Hemza Sêvo/ Qamişlo
‘Artêşa Eyûbî’ serenavê teza derçûna xwendekarên Beşa Dîrok, Enes Hesen û Cafer Eyo ye. Enes û Cafer diyar kirin ku projeya wan ya derçûnê dewleta Eyûbî, keda Selahedîn Eyûbî û artêşa wî vedibêje. Herwih wan anîn ziman ku hêviya wan ew e ku ev tez bibe pirtûkek û were çapkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava îsal wekî her salên xwendina zanîngehê tezên derçûnê pêşkêş dikin. Her xwendekarek li gorî mercên beşê xwe û dema ku hatiye destnîşankirn, projeyên derçûnê pêşkêş dike. Ji wan xwendekaran Enes Hesen û Cafer Eyo ku xwendekarên Beşa Dîrok in, bi navê ‘Artêşa Eyûbî’ tezeke derçûnê amade kirin. Derbarê teza bi navê ‘Artêşa Eyûbî’ amedekarên wê Enes Hesen û Cafer Eyo ji rojnameya me re axivîn.
Destpêkirina teza derçûnê û zehmetiyên amadekirina wê
Cafer Eyo têkildarî destpêkirina projeya xwe ya derçûnê û astengiyên ku derketin pêşiya qada lêkolînê wiha rave kir: “Ji destpêkirina sala xwendinê ya zanîngehê ve, me dest bi teza derçûnê kir, teza me bi navê Artêşa Eyûbî bû, tezeke nû ye, li Zanîngeha Rojava beriya me tu kesî amade nekiribû. Me xwest ku bi teza xwe, tiştekî nû pêşkêşî civakê bikin, lewma jî em gelekî westiyan heta ku me amade kir. Astengî ew bû ku jêder bi Kurdî tune bûn, tevahiya tezê ji zimanê Erebî ber bi zimanê Kurdî ve hat wergerandin. Di amadekirin û pêşkêşkirina vê tezê de d.r Ebilîlah Mustefa serpereşt bû, wî gelek destek da me hem jî têbîniyên xwe ji bo me digotin, herwiha bi saya wî me jêderên projeyê bi dest xistin.”
Beşên projeyê
Enes Hesen derbarê naverok û beşên projeya Artêşa Eyûbî wiha got: “Li gorî lêkolîna me, destnîşan dibe ku dewleta Eyûbî di koka xwe de Kurdî ye û Eyûbî Kurd in, wan netewa Erebî li ser xwe qebûl nekiriye. Herwiha ev dewlet di sala 1174’an de hatiye damezrandin û di sala 1250’an de li ser destê Memamlîkan hilweşiyaye, lê hukmê Eyûbiyan li hin deverên weke Hemayê heya salên 1300’î jî berdewam kir. Deverên weke Sûriyê, Mesir, Yemen û hin deverên din di bin serweriya Eyûbiyan de bû. Me teza xwe dabeşî 5 beşan kir. Beşa yekem li ser danasîn û dîroka dewleta Eyûbî, koka wê û jiyana leşkerî bû. Beşa duym jî li ser kesayeta Selahedînê Eyûbî, keda wî û bidestxistina Qudsê ji Selîbiyan bû. Artêşa Eyûbî di dema wî de gelekî rêxistinkirî bû û pêşketineke pir mezin di serdema Selahedîn de pêk hat. Beşa sêyem û çarem li ser keleh û dîwarên Şam û Meserê bûn, me xwest roniyekê bavêjin li ser vê mijarê ji ber ku rola wan kelihan di xweparastinê de li cem Eyûbiyan gelekî berbiçav bû. Li aliyekî din di beşa pêncan de jî em li ser xelîfeyên Selahedînê Eyûbî axivîn.”
Hêviyên amadekirina pirtûkekê
Enes Hesen û Cafer Eyo wiha hêviyên xwe derbarê pêşxistina teza xwe ya derçûnê de anîn ziman: “Li gorî girîngiya mijara ku me lêkolîn li ser kiriye, hem jî kêmbûna nivîsên wiha bi zimanê Kurdî, gelekî bi nirx e, ji ber ku hin dîroka vê artêşê û dewleta wê bi Kurdî bi awayê pirtûkekê nehatiye nivîsîn, tenê me jêderek bi Kurdî dît. Ji ber vê yekê hêviya me ew e ku em vê teza xwe ya derçûnê bikin pirtûkek. Bi vî awayî ev tez dibe jêderke sereke bi zimanê Kurdî û nifşên siberojê dikarin sûdê jê werbigirin. Lê di van şertûmercên zehmet de yên ku em tê re derbas dibin, bi taybet kêmderfetiya aborî nabe alîkar ku em berhemeke wiha çap bikin, sedem ew e ku buhyê çapê bilind e û hêzeke aborî dixwaze.”