Tekoşîn Ozan
Huner ji lêgera azadiya civakê tê. Huner li hember azadiya civakê berpirsiyar e û civak jî li hember hunera azad. Hestê azadiyê, bi bedewiyan xwe dide der. Ya bedew hestên jiyana xwezayî ye. Berhemên hunerî çiqasî hestên azadiyê bide jiyankirin ewqas serkeftî ye. Pîvana hunerên baş; çiqasî civakê ber bi hestên azadiyê ve dibe, rêbazên hunerî, wateya berheman, berdewamiya kar, teknîka hatiye bikaranîn çiqasî li gor hestên azadiyê ne. Ji ber vê sedemê rexneyên erênî û neyinî yên li ser berhemên hunerî pêwîstiya civakê ye. Berhem ji rexneyan re girtî bin, ji hunera civakî û ji pêşketina hestên azadiya civakî û takekesî re jî deriyê xwe girtî ne. Berhemên hunerî çiqasî sînorên serdestiyê derbas dike, ew qas têkîliyên bindest derbas dike û xwebûna jiyana azad û têkîliyên azad dide pêş, çiqasî hestê azadiyê geş dike û dixe tevgerê ewqas kar serkeftî dibe.
Em baş dizanin ku huner, astengiyên li hember jiyana azad lêpirsîn dike, wateya gerdûnî û heqîqetê digere, bandora wê nemiriye. Hin berhem bi hezarên salan di nav civakê de jiyan dikin. Wek destneya Derwêş û Edûlê, destaneya Gilgamêş, weke tabloya Mona Lîsa yan berhemên Shakespear e. Lê di roja me de gelek berhemên ku bandora wan demkin in, lewra bêhtir asoyan xurt dikin, zû tên jibîrkirin li cihê xwe valatiyekê ava dikin. Tim xerç dikin, hestê tune ava dikin, rûmetê ava nakin hene. Mixabin berhemên derdikevin giranî bi vî rengî ne.
Li Kurdistanê êşa welat, tekoşîna azadiya keç û xortên bedew, berxwedana dayîk û kalên 80 salî, rûmeta jiyana tê xeyalkirin, hestê jiyana azad dema di berhemên hunerî de nebe, ew berhem nakeve xizmeta civakê. Dikeve hizmeta pergala serdest ku tunekirina çanda civakê hedef dike. Ev pergal, hunerê ji azadiya civakê dûr dixe. Hestên ezezî, asogeşkirin, xwewendakirin, bêberpirsiyariya civakî, bêpîvanî, nexweşike hwd. nebaşiyê pêş dixe, hem jî, ji exlaq û ji çandê dûr dixe. Ev xapandineke mezin e. Çawa ji bo civakê pêdiviya azadiyê heye, hunerên ku xwe ji hêstên tune azad dikin jî hene. Hunermend û temaşevan di pîvanên azadiyê de pêwîste şiyar bin û bi berpirsiyarî nêzîk bibin.
Li Kurdistanê bi taybet berhemên muzîk û sînema gelekî bandora wan heye. Di van beşên hunerî de her diçe bêhtir berhem derdikevin. Hinek ji wan bi rastî navaroka wan civakî ne. Civakê li hember pirsgirêkan şiyar dike, hêz dide. Lê hin berhem hestên paşverû xurt dikin. Bi taybet ji aliyê azadiya jinê de jiyana bindest erênî dide nîşandan. Nêrîna azadiya jinan ji bo azadiya civakê pîvana herî sereke ye. Dema nêzîkbûna jinê ne li ser azadiyê be ew berhem serdestî û bindestiyê diparêze.
Em nikarin bêjin tenê bila kurdî be çawa dibe bila bibe. Erê rast e, li hember asimilasyona tirk, ereb, faris, berhemên kurdî berxwedan e. Pêdivî heye berhêmên me bi kurdî li ser çanda kurdî be. Lê tevgera azadiya Kurdistanê ev ast derbas kiriye. Êdî tenê berhema bi kurdî çêkirin, têrê nake. Pêdivî heye bi zimanê kurdî, bi çanda kurdî hunera pîvanên jiyana azad pêş bikeve.
Li Kurdistanê di pêşengiya jinan de şoreşeke çandî tê jiyankirin. Tê zanîn Tevgera Azadiya Kurdistanê pîvanên azadiya jinê, pîvanên têkiliyên jin û mêran pir bilind kirine. Ev rastî di dinyayê de jî êdî wek mînak tê nîşandan. Lê ev asta azadiyê di berhemên hunerî de çiqasî tê xuyakirin? Her berhemên hunerî çiqasî piştgiriya vê şoreşa çandî dike?
Di vî alî de pêdiviya rexnê heye. Di gelek klîbên kurdî de jinê bi nêrîna zilam rol girtine. Hebûna jinan bi mêjiyê serdestiya zilam û bi mejiyê civaka zayendperest tê hûnandin. Di van berheman de sekna jinên bi biryar, li ser lingê xwe, xwezayî, li derveyî xwesteka zilam pir kêm e. Di klîban de jî di fîlman de jî gelek caran tasfîra jinan wisa ye. Bêdeng, bedew, xwe ji bo zilam çêdike, nazik, hema bêje wê bişkê, muhtacî parastina zilam, guneh, bendewara heskirina zilam, sertewandî, jixwebêbawer, tim karê malê dike û li benda zilam e, herwiha jiyana xwe li gor xwesteka zilam dijî û hwd. Dayîk pir ji mêr û ji kurên xwe bendewar in, jinên ciwan ji xortên ciwan bendewar in.
Gelek caran dema jinên têkoşer di hunerê de dibe mijar jî, wekî ku ev tiştekî ne civakî ye û dûrî civakê ye, tê nîşandan. Lê em baş dizanin tekoşîna azadiya jinan tekoşîneke civakî ye û di nav jiyana civakê de gelek guhertinên erenî hene. Jin bi hêza xwe tevlî jiyana civakî, siyasî, aborî, çandî û parastinê dibin. Jinên kurd gelekî xurt dibin, êdî ne muhtacî zilaman in. Ew xwedî biryar in, ji bo xwe biparêzin jî pir ji xwe bawer bûne. Çima ev pêşketinên şoreşa mezin di berhemên hunerî de xurt dernakeve pêş? Ji ber gelek berhem ji aliyê zilamên ku xwe ji şoreşa jiyana azad, jina azad berpirsiyar nabînin, nêrînên paşverû derbasnakin, naguhere tê çêkirin. Sekna zilamê serdest, jinên bindest nayê analîzkirin. Hal hereketê serdestî û bindestiyê di hunerê de baş nayê nîşandan. Serasere nêzî vê meseleyê dibin. Dema zîhniyet negûhere wisa tê dîtîn ku dema zilam li jinê nexe, dijûnan neke bes e. Malbateke zilamperest ku şidetê li jinê nake wek malbata baş tê nîşandan.
Di gelek klîban de şûna milkbûna jinê rexne bike berovajî milkkirina jinan meşrûkirin heye. Di hin stranan de name ew e ku jin çima bûye milkê yekî din, nebûye milkê wî. Acizbûyîn û êş li ser wê ye çima zilamekî din ew jin biriye. Ha milkê vî zilamî ha milkê wî zilamî ku peyvên xweş dike. Çi ferq heye. Herdû jî milk e. Mînak di klîba Sîpanê Xelatê ya ‘’Rindê birin’’ de jî ev rewş heye. Stranên ku zilaman li ser jinan çêkirine, bi giranî hestê jinê aîdê xwe dibîne, heye. Di klîban de jinan weke amûrbikaranîn pir zêde ye. Hunermend Îlyas ji bo ‘’Newrozê’’ klîbeke çêkiriye. Di vê klîbê de weke zilam ew tenê ye û solo stran dibêje. Li pişta wî jin weke amûr disekinin. Di nav ew qas jinan de Îlyas bûye navenda kilîbê. Dîmenekî nexweş e. Dîsa Hesen Şerîf li ser ‘’Wanê’’ klîbek çêkiriye. Di gotinan de welatparêziyek heye. Gotin û muzîk baş e. Lê belê bedenê jin di vê klîbê de gelekî bûye amûr. Klîbeke xwezayî wê zêdetir li wan gotinan hatiba. Klîba ‘’Li Ber Derî’’ ya Hunergeha Welat jî di peyvên wê de welatparêzî û tercîha jiyana azad heye. Peyv gelekî xweş in. Lê belê di klîpê de jin tim li malê ne, zilam li ber derî ji xwe re jin dineqînin. Bi taybet hejandina tizbiyan, ji jinan re çandekî zilamê aware ye. Di vê mijarê de stranên bi naverokên giran jî ji aliyê hin hunermandan ve tê sivikkirin. Gelek stranên Mihemmed Şêxo ku hesreta azadiya welat bi jinan tasfîr kiriye ji aliyê hin hunermendê nû ve hatiye çewtkirin. Strananên weke Gulê, Nesrîn Gewrê ku behsa welat dike bi bedena jin ve hatiye sînordarkirin. Hunermend li beranberî naveroka stranên Mihemmed Şêxo û her weke wî watedayîna wan ya ji stranan re divê bi hurmet bin.
Di klîban de mînakên baş jî hene. Klîba Cer ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Di vê klîbê de jin hem li hemberî dagirkeriya osmaniyan hem li hemberî îxanetkaran û hem jî li hember zilamê zayendîperest berxwedanekê dikin. Ev klîp pir xweş e û vîna jin tê de xurt e. Dîsa klîba Hunergeha Welat ya li ser Şehîd Sosin hatiye çêkirin heye. Di vir de bedewiya wêjeya wê, jinên Şehîd ku pêşenga welatê xwe ye girêdana wan bi her herêmê welat re, hatiye çêkirin. Kamera bi çavê şehîd li gelê xwe mêze dike.
Di sînema de jî ev nêzîkbûnên şaş hene. Mînak di fîlmê ‘’Kobanê’’ de H. Zehra destpêkê karaktêrê pêşeng xuya dike lê her diçê rola wê pir dikeve pişt karakterên hevalên xort. Karakterê jin wek alîkarên karakterê zilam xuya dikin. Lê em dizanin di rastiyê de fermandarê şerê Kobanê bi giranî jin bûn. Di Fîlma ‘’ Ji Bo Azadiyê’ de jî ev pirsgirêk heye. Her çiqasî karakterên esasî wek jin destpê dike, jinên gelekî pêşeng wek H. Nûcan hebûn. Lê fîlm bi giranî li ser aktîvîteya karakterê zilam derxistî bû pêş. Di her dû fîlman de jî karakterên jinan sar in, zilam gelekî çalak in. Pêşengiya jinan di nav têkiliyan de jî xurt xuya nake. Lê rastiya vê şoreşê ne wisa ye. Jin di têkiliyên hevaltiyê de gelekî bi bandor in. Di çalakî û pêşengiya şer de jî bi vê rengî ye. Lê ev derneketine pêş.
Rêzefîlma ‘’Evîna Kurd’’ jî pêdîvî heye bê rexnekirin. Ji ber rêzefîlm bû hinekî bi dirêjî em karin li ser bisekinin. Wisa xuya dike armanca rêzefîlm; rastiya şoreşê, guhertina jiyanê, heskirin û berxwedana şoreşê nîşan dane. Ev armanc gelekî girîng e. Lê dûrî vê armancê ketiye. Di rêzefîlma Evîna Kurd de tişta herî pirsgirêk neketina kûraniya mijara têkiliyên azad. Ji bo vê sedemê encamekî berovajî armanca fîlm çêbûye.
Rêzefîlm; çîroka jiyan, berxwedan, têkiliyên civaka Rojavayê Kurdistanê di 15 beşan de çêkiriye. Nêrîn, çand, sinc, rêxistin, pirsgirêka şoreşê bi riya çîroka malbatekê dest girtiye.
Mijara herî zêde cihê rexneyê jî tekilîyên jin-zilam û malbatê ne. Di vî rêzefîlmî de nêrînê jinên azad zilamên azad, civaka azad gelekî seresera ye. Analîza serdestiya zilam, bindestiya jin şiklî ye, ne kûr e. Malbata kevneşop pir erênî hatiye nîşandan. Malbata demokratîk çawa çêdibe ev li ser fikirandin çênebûye. Ev serasertî hiştiye ku encameke berovajî armanca fîlm çêbibe.
Karakterên kevneşop û yên di lêgera azadiyê de ne, baş nehatiye analîzkirin. Jina bi îrade çawa ye? Jina bindest çawa ye? Zilamên ji îradeya azad re bi hurmet çawa ne? Zilamên kevneşop çawa ne? Xwebûna cînsan û têkiliyên bindestî çawa ne? Li ser van lêhûrbûn gelekî kêm e.
Zayendperestiya civakê û serdestiya zilam hatiye nermkirin, hatiye şîlokirin. Ev wek malbata demokratîk û tekiliyê erênî hatiye nîşandan. Rexne li jina belengaz û zilamê yekdest nehatiye kirin. Jina bi îrade, ya xwedî çareserî û jixwebawer derneketiye. Lêgera azadiyê bi jinan re nîne. Wek civaka paşverû zilaman şîret dane û rê nîşanî jinan kirine. Zilam xwedî peyva dawî ne. Jin tevlî dibin. Di fîlm de hin jinên xurt hene. Wek fermandara YPG. Lê ev jin wek mijara têkiliyên azad xuya nake û ne karakterekî pêş de ye. Di têkiliyan de jin kevneşop in, jinên azad û xurt jî li dervayî civakê ne.
Rastiya zilamê serdest nehatiye lêhûrbûnkirin. Zilam axaftinê xweş dikin, wek zilamên pir baş xuya dikin, jiyan li derdora zilaman ava dibe. Rê nadin îradeya jinan. Em dikarin bêjin rêzefîlm çîrokên zilaman dest girtiye. Jin bûne perçeyekî jiyana zilaman ku xizmeta wan dikin. Bi rêbazê nerm têkiliyên serdestiya zilam hatiye meşrûkirin. Têkilî ne li ser lêgera azadiyê ne. Bi giranî rolên malbata kevneşop li pêş in. Îradeya jinan bi malbatê ve û bi zilam ve girêdayî ye.
Di rêzefîlm de karakterên esasî hemû zilam in, jin wan temam dikin. Bi giştî fîlm, têkiliyên kevneşop ber bi modernîzmê ve çûne. Têkiliyên bircwaziya biçûk, xwekirina bajariyên modernîst derketiye pêş. Ya rast sekin û têkiliyên civaka xwezayî, ne wisa ne. Civakeke wek civaka kurdî ku bi giranî gundî ne, pêdivî heye berê xwe bidin têkiliyên xwezayî, ne yên bajarî ya ku serdestî û bindestiya nerm heye.
Di rêzefîlm de karakterên di nav wan de têkiliyên evînî heye bi rengekî klasîk ev mijar bi dest girtiye. Ti guhertin nîn e. Bi gotinên xweş, vîna hevbihevgirêdan heye. Jin piranî karakterên ne bi hêz in. Ji bo zilamên xwe baş in, bi ya wan dikin û dilê wan xweş dikin. Li benda wan dimînin, xizmeta wan dikin. Wekî nêrîna civaka zayendperest di vir de jî, jin wekî ku tê xapandin zilam jinan şiyar dikin, heye.
Di têkiliya Hesen û Nesrîn de bêmîzaniyeke mezin heye. Di têkiliya wan de ne xwesteka azadiyê xwesteka têkiliyên modernîst heye. Zilam bingeha malbatê ye, cihê biryarê ye, hêze. Jin jî xwe spartiye zilam, xizmetî wî dike, jiyana wî xweş dike. Nesrîn tenê li benda mêrê xwe ye, karê malê dike û wek emanetekî li kurê xwe dinêre. Tim li benda zilam e, tim dixwaze zilam li gel be, tim xwe ji bo hatina zilam amade dike. Jina ku zilam li cem xwe diwaze, bûye karaktera bingehîn. Ji ber vê dema gotinên li ser welatparêzî, azadiya jinê, tevgera jinan behs dikin, li hev nayê. Gotin û jiyana wan newekhev e. Eger Nesrîn û Hesen herdû jî karakterên çalak bûna, xwedî îrade bûna, heskirina wan bi malbatê ve sînordar nebûna, ne li ser esasê muhtacî xizmetê bûbana, nakokî û parkirina wan li ser mijarên mezin bûna dibû rêbaza evîna şoreşa çanda jiyana azad.
Ev rewş û navê rêzefîlmê li hev nagire. Çêkerên fîlm dema bêjin jiyana rast ev e, ji du aliyan ve, ev ne rast e. Rastiya jiyana civakê, gelek guhartin hene. Jinên ku bi biryar tevdigerin, pêşengiyê dikin li Rojava pir in. Jinên ku malbatê gelekî guhartine, zarokê xwe jî xistine rêya azadîyê, ne kêm in. Ev rastî nehatîye dîtin. Navê fîlm wek Evîna Kurd hatiye nişandan. Pêdîvî hebû tekîlîyên azad hûnandiba lê berovajî têkîlîyên zayentperest bi nermayî hûnandiye û wekî tiştekî baş nîşan daye.
Rêbazê Nesrîn yê kurê xwe mezin dike jî pir paşverûye, îrade ava nake. Kurik (Xebat) zêde delalî ye, ne xwazayî ye. Ne zarokekî azad e, hertişt li ber destê wî ye. Têkiliyeke azad jiyan bike nîn e. Temenê wî mezin jî bûye lê hîn muhtacî lênêrandina dayîka xwe ye. Li gorî vî fîlmî ew zarok mezin bibe li hember zehmetiyên jiyanê amade nabe, xurt nabe û nabe hêza çareseriyê. Ji ber tiştekî bi xwe nake. Ne zarokekî xwedî biryar, tecrûbeya jiyanî, cesaret û tevgerê bigre, ye. Ji xwe her diçe qelew dibe. Rêbazê zarok mezinkirinê rast nîne. Zarok piştî ji şîr qut bû, pêwîste şaştî-rastî ji xwe tecrûbe bike. Gerek fêr bibe ku jiyan çi derxe pêşiya wî karibe bersiv bide. Di vê malbatê de çawa Nesrîn pir kevneşop e, Xebat jî zarokekî rast nayê mezinkirin e.
Ev rêbazê têkiliyên di têkiliya malbata Îbrahîm û Ayan de jî heman rewş heye. Ji bo têkiliyê kal û pîrê jî ev derbasdar e.
Di têkilyên ciwanan de ferasetên modernîst, bircuwaziyê biçûk zêdetir e. Têkiliyên şagirtên dibistanan in. Hinek welatparêzî, wêjeya kurdî di vê têkiliyê de heye lê ne têkiliyeke ku pîvanên kevneşop derbas bike ye.
Têkiliya Şîlan û Ehmed de jina tê xapandin û ji aliyê zilamekî din ve tê şiyarkirin, heye. Di dawiya vê têkiliyê de Ehmed ji ber ji aliyê jinan ve tê retkirin ji îxaneta xwe poşman dibe û şermeke mezin jiyan dike. Lê Ehmed berê xwe daye Şîlan an jî hevjîna xwe, ne diyar e. Di encam de dema Ehmet ji poşmaniya xwe name ji Şîlan re dişînê û dibêjê ez ê xwe bikûjim. Ew sehne gelek tişt berovajî kiriye. Zilam bi kuştina xwe îxanetê jî dikûje. Ruyê Şîlanê bi sehneya xwekuştina Ehmed re tê serhev. Ehmed dema noqî binê avê dibe hêdî hêdî rih jê diçe, lê ruyê Şîlan dikene. Ev kenê Şîlan li hember trajediyekê, ne rast e. Ez ne bawer im ti jin li hember sehneyekî wisa trajedîk bikene. Ev hest ne hestên mirovî ne. Ji xwe ne hêstên jinan e. Ev rewş tiştekî bi êş e. Di ruyê Şîlanê de ken neba tenê fikar heba, dihat fêmkirin.
Yanî bi giştî di meseleya karakterên rastavakirin de fîlm ne srekeftî bû. Bi taybet di têkiliyên jin û zilam de wisa bû. Ji ber vê yekê navê rêzefîlmê wek Evîna Kurd binavkirin jî, cihê xwe negirtiye. Tê zanîn Rêber Apo peyva Evîna Kurd ji Zeynep Kinaci-Heval Zîlan bi kar anî û girt dest. Heval Zeynep zewicî bû. Evîna zewaca xwe li ser evîna azadiya civaka xwe mezin kir. Bû evîna hemû kurdan. Dema ev nav li fîlm hate kirin pêwîst bû ev hesasiyet hatiba nîşandan.
Ez bawer im li ser pîvanên azadiyê çiqas rexne li berhemên hunerî werin kirin, wê ewqas huner li pêş bikeve. Em dizanin çawa ku di nav civaka me de şoreşa çandî tê jiyankirin, lewma jî pêwîstiya pêşengiya hunera azad, ewqas xwe ferz dike. Hunera ku bi nêrîna azadiya jinê pêş ket wê di Kurdistanê de jî ronesansa çandî û hunerî re rê veke.