Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî qirkirina sedsalî ya Tirkiyê çalakiya fedaî

30/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale   

Gerila li hemberî qirkirina Tirkiyê ya ku temenê wê bûye sedsal têdikoşe. 15`ê Sibatê 1925`an dewleta Tirk a dagirker di navbera şev û rojekê de dostaniya gelê Kurd û keda wan a bi salan inkar kir. Dagirkeriyê êdî hebûna civaka Kurd înkar kir, gelê Kurd an wê bibin Tirk an jî wê rastî qirkirinê werin. Hemû serhildanên Kurd ku daxwaza hebûna xwe kirin dawiya wan qirkirin bû û dewleta şerê taybet Tirkiyê heyanî roja îro di polîtîka xwe ya inkar û imhayê de israr dike. Sîstema işkence û qirkirne ya Îmralî rêbazekî dewletê yê herî kirête û ev bûye sedsal ku rêbazên gelekî qirêj li hemberî jin, mêr, zarok û ciwanên Kurd dide meşandin. Ji ber ku gelê Kurd her têdikoşe niha girtîgehên Tirkiyê ji şoreşger, siyasetmedar û têkoşeran tejî bûye.

Ji ber vê yekê ez dibêjim çalakiya 23`ê Cotmehê ya ku li paytexta Tirkiyê Enqere hatî kirin, gelekî pîroz û bi wate ye. Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn berpirsyartiya têkoşînê ya ku ji me hemûyan têxwestin pêk anîn. Li hemberî qirkirina sedsalî bûn xwedî helwest û hebûna gelê Kurd diyar kirin. Gotinên Şêx Seîd û Seyîd Riza û bi sedan mîna wan li erdê nehiştin. Ruhê hemû jinên têne tecawizkirin û kuştin şad kirin, tola hemû şoreşgerên ji aliyê dewletê ve hatin îdamkirin rakirin û bûn dengê hemû mezlûm û bindestan. Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn xeta berxwedanê ya li hemberî qirkirinê berdewam kirin û bersiv dan sîstema işkence û qirkirine ya Îmralî.

Hevala Asya Elî di asta herî bilind de beşdarî têkoşîna jina Kurd a 57 salan bû. Têkoşîna jina Kurd a li hemberî dewleta Tirk ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji hemû aliyan ve tê kirin. Niha li hemû bajarên Tirkiyê rojane jin têne tecawizkirin û kuştin, ev yek jî çavkaniya xwe ji mejiyê dewletê û siyaseta wê digre. Dewletê bi riya polîsên xwe destê xwe avêtin jinên Kurd ên ciwan, ew tecawiz kirin, îradeya wan şikandin û ew anîn rewşa bibin ajanên dewletê û xiyanetê li gelê xwe bikin. Ev jinên ciwan bi destê polîsên Tirkiyê gihîştin rewşa wenda bibin, bikevin bin xizmeta siyaseta qirkirinê û ziyanê bidin gelê xwe. Dewleta Tirk ji gelek aliyan ve êrîşî Tevgera Jin û berxwedana jina Kurd dikin. Niha li girtîgehên Tirkiyê dayîkên temenê wan 70 sal hene, dayîka Emîne Şenyeşar edaletê dixwaze lê belê kesek ji dewletê guh nade çalakiya wê û li xwe mûkir nayên ku bê edaletî kirine.

Bi hezaran gerilayên jin li hemberî siyaseta qirkirine ya dewleta Tirk têkoşiyan û bûn xwedî helwest. Şervanên YPJ`ê di berxwedana Kobanê û berxwedana Serdemê ya Efrîn de bi rihê gerilayên jin li hemberî çeteyên DAIŞ`ê, çeteyên Tirkiyê û dewleta Tirk têkoşiyan. Têkoşîna jin bi rihê berxwedanê yê Şehîd Asya Elî û hemû şehîdên jin vejîn dibe û dighîjê lûtkeyê. Têkoşîna wan berdewam kirin û sîstema baviksalarî têkbirin wê hemû pirsgirêkên jin çareser bike. Jina Kurd li kûderê be, pêdivî heye ku xwe birêxistin bike û têbikoş e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.