Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
in NÛÇE
A A
MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Di çarçoveya xurtkirina diyaloga sûrî-sûrî de MSD’ê bi durşmeya “Girîngiya Diyalogê ji bo pêşerojeke demokrat û azad” komxebateke berfireh bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û hwd… li bajarê Qamişlo li dar xist. 

Îro ji bo meşandina pêvajoya diyalogê bi desthilata Şamê re komxebatek ji hêla Meclisa Sûriyaya Demokratîk(MSD) ve li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Ev komxebat yek ji rêzeçalakiyên ku MSD’ê dide lidarxstin ji bo diyaloga sûrî-sûrî ye, bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Berî komxebat dest pê bike, hemû beşdarvan tevlî xuyleyeke rêzdariyê bûn herwiha gotarbêjer ji hêla monîtorê komxebatê Mehmûd Ebdo ve hatin vexwendin li ser vegotina sê mijarên bingehîn ên komxebatê.

Komxebat dabeşî sê beşan bû, beşa yekem bi serenavê girîngiya diyalogê bû û ev mijar ji hêla Endama Desteya Rêvebirinê ya PYD’ê Foza Yûsif ve hat gotûbêjkirin.

Piştî wê beşa duyem dest pê kir, ev beş têkildarî rewşa perwerdeyê bû, bi taybet rewşa perwerwerdeyê û diyaloga bi hikumeta Şamê re, ev mijar jî ji hêla Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Semîra Hec Elî ve hat gotûbêjkirin.

Herwiha beşa sêyem jî derbarê têkiliyên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desthilata Şamê de bû, endamê Desteya Rêbeber a MSD’ê Xebat Usman li ser vê beşê axivî.

Piştî navberekê, beşdarvanan nîqaşên xwe derbarê beşên komxebatê de anîn ziman.

Herwiha derbarê vê komxebatê de endama Ofîsa Têkiliyên MSD’ê Deriya Remedan wiha got: “Wekî em dizanin niha Desteya Diyalogê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avakirin, endama Desteya Rêbeber a PYD’ê Foza Yûsif jî yek ji endamên vê desteyê ye. Armanca me ji vê komxebatê ew e ku rêxistinên siyasî, saziyên civaka sivîl, kesayetên serbixwe û hwd… komî hev bikin, diyalogekê ji bo pêşeroja Sûriyê. Herwiha van hêz, partî, rêxistin û kesayetan bi Desteya Diyalogê ya ku wê bi desthilata Şamê re têkiliyan bike, bicivînin, nerîna wan bigirin û paşê em diyalogê bi Şamê re bikin. Ev yek jî li ser bingeha Sûriyeke yek ax, pirreng ku mafê hemû gelên Sûriyê biparêze.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.