Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinê bê nirx dikin

06/11/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Lîstikên Bakcellî û Berxwedana Îmraliyê
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Gelek nêzîkatî, feraset, têgeh, peyv û pênaseyên ji bo jinê têne kirin wê bê nirx dikin. Di bin navê exlaq û kevneşopî de hebûna jinê tê inkar kirin, di mejiyê jinê de hatiye çandin ku ciyê wê tenê li mutfexê ye, ev tê wateya ku ciyê wê di siyasetê, dîplomasî, rêveberî, parastin û hwd tine ye.

Zayendperestî jin kiriye namûs, şerefa civakê û rêbazên ku civak li beramberî jinê dide bikar anîn wê gelekî tengav dike. Malbat li gorî xwe her tim dixwaze namûsa xwe biparêze û tu gotin li ser wan neyê gotin, ji ber vê yekê dikarin her kesî û bi taybet jinê bikin qurban. Jin jî li beramberî vê yekê bêdeng dimîn in. Bav di têkiliya xwe ya bi keçên xwe re weke jin li wan nanêre, mulkê wî ne û ji wan re dibêje `Kurê` min. Ji xwe keç dema dibînin malbat cûdahiyê dixe navbera jin û mêr de êdî weke jin gelekî ji xwe acizin, her tim dixwazin bibin lawik, êdî bi lawikan re diçin û tên, mîna wan li xwe dikin, tevgerkirina wan jî dibe mîna lawikan. Li civata jinan rûnanin û her mêr ji xwe re mînak dibîn in. Ev yek dibe sedema ku jin were bê nirx kirin.

Her wiha gotineke pîşeyan heye dibêje` Xema keçikan heyanî mirinê ye`, ango dixwazin bibêjin her tim jin bar e, ji ber zeyîfe nikare berpirsyartiya xwe rabike, divê her tim mêr wê biparêz e. Tu carî bawerî nadin jinê ku ew xwe birêve bibe, berpirsyartiya xwe rabike yan jî bikaribe ji bo xwe biryar bigre.

Rêbazê jinê ji carekê zêdetir bizewcîn in gelekî kirête û nirxê jinê namîne. Jina hevjînê wê miriye, jina ew û hevjînê xwe li hevdû nekirine û têkiliya xwe qut kirine, jina bavê wê miribe û hwd. Zewacê ji wan re çareserî dibîn in. Ango bi zewacê re mêr berpirsyartiya wan radike û dibe stara wan. Mêr eger bibe stara jinê ev tê wateya nirx û qîmeta jinê nîne.

Di olê Islamê de dibêjin `Buhişt di bin lingê dayîkan de ye` dibe ku bi riya wê dixwazin rêz ji bo dayîkê were dayîn, ji xwe dayîk mîna ku jine lê nayê nêrîn. Niha nirxê dayîkan jî nemaye. Piştî dayîk hemû zarokên xwe mezin dike, bi salan xizmeta wan dike û xwe fedayî wan dike pir rehet dev jê ber didin. Dikarin wê li kolanan bihêlin, wê bar li ser xwe dihêlin, di vê rewşê de eger keç xwedî li dayîk û bavê xwe dernekeve wê bê xwedî bimîn in. Bi sedan jin li gel dayîk û bavê xwe dimîn in, ji wan dûrnakevin heyanî ku dimrin. Civak ev yek jî bênirx kiriye, difikirin ku jin tê dunyayê da ku xizmeta mêr û bavê xwe bike, weke dîtir tiştek jê nayê xwestin. Jin heyanî ku saxbe wê tenê xizmetê bike, lê nayê nêrîn ku ew insane û dibe azad bijî, her tim koletiyê layiqî wê dibîn in. Hemû rêbazên ku jinê bê nirx dike didin bikar anîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.