Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komar bû koremar

03/11/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

 Sed sal ser komara Tirkre derbas bû, lê vê komarê dîrokekî nebaş û tije xirabî lipey xwe hişt. Divê em carekî din li dîroka xwe vegerin, ka vanan ev komar bi kîjan awahî damezrandin û hişmendiya wan çibû?

Dema komar tê avakirin, du kongreyên sereke tên pêkanîn. Ji vanan yek ji bo Kurdên misilman bixapînin li Erzurimê tê pêkanîn û ya duyem jî ji bo Kurdên Elewî werin xapandin li Sêwazê tê pêkanîn.

Dema komarê ava dikin soz û peymanan didin Kurdan û dibêjin ev komar ewê bibe komara me herdû milletan. Piştî komar hate avakirin, bi xapandin û kemînan, bi navê biratiyê û xwe modern kirinê Kurd hatin qetil kirin. Qada ku Kurd têde Rewşenbîr û Rêberên wan dihatin perwerde kirin, kû dibistan û Ocaxin, hatin qedexe kirin. Bi zagonên ku ji bo mêjî, zanebûn, çand û dîroka me Kurdan ji holê rakin, Ji meclîsa kû qaşo meclîsa Kurdan û Tirkan bû, biryar hatin girtin. Di vê Meclîsêde kesên xwefiroş kû alîkarî û hevkariya çespandina vê komara qirker dikirin jî hebûn. Meclîsa ku giraniya wan alîgirê recîma Kemalîst bûn, bi van zagonan civaka Kurd terorîze kirin. Rêberên Kurdan yên Misilman û Elewî jî, weke kesayetên paşverû neyarê komarê, mirovahiyê û dij qanûnan pênase kirin. Di rastiyêde zana û Rewşenbîrên Kurdan, dibistan û Ocaxên Kurdan weke dijminên dewletê yên sereke hatin destnîşan kirin.

Ev Komar bi alîkarî û destgirtina Kurdan hate ava kirin, lê mixabin Kurd weke neyarên sereke hatin destnîşan kirin û bi qirkirinan re hatin derbas kirin. Hişmendiya vê komara hov bû tunekirina Milletan û Bawermendan. Li vê komarê tenê Tirkçitî û ola ku bi nav Îslam, lê di rastiya xwede nîjadperestî bû hate xurt kirin. Di komara Tirkde, weke devê mengenekî kuştin û helandina milletan, ol û mezheban hate pêşxistin.

Divê em ji bîr nekin, sed û yek saliya komara qirker, heman demê de  sêdarê kirina Şeyx Seîdê kal û hevalên wî ye. Divê em Kurd jî sedsaliya serhildana Şêyx Seîd, bikin azadiya serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdîstan.

Henekî ji Kiryarên vê komarê:

Şeyx Seîd, Seyîd Riza û bi sedhezaran Kurdên bi şeref hatin qetil kirin. Bi dehan bajar, bi sedan navçe û bi hezaran gundên Kurdan hatin xirakirin. Ser erd û bin erdê Kurdan hatin talan kirin. Ziman, çand û dîroka Kurdan hate qedexe kirin. Hêjî cîhên Mezelê rêber û şehîdên me nayin zanîn. Li Kurdistanê bê navber şer hate ragihandin û ev şerê qirêj bi hemû cureyên kirêt hêjî didome. Ev bîst salê dawîyê jî bi navê Ola Îslamê Kurd bi destên vê dewleta hov têne qetil kirin. Erdogan û Bexçelî ne tenê li Bakurê Kurdistanê li Başur û Rojavayê Kurdistanê jî li ser wean qirkirin tê meşandin.

Wê komarê ji bo me Kurdan re ji derveyî tunne kirin, hêjarî, nezanî û qirkirinê tiştekî din neanî.

Nehajî weke kore marekî Erdogan û Bexçelî dixwazin Kurdan bixapînin. Kore Mar, bi Navê Ol û biratiyê, carekî din li xapandina berê sedsalî digere. Bi vê şoreşa hemdem Kurdan kore Mar baş nas kir, di zane kore mar çiqas xayîn û bê bexte. Kurd ne Kurdê sed sal berêye!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.