ber ku koka me, yanî pirtikên me yek in. Wê demê her tişt qasî cewherê xwe yê resen (orîjînal) bandora xwe li ser yên din heye. Dema mirov bi çav û dilekî kuantumîk li mijarê binêre, mirov dê hîn serwexttir bibe. Ji ber ku nifşên sedsala bîst û yekem, nifşê zanist-teknîkê ne. Ji telefonê bigire heta televîzyonê, ji wan jî heta komputerê, tablet, radyo, ji van jî heta teknîkên tenduristîyê, teknîkên şer, teknîkên belavkarîyê welhasil; Her teknîka ku were bîra mirov û yên ku nayin bîra mirov jî, yên ku dê dema pêş da werin çêkirin jî ev hemû bi vê rêbaza kuantumê tên çêkirin. Ev hemû tişt mirovan bi mejîyê xwe çêkirine. Êdî ev amûr tev bûne qetek ji jîyana mirovan. Ji bajareka megasitarê heta bajareka popsitarê, heta bajareka mezin, heta navçe, bajarok, gund û gundikan belav bûne. Bi gotina civakî; ji heft salî heta heftê salî her kes bi kar tîne. (Bê îstîsna) Pirsa mirov ev e. Mirovan zanist bi pêş xist daku xizmeta pêşketinê bike. Lê, dema mirov çavên xwe veke li dora xwe binêre, êdî zanist ne xizmeta mirovahîyê da ye. Mirov ketîye xizmeta zanistê. Li şûna mirov zanistê bi kar bînin, zanist mirovan bi kar tîne. Jixwe karesata herî mezin jî ji vir dest pê dike.
Zanist û Helbest
Em gotina Rêber Apo bi bîra xwe bînin. “Agahîyên ku xwe neparêzin civakeka bi sinc û polîtîk, ne zanist in”. Tam di vir da em dikarin zanist û helbestê bi hev ve girê bidin. Ji ber ku zanista civaka sinc û polîtîk, civaka xwe diparêze. Zanistên civakî, li gorî rêgezên civakî, xwe bi pêş dixin. Ne li gor berjewendîyên dewlet, desthilatdar û hegemonan. Eger di zanistê da berjewendîyên takekesî û nijadperestîyê hebe, ew zanist nikare têkeve xizmeta civakan. Ji ber ku armanca wê ne pêş xistina civakê ye. Ji bo baştir em serwext bibin, mînakekê bidim: Di roja îroj da, li seranserê cîhanê, hema bêje bi milyonan bijîşk hene. Dema mirov ji alîyê din ve lê binêre; Her demjimêrekê li cîhanê qasî deh hezar kes ji ber nexweşîyan jîyana xwe ji dest didin. Eger pirtikê hest û pîvanên civaka sinc û polîtîk li gel wan bijîşkan hebûya, dê ewqas mirov ji nexweşîyan nemiribana. Ez dixwazim mînakekê ji gundê xwe bidim: Di gundê me da yek hebû. Navê wî Salih bû. Ji ber ku pezê wan pir bûn, piranîya jîyana wî li ber pez, yanî şivantîyê derbas kiribû. Ji ber ku her tim pezên ku kurmî dibûn an jî yên lingê wan dişkest, an jî gurî dibûn, derman dikir. Bi vî awayî pêre-pêre ezmûn pêra çêbibû. Ji ber vê ezmûna wî, bi dehan gundên der û dora gundên me, gazî wî dikirin. Ji bo here pezê wan derman bike. Wê demê hêj maşîne jî nahatibûn piranîya wan gundan. Rehmetîyê Salih bi peya, bi rojan, ji bo here pezên wan derman bike dimeşîya. Tevî hemû zor û zehmetîyên çûn û hatinê jî yek dirav ji xwedîyê wan pezan nedigirt. Erê, çima? Ji ber ku Salih bi çanda civaka sinc û polîtîk mezin bibû. Her tişt ji bo civakê dikir. Ne ji bo xwe. Dema me bala xwe dida bijîşkên postmodern, ne pez, cîranê wan li ber sekeratê ye, xîret nake du gavan bimeşe here rewşa cîranê xwe bipirse. Salih yek rojê jî ne çûbû dibistanê. Xwendina wî jî nebû. Yên îroj qasî bîst salan dixwînin. Me beşa berê vê da anîbû ziman. Mesele ne pir an jî kêm xwendin e. Mesele bi rêgezên civakê ve xwe kilît kirin e. Tişta di vir da rista xwe dileyîze dîsa hest in. Eger mirov bi hestên xwe yên gerdûnî ve girêdayî bimîne, her tim mirov dê ji bo civaka xwe xizmet bike. Eger mirov hestên xwe yên gerdûnî ve girêdayî nemîne, wê demê mirov dê li pey berjewendîyên xwe yên takekesî here. Mînaka me ya din li ser alavên şer e. Di roja me ya îroj da, bi saya zanista postmodern, bi qasî deh hezaran alavên şer hatinê bi pêş xistin. Ji esmanî ta bejahî û heta deryayî. Ji balefir, kifş, tang, top, dûrbîn, lazer bigire heta çekên ferdî, ji çekên ferdî jî heta çekên atom û kîmyayî, ev hemû bêguman saya vê zanista ku nizane dê ber bi ku ve biçe hatine çêkirin. Ev hemû amûrên kuştina mirovan, mirovan bi destên xwe, an jî bi mejîyê xwe çêkirine. Pirsa mirov di vir da bike ev e. Gelo, çi dibe sedem ku mirov amûran çêbike û pê xwe bikuje. Bêguman bersiva me dîsa ev e. Ji ber ku zanist heye di bin serwerîya hêzên hegemon û yekdestdaran da ye. Ev hêzên me bi nav kirî, çawa gor berjewendîyên wan tê, zanistê jî bi wî awayî bi kar tînin. Eger mirov lêkolîneka herî piçûk jî bike, dê mirov bibîne ku zanista di roja me ya îroj da, ji sedî not û pênc ketîye di xizmeta şerên berjewendîparêzan da. Qaşo vê jî bi navê demokrasî û wekhevîyê dikin. Diravên ku ji bo zanista şer têne xerc kirin, hed û hesabê wê nîne. Ger mirov li rewşa xizanîya li cihanê bi pêş dikeve binêre, mirov dê hîn baştir serwext bibe ku ka ev dirav li ku têne xerc kirin. Mînak: Şênîyên dewleta Îsraîl qasî 6-7 milyonan e. Diravên ji bo şer dide alîyekê, qasî sîh milyar Dolaran E. Diravên ku ji bo şeran xerc dikin, ji bo pêdivîya jîyanê bihata xerc kirin, jixwe di civakan da ewqas alozî û pêxirtengî dernediketin. Lê mixabin! Dema zanist bi hestên civakeka bi sinc û polîtîk bi pêş nekeve, dê encamê wê jî ev be. Eger mirov li paradîgmaya Rêber Apo binêre, mirov dê hîn baştir serwext bibe. Rêber Apo dibêje: “Parastina Rewa”. Ji derveyî parastina rewa, hemû şerên ku rû dane yên ku dê rû bidin jî komkujî ne, reşkujî ne û bextreşî ne. Ev hemû şer jî derveyî parastina rewa ne. Ji ber ku pergala kapîtalîzmê wisa bi hest û ramanê civakê lîstîye ku ma kes kesî pesend dike, dipejirîne! Na. Ne pesend dike ne jî dipejirîne. Ev jî dibe sedema rûdana şerên nû. Jixwe armanca van pergalan jî ya yekem ew e ku di navbera gelan da hesasîyatan bide çêkirin û wan bi vê bide şer kirin. Daku bikaribe bazirganîya xwe ya amûrên şer zêde bike. Bi kurtasî heta zanist ji destê dewletên sermayedar û berjewendîparêzan dernekeve, dê ev rûdan her ku biçe zêdetir û tirsnaktir bibe. Bi kurtî û bi kurdî, dê kuştin, xizantî û nexweşî hîn berfirehtir bibin.
Zanista Ekolojîyê
Mînaka me ya sêyem jî li ser zanista esmanî û li ser zanista ekolojîyê ye. Zanista ku wek lehîya baranê diherike û nizane dê li ku bisekine, mirovan ber bi metirsîyan ve dibe. Ji çêbûna pirtikên destpêkê heta avabûna gerdûnê û heta çêbûna roj, heyv, sitêrk û gersitêrkan bi me dide nasîn. Di vir da tişta ecêb ev e ku zanistê hêj tam pênaseya mirov bi xwe nekirîye. (Yên hene ne têrker in) Tam di vir da gotina Rêber Apo cihê xwe digire: “Tu li çi bigerî di xwe da bigere” ye. Şaşîya zanistê ya herî pêşî jî ev e. Zanist zanistê di xwe da nagere û di der û dora xwe da digere. Ev şaşî û kêmasîyên ku derdikevin jî yek jî sedem ev e. Em li gotina Rêber Apo vegerin. Madem em dê di xwe da her tiştî bigerin, wê demê gerek e em tişta lê digerin bi nav bikin. Mînak: Dema pitik ji dayîka xwe dibin, hîn ku çavên wan jî venebûye, pitik li şîrê dayîka xwe digere. Daku bimêje û pê bijî. Ev nêzîkatî di her zindîyan da jî wisa ye. Berî çend çirkeyan em hatine li ser rûyê dinyayê. Lê, em jîyanê digerin. Madem mirov ji bo jîyanê hatîye li ser rûyê dinyayê, wê demê jî her tişta ku ji wê ra pêwîst jî, bi xwe ra anîye. Di mirov da her tişt heye, peyda dibe. Lê belê, tişta ku her tiştê bi te bide avakirin hest in. Mînak: Hestên girînê, dema mirov ji dayîka xwe dibe, mirov digirî. (Yên ku negirîn jî didin ber şemaqan ku bigirî). Armanca zanistê ya resen, jîyaneka bi sinc û polîtîk e. Dema mirov li rastîya zanista niha heye binêre, jîyanê ava nake. Bi hemû hêza xwe ve, jîyanê dikuje. Vê jî qaşo bi zanista pêşketî dike. Eger zanista ku di roja me ya îroj da, li gorî pêwîstîyên civakan biçe, ti pirsgirêk nînin ku neyin çareser kirin. Lê, mixabin, zanista heyî, dev jê berde çareser kirinê, bi hezar qatî pirsgirêkên heyî zêdetir dike. Mînak: Zanistên esmanî pir bi pêş ketine ne? Dê baran, berf, teyrok, bahoz, firtine û hwd kengî bibarin, dizanin. Van agahîyan bi awayekî rasterast bi civakan ra parve nakin. Ji bo ku gel tedbîrên xwe negirin û zîyana wan çêbibe. Daku xwe biavêjin li ber lingê dewleta xwe. Dewlet zanistê ji bo gelan bi xwe ve bidin girêdan bi kar tînin. Mînaka din erdhej in. Zanista ku heyî bixwaze bi awayekî rast û dirust xizmeta civaka xwe bike, wê civakê dikare ji qeza û belayan biparêze. Ji ber ku çêbûna erdhejan, nexweşîyên wek virûsan, qeyranên aborî û yên civakî û hwd, zanist pê dizane. Ji ber ku zanist di bin serwerîya desthilatan da ye, civak ji van agahîyan bêpar dimîne. Ji ber vê jî her tişt di serê gelan da diteqe.