Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hest û Heqîqet

28/10/2024
in Uncategorized
A A
Hest û Heqîqet
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêya heqîqetê, rêyeka dûr û dirêj e. Rêyeka zor û zehmet e. Rêyeka şîn û gêrîyê ye. Rêyeke tejî kul û elem e. Rêyeka bê dawî ye. Rêyeka bi kelem û sitirî ye. Rêyeka hebûn û tinebûnê ye. Rêyeka bi azar û xemgînî ye. Rêyeka ku tu tê da birçî û pêxwas dimînî ye. Ji ber vê jî yên ku berê xwe dane rêya heqîqetê, ev hemû dane li ber çavan. Eger te ev hemû dan li ber çavan û tu dê ya di xwe da, bibiryar bî. Wê demê rêya te dibe rêya azadî, wekhevî û edaletê. Ji ber ku mirovên berê xwe dane rêya heqîqetê, xwedîyê hestên herî bilind in. Eger ku bi mirovekîra hestên azadîyê, wekhevî û edaletê nebin, ew kes nikare gavekî ber bi rêya heqîqetê ve biavêje. Mirovêkî ku di alîyê hestan da biryara xwe dabe, ew kes dikare bigihije encamê. Eger mirov di biryara xwe da bi israr be, wê demê rêya dûr û dirêj li mirov nêz dibe. Zor û zehmetî ji mirov ra dibin coş û xiroş. Şîn û girî ji mirov ra dibin kêfxweşî û dilgeşî. Kul û kelem li ba mirov dibin sebir û hedara jîyanê. Hemû kelem û sitirî, ji mirov ra dibin qedirbilindkirina heqîqetê. Û li şûna tinebûnê hebûneka bê dawî cihê xwe digire. Mirovên dev ji her tiştên dinyewî berdane, dikarin di vê rêyê da bimeşin. Ji ber vê jî ji van mirovan ra, mirovên kamil, arif, filozof, pêxember, zanyar, derwêş û hwd tê gotin. Ev kesane xwedî jîyaneka xwerû (sade) ne. Te

nê armanca wan ew e ku ji mirovahîyê ra bibin hîmek. Dema mirov li dîroka xwe binêre, dê mirov bibîne ku her yek ji me, li ser rûyê vê cîhanê kevirek e ku di hîmê gerdûnê da cihê xwe digere. Ji ber vê jî di bingeha me hemûyan da lêgerîneka heqîqetê heye.

Ji Destpêkê Ve

Em bala xwe bidin mirovên destpêkê. Qasî em pê dizanin -li gorî Şikefta Şanîdarê- dîroka mirovahîyê heya heftê hezar sal berê diçe. Li gor nêrîna min zêdetir e. Dîroka me heftê hezar sel e. Yanî di hemû qonaxên vê dîrokê ra, em derbas bûne. Me birçîbûn dîtîye. Me tazîbûn dîtîye. Me kuştin dîtîye. Me talan û wêran dîtîye û hwd. Me evqas bûyer jîyan kirine. Ev hemû li ser derûnîya me hatine qeyd kirin. Ji ber wê jî bi milyaran sal jî derbas bibin, nayin jibîr kirin.

Ev tiştên me anîn ziman, bûne sedem ku mirov ber bi hestan ve biçe. Koletî bûye sedema hestên azadîyê, mirin bûye sedema hestên bêmirinîyê, neheqî bûye sedema hestên edaletê, wêran û talan bûne sedema hestên kîn û acizbûnê, derew bûne sedema hestên diristbûnê, dizî bûye sedema hestên wijdantîyê, destavêtin bûye sedema hestên xwekuştinê û xweparastinê. Mirov dikare van mînakan zedetir bike. Lê ne hewce ye. Mebesta me ew e ku mijar were fam kirin. Mirov xwedîyê dualîzmê ne. Yanî yek neba a din jî nedibû. Mînak reş nebe sipî jî nabe, an jî roj nebe şev jî nabe. Wekî din xem heye li hemberê wê şahî heye, girî heye li hemberê wê ken heye.

Dualîzm (dimilî, dumilî)

Yanî di gerdûna me da her tişt bi rêbaza dualîzmê dikare jîyana xwe bidomîne. Ev tiştên me anîn ziman, di bingeha hemûyan da jî hest hene. Dema mirov baş bala xwe bide rûyê kesan wê mirov bibîne ku di yek rûyî da pir hest xuya dikin. Mînak, dema mirov dikene di rûyê mirov da hestên mirov cuda xuya dikin, an jî dema mirov digirî dîsa hestên mirov cuda tên xuya kirin. Li gorî hestan ku ji hindirê mirov dertê, wisa li ser rûyê mirovan tên xuya kirin. Eger em vegerin li ser mijara xwe. Mirovên hestên wan gihiştîye astekê ev mirov dikarin di rêya heqîqetê da gavên mezin biavêjin. Ew kes pêwîst e li hemberê neheqîyê, li hemberê bêwijdantîyê, li hemberê destavêtinê, li hemberê dizîyê, li hemberê koletîyê û li hemberê her cûrê zilimkarîyê xwedî helwest be. Ji ber ku yên van rêgezên jîyanê li ber çavan negirin, nikarin bibin pêşengê civak û jîyanê. Jîyana bi rûmet xwedîyê rêgezên herî bilind in. Jîyana bi rêgezan hatîye jîyîn jî, ew jîyan xwedîyê hestên herî bedew û bi qîmet in. Ji ber van rêgezên jîyanê, jîyan bi wate û bi qedir dibe. Yên ku van rêgezan, di jîyana xwe da bi cih tîne, ew dibe pêşeng û rêberê civakan.

Taybetmendîyên Rêber û Pêşengan

Yanî yên dibin rêber û pêşengên civakan, ev  ew kesin ku wan gavek ber bi rêya heqîqetê ve avêtine. Yên ku gavek ber bi rêya heqîqetê ve avêtine jî ew ev kes in ku jîyana xwe gorî mirovahîyê birê xistine . Dema mirov li jîyana pêxember û feylesofan binêre dê mirov bibîne ku her tişt ji bo hîn baştir be, kar û xebat kirine. Her tişta ku jîyanê bi rûmet dike, ji hestên pêşdîtinê yên mirovan tê. Mirovek ku xwedîyê hestên kûr be, ew kes dikarê berî ku hin tiştan ji bo jîyanê xirab bike, dikare pêşîyê li wan bigire. Û ew kes dîsa dikare ji bo jîyaneka wekhev pêşdîtinên ku jîyanê ber bi başîyê ve bibe bike. Di demên berê da, mirov hebûn ku gund bi gund digerîyan, şîret li gundîyan dikirin. Ji wan ra qala qencî û neqencîyê dikirin. Tinê armanca wan ew bû ku faydeyeka wan bigihije civakê. Bê ku ti berjewendîyên xwe bifikirin. Ji ber vî jî civakan pir qedir û qîmet dida, ew kesên wisa. Lewma ew ji xwe ra wek rêber an jî derwêş dihesibandin. Mirovên wisa ji bo civakan her tişt bûn. Ji bo wê jî ti tiştên wan kesan tinebû.

Tinê nan û ava wan û destek cilê wan hebû. Ji ber ku wan kesan di kesayetîya xwe da civak didîtin. Û xwe fedayê civaka xwe dikirin. Ne li malê dinê dinêrî û ne jî çav berdabû zêr û zîvê milet. Tinê yek armanca wan hebûye, ew jî civakê ber bi wekhevî û azadîyê ve bibin. Ji ber van taybetmendîyên wan, di roja me ya îroj da jî hêj ew kes tên bibîr anîn. Û qet nayên jibîr kirin. Navên wan li zarokên nû dibin tê kirin. Yanê ew kesên wisa nemir in. Ger ku mirov di vê dorbendê da li hest, helbest û heqîqetê binêre, dê mirov bibîne ku hest hîmê bingehîn yê civakan e.

Rêbaz û Helbest

Rêbaza ku mirov pê bigihêje encamê, rêbaza helbestê ye. Rêbertî di vê mijarê da hestên xwe weha tîne ziman: “Nivîsandina helbestê rêbazek lêgerîna heqîqetê ye” Em ji vê gotina Rêbertîyê fam dikin ku helbest mirovan ber bi heqîqetê ve dibe. Mirovên helbestan dinivisînin ji alîyê hestan ve ji yên din cudatir in. Ji ber ku ew xwedîyên hestên kur û bêdawî ne. Mirovên helbestan dinivisînin xwedîyên bîrdozî, çand û exlaqêkê civakî ne. Ji ber van taybetmendîyên wan, ew pir têne hez kirin. Lewma civak wan her tim dide jîyan kirin. Zimanê herî sivik û zu tê jiber kirin helbest e. Roman, bîranîn, geryanname, serbihorî, çîrok pêkenok, jîyanname û hwd, ev hemû cara pêşîn bi zimanê helbestwarî hatine nivîsandin. Ji ber vê, bav û kalên me, dê û dapîrên me, tevî ku xwendin û nivîsandina wan tine bû jî, lê dîsa ev hemû jiber kiribûn.

Dê û Dapîr Gencîne Ne

Bîra min tê, rehmetîya dapîra min şeveka zivistanê, di bin ronîya çirayê da û li ber sobeya darên mazî, destana Mem û Zînê ji me ra digot. Min hingî pir jê fam nedikir. Ji alîyê ramanê ve. Tinê me wek bûyer lê guhdarî dikir. A rastî ez bêjim, tam û kelecana me ji wê digirt, hezar û yek carî ji van filîm û rêzfilîmên niha çêtir bû. Ne tinê destana Mem û Zîne, bisedan çîrok û çîvanok, ji me ra digotin. Dema em îroj bala xwe didin destana Mem û Zînê, ji alîyê Ehmedê Xanî ve hatîye nivîsandin, bi rêbaza helbestî ye. Ev jî me piştrast dike ku jîyana bi hest û helbest, jîyaneka resen e û di heman demê da jî jîyaneka dîrokî ye.

Post Views: 125
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.