Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêvebera Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Heyat Ebas destnîşan kir ku ji mafê her mirovî ye ku bi zimanê xwe biaxive û fêrî zimanê xwe bibe û wiha got: “Pêwîste her kes fêrî zimanê xwe bibe ji ber zimanê te nasnameya te ye, ku tu zimanê xwe nasneke tê çanda xwe jî winda bike.”
Roja 15’ê Gulanê, salvegera kovara Kurdî ya bi navê (Hawarê)`ye ku di sala 1932”an de, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve bi tîpên latînî li bajarê Şamê yekemîn hejmara Hawarê hatibû derxistin. Cejna Zimanê Kurdî îfadeya xebata gelê Kurd a ji bo parastin û zindîkirina mîrateya xwe ya zimanî ye.
Derbarê Roja Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê û girîngiya vê rojê Rêvebera Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Heyat Ebas ji Rojnameya me re axivî.
‘Ji 15’ê Gulana 1932”an de heta niha roja zimanê kurdî tê pîrozkirin’
Rêveberiya peymangeha Amadekirina Mamosteyan Heyat Ebas anî ziman ji demên dûr û dirêj nasnameya kurdan hatibû çewsandin û wiha got: “Ji mafê her kesî ye ku fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibe û pê biaxive û bixwîne, lê mixabin em wekî kurd ev derfet li cem me tune bû, tevî wilo jî bi saya dayikên me yên ku di malan de zarokên xwe fêrî zimanê wan dikir û nehiştin ku ji dev zimanê xwe berdin û nasnameya xwe winda bikin. Piştî şoreşê xebatên ziman hebûn lê beriya şoreşê jî xebatên ziman hebûn û xebatin bêhempa dihatin kirin, lê ne bi awayekî eşkere bû ku bi dizî fêrî zimanê xwe zimanê kurdî dibûn û diaxivîn. Ji bo cejna zimanê kurdî bi taybet ku di 15’ê Gulana 1932”an de dema ku cara yekemîn sazbendên zimanê kurdî Mîr celadet Bedirxan di kovara Hewarê de li Şamê bi tîpên Latînî kovar derxist, dema ku cara yekemîn hatin weşandin di dîrokê de êdî coşeke pir bilind li cem Kurdan çêbû û pêre xebatên ji bo zimanê kurdî bêhtir bûn. Ji 15’ê Gulana 1932”an de heta niha ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin, ev jî bi saya bi hezarê şehîdên ku bedel dane, em bejna xwe li ber wan ditewînin û her û her di hemû cejnan de em wan bibîr tînin.”
‘Pêwîste ku zimanê kurdî li Sûriyê bibe zimanê fermî’
Heyat Ebas destnîşan kir ku piştî şoreşa Rojava rewşa ziman hate guhertin û perwerdeya bi zimanê dayikê êdî di hemû qadan de pêşket û got: “Di roja me ya îro de êdî doza me ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî di Sûriyê de û ev mafê wan yê xwezayî ye, ku em bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe perwedeyê bibînin û qedexe li ser zimanê me neyê kirin. Ji bo Roja Zimanê Kurdî neyê wateya ku ew roj bi tenê ji bo zimanê kurdî tê pîrozkirin, lê em girîngiyê didine pîozbahî û şahiyan, lê bila hemû cîhan û hemû Kurd bizanibin ku hemû rojên me cejna ziman e, dema ku tu bi zarokê xwe re bi kurdî diaxive cejna zimane û dema ku tu di dibistanê xwe fêrî zimanê xwe dike cejna ziman e, herwiha dema ku di konfiransekê de yan di civînekê fermî de bi zimanê xwe diaxivî ev jî cejna ziman e. Pêwîste cejinên me hertim berdewambin û em li zimanê xwe xwedî derkevin.”
‘Mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxive’
Rêvebera Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Heyat Ebas axaftina xwe wiha qedand û wiha got: “Banga min ji bo hemû dayikên kurd, ji ber dayik bingeha zarokê ava dike, banga me ji bo wan ku hezkirina zimanê xwe têxin dilê zarokê xwe de, bila her kes bizanibe ku mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û fêrî zimanê xwe bibe. Di fêrbûna ziman de hertişt zelal dibe, dema ku em dibêjin ku ziman hîmeke bingehîne, tê wateya ku dema tu zimanê xwe nas bikî tu wê demê çanda xwe nas dike û filklorê xwe nas dike, hertiştê kurdatiya xwe tu di riya ziman de nas dike. Îro roj ku tu zimanê xwe nizanibe tê çawa çanda xwe nasbikê, lewma pêwîste her kes her dayik û her bav nasnameya xwe winda neke û xwedî li zimanê xwe derkeve û zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bike.”