Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di 17‘ê Gulana sala 1639‘an de, Peymana Qesra Şêrîn di navbera Osmanî û Sefewaiyan de hate îmzekirin, ev peyman yekemîn parçekirina xaka Kurdistanê bû ku her du dewletan di navbera xwe de dabeş kirin.

Rêkeftina Qesra Şêrîn li (bajarekî dikeve rojhilatê Kurdistanê herêma Kermenşah) hate îmze kirin, peyman di navbera împratoriya Sefewî (Îran) û dewleta Osmanî (Tirkiyê) di 17’ê Gulana 1939’an de hate îmzekirin û pêvajoya pevçûna Osmanî û Sefewiyan bi dawî kir. Rêkeftina Qesra Şêrîn di seranserî dîrokê de yekem peymana parçekirina Kurdistanê ye, di encamê de Kurdistan bû du parçe.

Hin hûrgiliyên dîrokî

Beriya 500 salan bi hatina oxuzan û desthilatdariya wan li ser Îran, Kurdistan, Azerbaycan, Ermenîstan, Corciya û Erebistanê, pişt re bi pêla duyemîn ya 250’î salan bi hatina moxolan û 150’î salan pişt re bi pêla sêyem carek din bi hatina moxolan bû. Hikûmetên welatê kurdan gav bi gav ji hev ketin; Şedadî, Rewadî, Merwanî, Eyûbî û yên din..

Piştî 400 salan her sê pêlên dagirkeriyê hatin vemirandin, Qereqoyunlo û Alaq qoyunlo li ser mîrasên bav û kalên xwe berfireh bûn. Di demeke nêzî 100 salên din de Alaq qoyunlo zora Qereqoyunlo bir û bi ser ket, pişt re Alaq qoyunlo jî hilweşiya.

Di destpêka sedsala 16’an de (1501) Şah Îsmaîlê Safewî paytexta Alaq qoyunlo ‘Tebrîz’ dagîr kir û şahîtiya xwe îlan kir.

Di 13-14 salan de Şah Îsmaîl ji welatên pişt her du çeman heta bi Erzincan, Rojhilatê Sîwas, Kurdistan, Ermenistan û Azerbaycan xist destê xwe. Sînorê wî li gel Memlukiyan ji Firat heta Xelîcê Besrayê berfireh bû. Kurdistan ji Loristanê heta Dêrsimê, rojhilatê Sîwasê û rojavayê Erzincanê ket bin destê Safewiyan. Meletiye û rojavayê Firatê girêdayî Memlûkiyan bû, lê Keles di bin serweriya Mîrekiya Dulqadiriyan de bû.

Şah Îsmaîl mîrên kurdan kuştibûn, zindan kiribûn an dabûn alî, hakimên ji mezhebê şî`e danîbûn ser keleh û bajarên kurdan, zordarî li ser kurdan meşand da ku bibin şî`e.

Wê wextê Osmanî ji Erzincanê, Sîwasê û rojavayê Antaliyayê weke dewleteke Ewropayê an Balkanan bûn.

Li ser daxwaza mîrên Kurdan ku Îdrîsê Bedlîsî nuneratîya wan dikir, Yavuz Sultan Selîm hemleyeke Osmanî dest pê kir li dijî Safewiyan, di encamê de koalîsyona Mîrekiyên kurdî û Osmanî bi ser ketin li dijî Sefewiyan di şerê Çalrêdan de.

Di navbera salên 1516-18’ê de sultan Yavuz dewleta memlukiyan hilweşand li rex rojavayê Firatê, pişt re gihaşt heta Deryaya Sor; Erebistan û bajarên pîroz ên Îslamê jî xisti bin serweriya xwe û bû xelîfeyê îslamê.

Piştî ku Yavuz û Şah Îsmaîl mirin, Qanûnî û Şah Tahmasp hatin ser desthilatê.  Wê demê Tahmasp 10 salî bû. Şerê desthilatê di nav axan û desthilatdarên Safewî de dest pê kir, di heman demê de Ozbekan êrişî Îranê ji aliyê Rojhilat kirin.

Di hemleya (Îraqa Ereb û Îraqa Ecem) de sala 1533’an, Silêman Qanûnî bi pêşengtiya Îbrahîm Paşa hemle şand Ezirbeycanê, pişt re serweriya Tebrîzê kir sala 1534’an, pişt re berê xwe da Xelîc di encamê de Bexda, Busra, Necif û Kerbela, di heman sale de, ketin bin serweriya Osmanî.

Hemleya Qanûnî ya di 1548-49’ê de, ber bi Şêrwan û Qefqasyayê ve bû, lê nikarîbû Tebrîzî derbas bike, bi vî awayî hewzeya gola Wanê û Erziromê û herêma Hekarî bi temamî di nava desthilata dewleta Osmanî de bû. Li van deran mîrekiyên kurdan weke rêveberike xweser li ser xakê rêvebirî kirin.

Pişt re Sultan Murad di salên 1580-90’ê de Osmaniyan Yerîvan û Naxîcewan dagîr kir û bi peymana 1591’ê serweriya li ser van deran tekez kir.

Qefqasyayê, Azerbaycanê û Kurdistanê bû sînorê rojhilatê dewleta Osmanî. Kurdistan bi temamî heta Yerîvan, Tebrîzê û Urmiyeyê bûn girêdayî dewleta Osmanî bi alîkariya mîrên kurdan, li hember ku herêmên xwe bi xwe rê ve bibin. Piraniya herêma Bradost, Mukriyan û Erdelanê ketin nava Kurdistana mezin.

Loristan bi giranî di bin serweriya Safewî de ma, li wan deran mîrên kurdan bûn xwedan mafên xwe yên mîrasî. Gelek caran meylên mirekiya Loristanê ber bi tevlîbûna dewleta Osmanî dihat diyarkirin.

Di dawiya sedsala 16’ê de û destpêka sedsala 17’ê de (1598-1612) ku Şah Abas bû şahê Îranê, êriş li ser herêmên serweriya Osmanî li Azerbaycanê, Kafkasyayê kir; Qerebax, Kence, Naxîcewan, Tebrîz û Yerîvan ji Osmanîyan stend.

Gelek caran Osmaniyan hewil dan ku Azerbaycanê û Qefqasyayê vegerînin serweriya xwe lê bi ser neketin.

Di 1612’ê de peymanek di navbera Osmaniyan û Îraniyan de çêbû ku xwe li ser esasê peymana Amasyayê (1555) girt.

Di 1623’yan de Şah Abas, Osmaniyan ji Bexda û derdora wê derxist, Osmaniyan du hewildanên binketî pêk anîn ji bo vegerandina Bexdayê bi pêşengtiya (Hafiz Ehmed Paşa 1625-1626, Xîsro Paşa 1629-1630), hewildana sêyem bi pêşengtiya Sultan Muradê çaremîn bû ku serweriya Bexdayê di sala 1638’an kir.

Wê demê Şah Abbas miribû (1629), neviyê wî Şah Sefî (Sam Mîrza) hatibû ser hukum.

Peymana Qesra Şêrîn piştî vê serkeftina Osmanîyan hat.

Peymana Qesra Şêrîn

Piştî dagîrkirina Bexdayê, Şahê safewî Sêfî daxwaza agirbestê ji Osmaniyan kir, di 17’ê Gulana sala 1939’an her du alî peyamana Qesra Şêrîn îmze kirin.

Peyamana Qesra Şêrîn di navbera dewleta Osmanî û Împratoriya Safewî 137’salan berdewam kir, di sala 1776’an Şah Sadiq Xan Zin êrişî bajarê Busrayê kir û vegerand împratoriya Osmanî, lê li gorî peymanan Busra hate vegerandin ser sînorê Osmaniyan.

Peymana Qesra Şêrîn heta şerê cîhanê yê sêymîn sala 1916’an dema îmzekirina peymana Sykes Picot, di navbera Fransayê û Îngiltereyê, pişt re xakên erebî hatin vegerandin, û sînorên gelek dewletan hate xêz kirin di nav de sînorê Îraq û Îran.

Kurdistan bibû weke qada şer ji bo van her du aliyan, dihat hilwişandin û talankirin ji hêla du artêşên mezin.

Mîrekiyên kurdan neçar diman ku tevlî van artêşan bibin û li hember hev şer bikin ji her du aliyan mal û xwîna xwe pêşkêş dikirin.

Di peyamana Qesra Şêrîn de xakên kurdan li ser van her du dewletan hate dabeşkirin û gelê wê ji hev hatin qutkirin.

Heya roja îro di encama peymanên ku li ser hesabê gelê kurd dihatin kirin berdewamin, zilm û  helandina nexasim tunekirina nasnameya kurdî lê di seranserî dîrokê de kurd têkoşîn dikirin û heta dîroka nûjen berxwedan û têkoşînê didomîne ji bo bidestxistina mafê xwe yên rewa ku jiyaneke bi rûmet bijî di nava xaka xwe ya dîrokî de.

Post Views: 14
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.