Rêvan Ibrahîm welatiyekî efrînî ye bi temenê xwe 60 salî ye. Ew ji 7 saliya xwe ve rahiştiye tembûrê, wî bi saza xwe awazên şoreşgerî û netewperwerî jenandin. Di heman demê de ji ber evîna çand û hunera kurdî, muzîka kevnar a kurdî parastiye.
Rast e tembûr alaveke muzîkjeniyê ye, lê ji bo gelê kurd weke perçekî netewî ye ji gewdê kurdan tê hesbandin. Di dîroka kurdan de pêre jî di hemdemiya vê civakê de hezkirina tembûrê cihekî mezin di dilê kurdan de heye. Eger ne bi dehan tembûrjenên kurd hebin wê bi sedan hilgir û sazjenên kurd di roja îro de hebin ji van muzîkjenan jî Wehîd Ibrahîm e. Derbarê jiyan û hunera Wedîd de, ew ji rojnameya me re axivî.
Jidayîkbûn, xwendina Ibrahîm
Wehîd Ibrahîm girêdayî jidayîkbûn û xwendina xwe wiha got: “ Ez Wehîd Ibrahîm im, Rêvan jî navê min î hunerî ye. Di sala 1965’an de li gundê Çeqelê Cûmê yê girêdayî navçeya Cindrêsê, li Efrînê ji dayîk bûme. Di wê demê de jiyana min wekî her mirovekî ku li gundan bijî, derbas bû. Min xwendina xwe ya seretayî li gundê Miska Jorîn û gundê Çeqelê Cûmê temam kiriye. Herwiha li Efrîn û Cindirêsê jî xwendina navîn qedandiye. Ji ber hunera muzîkjeniyê, ez neçar bûm ku xwendina xwe nedomînim. Piştî temenê min bû 18 sal, min karê leşkerî yê rêjîma Beisê kir. Di wê demê de bi riya zabitekî leşkerî, min Tevgera Azadiyê nas kir. Ew zabit ji Efrînê bû, wî pirtûka Berxwedan Jiyan a Mezlûm Doxan da min. Ev yek jî di sala 1985’an de bû. Piştî ku min karê leşkerî kir ez tevlî komên hunerî yên şoreşgerî bûm. Di salên 1990’î de jî min firoşgeheke amûrên muzîkê û amûrên teknîka muzîkê li Helebê vekir.”
Fêrbûna jenandina tembûrê, pê re jî hunerên cuda
Ibrahîm çîroka fêrbûna tembûrjeniyê wiha vegot: “Di zaroktiya xwe de min gelekî ji hunerê hez dikir. Dema ku ez zarok bûm birayekî min, tembûr dijenand, ez jî bi baldarî li pêşiya wî rûdiniştim, lê temaşe û guhdar dikir. Lêdana tembûrê ji bo min tiştekî gelekî balkêş bû û hertim xwesteka fêrbûnê li pêş bû. Rojekê ji rojan birayê min wisa li tembûrê dida, piştî çend seetan ji mal derket, êdî min tembûr weke yekem car bi destê xwe hilgirt û jenand. Hîna jî meqamê ku min wê demê tembûr li ser jenand, di bala min de ye. Piştî wê bi du salan, min bi temenê 7 salî bi bisporî tembûr jenand. Ji destpêka ku min rahiştiye tembûrê heta roja îro jî, ez neçûme gel ti kesan û xwe fêrî tembûrê nekiriye. Lê belê min xwe fêr kir û ez bi hunermendan re derketim şevbuhêrk, zemawend û şahiyên civakî. Li gel muzîkjeniyê jî, min gotinên gelek stranan nivîsandine û di komên me yên hunerî de hatine gotin herwiha jî ez wênesaz, peykersaz û şanonivîs im.”
Xebata hunera şoreşgerî
Rêvan têkildarî xebata di nav komên hunerî de wisa axivî: “Dema ku min leşkeriya rêjîmê bi dawî kir, bi fermî min dest bi xebata hunerî ya şoreşgerî kir. Di sala 1989’an de, me 4 kesan li Efrînê Koma Ararat damezirand. Piştî salekê, dîsa me li Efrînê komeke hunerî bi navê Engîzek ava kir pê re jî em bi awayekî rojane derketin şahiyên civakî, hem jî yên netewî. Di heman demê de komeke hunerî li ser asta Rojava tevî hate damezirandin. Em weke koma Engîzek di sala 1990’î de salvegera damezrandina PKK’ê de çûn Lubnanê. Me li wir çalakiyeke hunerî li dar xist, şensê herî mezin bû ji bo min ku Rêber Apo li wê şahiyê dît. Ew xwedî karîzmayeke gelekî bi heybet bû, min qet nedikarîbû li çavên wî binerim ji ber hêzdarî û heybeta wî. Me çalakî li dar xist û zivirîn Efrînê. Di wan salan de em weke komên hunerî li Efrînê pêrgî gelek zor û zehmetiyan dihatin, me perwerdeyên xwe bi awyekî veşartî li malan dida meşandin. Ev yek wiha berdewam kir, heyanî destpêkirina komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan. Sedem ew bû ku rêjîmê zexta li ser tevgera siyasî û hunerî dijwartir kir. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, ez û malbata xwe tevî dest bi xebata şoreşgerî kir, ez bi taybet tevlî milê hunerî bûm. Lewma jî ez bûm rêveberê Navenda Çandê ya Cindrêsê û tê de jî me xebateke hunerî pir mezin da meşandin. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, ez hatim Şehbayê û ketim nav Komîteya Kelepûrê, me bi hevre berhemên folklorî ya wê herêmê kom kir. Piştî wê jî ez tevlî Koma Kevneşopî bûm û heya berî du mehan tê de xebat dikir.”
Cêwaziya tembûrjeniya wî ji ya muzîkjenên din
Muzîkjen Wehdîd Ibrahîm di derbarê huner û berhemên xwe de wiha dest nîşan kir: “Awazên ku min çêkirine piraniya xwe, oktevek û nîv in, kêm caran min awazên oktevek çêkirine. Ji destpêka perdeya yekem heya dawiya perdeya tembûrê gelek meqam hene, eger ez awazekê çêbikim, dê li ser oktîv û nîvê bi gelek meqamên cêwaz awazekê biafrînim. Piraniya muzîkjenên din, di be ku şahiyekê tevî li ser du meqaman derbas bikin. Muzîkjenên ku mîna min awazan bi oktev û nîvê çêdikin ne kêm in, ez xwe nabînim muzîkjenekî nimûneyî û zane, ji ber ku huner deriyayeke mezin e. Min gelek muzîk bi şêwazê xwe çêkirine, weke Semfûniyet Elelem, Buheyret Elwecee û hwd.. . Piraniya awazên ku min afrandine jî bi êş û xemgîn in, ew jî êşa gelê kurd û welatê me ye. Lê mixabin heya niha ji ber rewşa madî min awazên xwe tomar nekirine. Lê wekî din tenê beriya çend rojan min û Hunergeha Welat nêzî 30 awazên folklorî li hunergehê tomar kir.