Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
in NÛÇE
A A
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Bi tevlîbûna zêdetirî 200 kesayetên jin ku ji 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê amadebûne, Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) dest pê kir.

 

Li Silêmaniyê 1emîn Kongreya NADA bi amadebûna zêdetirî 200 kesayetên jin ên ji 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, dest pê kir. Kongreyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê jinên ku ji bo azadî û mafên jinan jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Çalakvana Mafên Mirov Kinêr Ebdullah ve hat kirin. Kinêr Ebdullah xêrhatina hemû jinên tevlî kongreyê bûne kir û got; “Lidarxistina vê kongreyê derfeteke ji bo danûstandina ezmûnên jinan, têkoşîna ji bo wekheviyê, bidestxistina mafan û avakirina aştiyê. Em hêvî dikin ku encama kongreyê dê bibe guhertinek rastîn.”

Di dewamê de Kinêr Ebdullah da zanîn ku heta niha jî jin ji ber bêdadî, hişmendiya zilamsalarî û bi dehan pirsgirêkên din êş dikişînin û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku hîna astengî li pêş jinan hene. Bi vê armancê li seranserî cîhanê jin ji bo bidestxistina azadî û wekheviyê têkoşîn dikin. Ji aliyê din ve jî ji bo welatek azad têdikoşin.”

Piştre peyama kongreyê ji aliyê Buşra Elî ve hat xwendin û hat gotin: “Îro berxwedane û pêngavek bi wêreke ber bi şerê ku me hedef digre ve ye û ispata israra me ya tevî hemû zehmetiyane. Îro di nava germahiya bûyerên ku bi lez li herêmê rû didin û dihejînin de dicivin. Daku asoyek hişmend xêz bikin û jinên têkoşer û xwedî helwestên azad ava bikin.”

Piştre peyamên ku ji KJKê, walitiya Silêmaniyê, Encûmena Jinan a PJAK, TAJÊ û jinên Efganîstanê ji kongreyê re şandibûn hatin xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna jinên herêmê ya di navbera salên 2021-2025an de hat nîşandan.

Kongre bi axaftin û panelan berdewame.

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.