Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
in JIN
A A
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Meclisa Jinên Sûriyê li bajarê Dêrikê  cîvînek di derbarê rewşa jin  di sûriya nû de li darxist, di civînê de balkişandin li ser rola jin di sûriyê de û wiha hat gotin”ger bixwazin sûriyeke nû avabikin pêwîste jin lingê bingehîn be ku ji bo parastina mafê jinan.

Meclisa Jinên Sûriyê li navenda Dicle ya bajarê Dêrikê cîvînek di derbarê rewşa Sûrî û rola jinê di hikumeta nû de li dar xistin, di civînê de hemû jinên saziyên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Di destpêka civînê de hemû hazir bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Di berdewamiya civînê de bal hat kişandin li ser avabûna Mecilsa Jinên Sûriyê, di heman demê rol û erkê ku ket li ser milê jinê heya ku karî bingehekî avabikin û jin ji hişmendiya bavik salarî biparêzin. Meclisa Jinê Sûriyê karî xwe bighîne herderî da ku bikaribe hemû jinê Sûriyê bighînin hev û girêdanê di navbera wan de çêbikin. Her wiha Mecilsa Jinên Sûriyê karî xwe bighîne kempa Hol da ku jinên DAIŞ’ê hişiyar bikin û ji wê jiyana wan ya girêdayî bi kuştin ve derxin.

Di heman demê de dan zanîn ku armanca wê ew bû ku meclis karibin li her derî azadiya jinê belav bikin lewma xwest ev tecrûbe derbasî giştî Sûriyê bibe di sala 2017′ an de li bajarê Minbicê bi amadebûna hemû jinan ev meclis hat avakirin.  Berî rûxandina rêjîma Baas jinên meclisê rastî pirsgirêkan dihat, lê piştî ketina rêjîmê bi 15 rojan Meclisa Jinên Sûriyê karîn ofîsa xwe li Şam, Sahil, Himis..hwd vekin. Jin li Şamê derketin qadan û bang kirin ku pêwîste rola jinê di destûra sûriyê de hebe vê yekê karî encamekî bidest bixin. Niha Meclisa Jinên Sûriyê hemû alan danîne pêşiya xwe da ku kedekî bidin û kongirekî li dar bixin berî ku dewleta nû tu biryaran bide.

Di dawiya civînê de jî qomîtê derfet da jinên hazir ku pêşinyarên xwe bikin, di heman demê de nêrîna wan li ser hikumeta nû çiye.

Di pêşinyaran de hat kirin ku pêwîste jinên ku tevlî vê kongireyê bibin divê dagirtî bin û xwedî îradeyeke xurt bin da ku bikaribin dengê jinê bighînin herderî. Di heman demê de heger bixwazin sûriyeke vejîn ava bikin pêwîste jin lingê bingehîn bê, ferq nîne ji kîjan pêkhateyê be, ya girîng parastina mafê jinê ye. Her wiha  pêşinyar hay kirin ku pêwîste hemû kujerên sivîlan werin dadgeh kirin û cihê wan di hikumeta Sûrî de nebe.

Post Views: 64
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.