Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
in NÛÇE
A A
Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Endamên partî û dezhegên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dan diyarkirin ku tevî hemû hewildanên Rêber Apo yên ji bona çareseriyê hîn dewleta Tirk gavên erênî ne avêtine û gotin: “Ji bona yekrêzîya Kurd û aramiya herêmê pêwîste Rêber Apo demildest bê azad kirin”

Ev ked û meşa Rêber Apo ya azadiyê, ev meşa Rêber Apo ya heq, hiqûq, edalet û wekheviyê bi hemû awayî xet hizmeta civak û gelan. Ev yek hişt ku her kes vê rojê wekî roja xwe bibîne. Ji ber ku raman û felsefeya Rêber Apo ji xwe re wekî rênîşander dibînin, wekî zanebûnê dibînin. Çareserkirina hemû nakokiyên heyî di nava ramanên Rêber Apo de dibînin û ev jî heqîqet û rastiyek e.

Di derbarê azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rola wî ya giring ya proseya aramî ya herêmê de, endam û berpirsên partiyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê Ilham Mihemed, Feysel Yûsif, Midya Eko û Muhyedîn Şêx Aalî  ji rojnameya me re axivîn

‘Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelên azadîxwaz e’

Endama nivîsgeha karên derve ya PYD Ilham Mihemed da diyarkirin ku Rêber Apo rêberê gerdûniye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dîrokê de heya niha planên li ser gelê Kurd tê kirin, hemû li ser qirkirin û tinekirina gelê Kurd e. Sedema yekemîn ew e ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hemberî wê têkoşîn kir û dîl hat girtin. Ji ber ku Rêber Apo hertim alîgirê demokrasî û çareseriyê ye. Ew ne cara yekemîn e ku Rêber Apo banga azadî û demokrasîyê dike. Mirov tenê bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re hîn tiştan sînordar bihêle, rastiya tê jiyan kirin de divê pênaseya wê têrker nebe. 1993’an heyanî roja me ya îro Rêber Apo gelek caran ew hewildanên ji bona aramî û çareseriya pirsgirika Kurd dan nîşandan û hêmanekê sereke yê aşitî û çareseriyê Rêber Apo ye. Rêber Apo bi pêşengiya gelek qehreman û pakrewanan şerê çekdarî da destpêkirin û têkoşîn gehişte armanca xwe. Lê mixabin dewleta Tirk ya dagirker hertim ev hewildanên Rêber Apo vala derxist û pêşiya çareseriyê bû asteng. Dewleta Tirk hertim bû alîgirê şer û pevçûnan. 27’ê Sibatê piştî bangeweziya Rêber Apo û lidarxistina kongireya PKK jî, hîna jî ti gavên berbiçan ne hatine avêtin. Hertim hewildidan ku proseyên Rêber Apo yên çareserî û demokrasiyê vala derbixin û têkbibin. Ji ber wê jî heya niha jî, Rêber Apo dîlhatiye girtin û tecrîd berdewam dik e. Dijminên gelê Kurd çiqasî hewildan kirin ku Kurd û gelên herêmê yên azadî xwaz têkbibin, berovajî wê Rêber Apo hertim kar, xebat û hewildanên wî ji bona aştiyê bû. Rêber Apo bi ramanên xwe bûye serokê gerdûnî. Hemû gel û pêkhateyên herêmê Rêber Apo weke vîn û rêberê xwe dibînin û dipejirînin. Ev pêvajoya ji bona gelê Tirk û hemû gelên ku di Tirkiyê de jiyan dikin jî pir giring e. Ji bona ev pêvajo bimeşe pêwîste ku astengiyên li pêşiya Rêber Apo rabin, tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û azadiya Rêber Apo bê mîsogerkirin.”

‘PKK bersiv da banga Rêber Apo û neha dora dewleta tirk e, ’

Ilham Mihemed got ku azadiya Rêber Apo ji bona rêvebirina pêvajoya tê meşandin pêngavekî dîrokî ye û wiha qedand: “Li gorî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an de kongireya xwe ya 12’emîn lidarxist. Biryarên girîng û bi wate di kongireya dîrokî de hatin girtin. Tevî hemû zext û êrîşan ger ku Tevgera Azadiyê kongira xwe lidarxistibe, ev nîşaneya israra tevgerê ji bona pêkanîna aştî û civaka demukratîk e. Divê dewleta Tirk demildest gav bavêje û azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bib e. Ezmûna 52 salan ya PKK’ê da xuyakirin ku Kurd û gelên azadîxwaz ji mirinê natirsin û wê têkoşîna mayinde bimeşînin. PKK û Rêber Apo Kurd ji tinekirinê xêlaskirin û bi tevahî cîhanê rastiya kurdan . Divê gelê Kurd ji her demê zêdetir xwedî li Rêber Apo û Tevgera Azadiyê derbikeve û destkeftiyên xwe biparêze. Dîsa li ser wê bingehê em silavên xwe yên germ ji Rojavayê Kurdistanê, heya Imraliyê ji rêberê mirovahiyê Rêber Apo re dişînin.”

‘Çareseiya pirsgirêka kurd li bakurdê kurdistanê wê bandorê li tevahiya beşên din bike ’

Endama Meclîsa partiya Pêşverû ya Kurdên Sûriyê Midya Eko anî ser ziman ku  ji ber ku Bakurê Kurdistanê beşê herî mezine û pêşketinên li  wir dê bandora xwe li tevahî Kurdistanê bike û wiha berdewam kir: “Di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekê Rêber Apo hat dîlgirtin. Ew jî di nav Kurdên tevahî cîhanê de bû cihê nerazîbûn ê. Bandora dîlgirtina Rêber Apo li ser pirsgirika Kurd jî pir çêbû. Li ser asta herêmî û cîhanî jî ev yek dihat xûyakirin. Em weke partiyên Kurdî piştgirî û piştevaniya xwe ji bona azadiya Rêber Apo ya fizîkî didin xuyakirin. Heya serkeftinê em ê erkê xwe pêkbînin. Banga Rêber Apo û pêvajoya ku daye destpêkirin dîrokî ye û pewîste aliyên peywendîdar yên din jî gavên erênî bavêjin. Çek û hêza me xurtbûna xebat û karê me yê ku em dimeşînîn, têkoşîna 52 salan ev xurtbûn û berxwedanî da pêşîyam e. Em xurtkirin û divê şêwazê têkoşînê bê guherandin. Ev banga Rêber Apo ji bona çareseriya pirsgrika Kurd bi riya demokrasîyê bû hêz û piştgirî ji bona tevahî Kurdistan ê. Ger îro mafê gelê Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mîsoger bibe û bandorê li tevahiya beşên din jî bike. Em jî weke aliyekê Kurd û siyasetmedarekê hêvîdarim ku demildest Rêber Abddullah Ocalan bê berdan û aramî û demokrasî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêkwere.”

‘Em weke ENKS wê bangê piroz dibînin, divê azadiya Rêber Apo mîsoger bib e’

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif, Rêber Apo bingehekê mezine ji bona çareseriya pirsgirika Kurd û wiha got: “Me ji berê de jî weke ENKS’ê daxuyanî da  û me got ku em piştgirî didin banga Rêber Apo û gavekê pîroz û di cih day e. Ev serdemeke mezine ji bona yekbûyin û yekîtiya gelê Bakurê Kurdistan ê ye. Bi rastî jî gelek deskeftiyên me li Bakurê Kurdistanê jî hene. Weke şaredarî, parlementerî û hwd. divê ev deskeftî bên parastin. Aliyekê din jî taybet Bakurê Kurdistanê û pêve girêdayi li her çar aliyên welat jî banga Rêber Abdullah Ocalan bandora xwe kir. Rêber Abdullah Ocalan yek ji bingehîn rola wî çareseriya pirsgirêkên Kurd û heremê ye. Îro jî bûyer û geşedanên Bakurê Kurdistanê dê bandora xwe li hemû beşên Kurdistanê bik e, ji ber ku pêwîstiya gel û civaka Kurd bi aramîyê hey e. Gelek pêşeng û xebatkarên Kurdistanî çêbûne, êdî em bûne hêzeke sereke li her derê cîhanê. Li Tirkiyê opozisyon û deshilat jî hewcedarî dengê Kurd û Kurdistanî ne. Ji ber wê demildest pêwîste bersiva Banga 27’ê Sibatê ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatî dayin bidin, di serî de girtiyên sîyasî werin berdan û her wiha mafên bingehîn yên Kurdan bixin meriyetê de. Banga me ji bona partiyên Kurdî yên li parlementa Tirkiyê da siyasetê dikin, di serî de DEM Partî û di heman demê de partiyên din divê zext li parlementoyê bikin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin. Pêwîste destûra Tirkiyê de êdî navê Kurdan hebe û hikûmeta Tirkiyê jî gavên berbiçav bavêje. Ji ber ku Bakurê Kurdistanê yek ji wan beşê herî mezin yê Kurdistanê ye, dê bandora rûdanên ku li wir çêdibin, li hemû beşan bik e.”

 Ji bona çareseriyê pêwîste dewlet gavên berbiçav bavêje

Feysel Yûsif da xuyakirin ku ji avakirina Komara Tirk heya niha pirsgrêk û alozîyên gelên ji derveyî Tirkiyê tên jiyan kirin û wiha axaftina xwe bilêv kir: “di dema damezirandina Komara Tirkiyê de pirsgrika bingehîn pirsgrika azadiya gelan e. Ji ber hişmendiya avakirina komarê bi berdewamiya Osmanî û nijadprestiya Tirk ve dewam kir. Ji ber vê yekê ye ku ji bilî Tirkan ti gelê din maf ji wan re nehatiye hiştin û qebûl kirin. Hin aliyên demokrasîxwaz yên Tirk jî ji derve tên hiştin. Divê dest ji wê siyaseta qirkirinê bê berdan. Ji bona wê yekê jî pewîste di serî de Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lidarxistina kongre PKK’ê û banga aşitî û civaka demokratîk pir erênî ye û em piştgirî didin wê pêvajoyê. Ger ev pêvajo serkeftî bibe dê bandora xwe li ser her çar beşênn Kurdistanê jî bik e. Em dîsa bang li dewleta Tirk dikin gavên berbiçav divê were avêtin.”

‘Keda Rêberê gelan Rêber Apo bi wate û pîroz e’

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mihyedîn Şêx Aalî da diyarkirin ku rola Rêber Apo ya ji bona çareserî û aramiya heremê rolekê girîng û watedar e, û wiha got: “Di 26 salên derbasbûyî de piştî girtina Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê, kampanyayên piştevaniyê yên ji bo azadiya wî berdewam dikin. Di van kampanyayan de bi milyonan Kurd û gelek dost û piştgirên mafên mirovan ji gel û welatên curbicur ên cîhanê, gelek kesatiyên navneteweyî, akademîsyen û parlementer, rol û çalakiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û koma berevaniyê ya rêberê nemir yê Afrîkî Nelson Mandela jî hebûn. Bangên aştiyane yên Rêber Apo zêdetir ji carekê hatine dubarekirin, ku ya herî dawî banga wî ya navdar di 27’ê Sibatê de bû, ku bi tundî daxwaza redkirina tundî û çekan û bi zimanê aşitî û diyalogê di çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan de bê dudilî kir. Ev bangewaziya dîrokî ji aliyê piraniya hêzên siyasî û çandî û elîtên ku xema pirsgirêka aştî û aramiyê li Tirkiyê û derdora wê dikin, bi armanca vekirina rûpeleke nû ya hevkariyê ku navê wê dostanî û biratiya gelên herêmê ye, ji bo dabînkirina parastina jiyana hevbeş û rêzgirtina mafên wan ên azadî û wekheviyê, hat qebûlkirin û pêşwazîkirin. Civîna serketî ya Kongreya 12. ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 5-7’ê Gulanê de, li ser banga rêber Apo, ji bo pêşketin û geşepêdana pêvajoyeke siyasî ya xwedî pîvanên dîrokî, faktoreke erênî û hêzeke bihêz e. Girîng e ku hewildanên hevgirtî ji bo dabînkirina berdewamî û berdewamiya wê ber bi encamên wê yên tê xwestin de bêne kirin, da ku her kes bikaribe jiyanek bi rûmet û paşerojek ewledar û bextewar be.”

Post Views: 55
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.