Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
in NÛÇE
A A
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Ji bo her gel û netewekî, her wiha ji bo partiyên siyasî,  saziyên ragihandin û weşanê hene. Bê guman ev ji bo gelê Kurd û partiyên Kurd jî derbasdar e. Dema em berê xwe didin dîroka çapemenî, ragihandin û weşangeriya Kurd a ku wekî sazîbûn derdikeve pêşiya me, Rojnameya Kurdistanê ye. Rojnameya Kurdistanê di 22’ê Nîsana 1898’an de li Qahîreya Misrê ji aliyê Mîqdat Mîthat Bedirxan ve dest bi weşana xwe dike.

Lê ji ber sextên Osmaniyan neçar dimîne ku li Cenevre, London û Folkestoneyê weşana xwe bidomîne. Rojnameya Kurdistanê 4 salan dikare xwe li ser piyan bigire û bi giştî 31 hejmaran biweşîne û di 14’ê Nîsan 1902’an de dawî li weşana wê tê. Armanca Rojnameya Kurdistanê pîroz bû û ji bo me gelekî girîng û dîrokî ye. Em wekî Çapemeniya Azad li ser wê bingha ku Rojnameya Kurdistanê ji me re ava kiriye kar û xebatê doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin. Îro em li ser wê kevneşopiyê têkoşîna doza Kurdî radigihînin.

Mirov dikare bêje dawiya serdema Împaratoriya Osmanî û ji salên destpêkê yên Komara Tirkiyey û heta niha ev zêdetirî sed salî ye ku gelê Kurd di bin tundiyeke mizin de ye. Bi damezrandina Komara Tirkiyeyê û pergala netewedewletî êdî înkara Kurdan dest pê dike. Dibistan dihatin girtin û Kurdî dihat qedexekirin. Xebata bi Kurdî zehmetir dibû. Li hemberî zilmê serhildanên Koçgirî, Şêxseîd, Agirî û Dêrsimê pêş ketin. Ev serhildan jî bi têkçûnê encam bûn. Wekî berdewamiya Osmaniyan dewleta Tirk jî dest bi tepisandina serhildan û raperînên Kurdan kiribû. Pêşengên serhildanan dihatin darvekirin û mişextin.

Li aliyekî polîtîkayên red û înkarê, li aliyê din jî qirkirineke fîzîkî li ser gelê Kurd hebû. Lê li dijî van polîtîkayan jî nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi xebatên kovargerî û rojnamegeriyê hewildidan ku bibin dengê gelê xwe. Mirov dikare bêje Serhildana Agirî di nav serhildanên Kurdan de ya herî rêxistinkirî ya siyasî bû. Her wiha bi mijara me ve jî girêdayî di wê serdema serhildana Agirî de rojnameya bi navê “Agirî” tê weşandin. Bi taybejî ji bo şervanên Kurd ev weşan gelekî girîng bû. Heke mirov di dîroka çapemeniya Kurdî de cih nede vê rojnameyê bawerim dê aliyekî wê kêm bimîn e.

Belê ji Rojnameya Kurdistanê heta niha bi sedan rojname, kovar, radyo, tv û hwd. weşanên Kurdî dibe dengê gelê Kurd. Em dixwazin li vê derê bi kurtasî çend weşanên Kurdî yên ku mohra xwe li dîrokê xistine bi bîr bixin. Bi taybetî jî piştî ku Celadet Alî Bedirxan cara yekemîn di 15’ê Gulana 1932’an de bi alfabeya latînî Kovara Hawarê derxist, êdî rewşa weşangeriya Kurdî jî diguher e. Ji xwe piştî Hawarê di sala 1940’î de derketina Kovara Ronahî êdî hîmê rojnamegeriya Kurdî li çar aliyên Kurdistanê dide rûniştin. Ji ber ku emê hinekî li ser rewşa weşangeriya Kurdî ya li bakurê Kurdistanê rawestin pir zêde naxwazim bikevim nav hûrguliyên giştî. Lê dixwazim li vir Rojnameya Riya Teze, Rojî Kurd û Radyoya Erîvanê jî bi bîr bixim ku ji hemû weşanên Kurdî re bûne çira.

Li bakurê Kurdistanê rewşa weşangeriyê hêsan nîne. Belê dîrok dirêj e û weşanên Kurdî jî li ser rêça Kurdistanê dimeşe, lê belê dema em li salên 70yî dinêrin û bi taybetî jî piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî çapemenî xwe zêdetir xurt dike û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin a pêbaweriyê tê. Di vê nivîsê de emê hinekî li ser weşanên Kurdî ên ku mohra xwe li rêveçûna dîroka Kurd û Kurdistanê xistine, her wiha girîngiya wan a ji bo Çapemeniya Azad rawestin.

Heke bi kurtasî mirov behsa van weşanan bike; Di sala 1979’an de “Serxwebûn” dest bi weşana xwe dike. Di sala 1980’ê de vê carê bi pêşengiya Mazlûm Dogan Kovara “Hawar” li Zindana Amdê dest bi weşana xwe dike. Tevahiya kovar bi destan tê nivîsîn û hêj jî ev Kovara Hawarê li Zindana Amedê ji aliyê girtiyên siyasî yên ji doza Azadiya Kurdistanê girtîne ji sê mehan carekê dertê. Ev kovar di heman demê de yekemîn weşana ku li zindanê dertê ye. Di sala 1990’î de “Halk Gerçegi” yekem car li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Di heman salê de “Yenî Ulke” derket. Rojnameya Yenî Ulke dibe yek ji rojnameyên ku têkoşîna gelê Kurd radigihîne û kiryarên dewletê yên li ser gel teşîr dike. Her wiha yek ji kovara ku em bi bîr bixin jî Kovar “Ozgur Halk” e. Di sala 1990’î de, “Ozgur Halk” dest bi weşana xwe kir û heta salên 2014-15’an jî wşana xwe domand. Ev kovar jî di têkoşîna azadiya Kurd de risteke girîn bi cih anî. Li aliyê din di sala 1992’an de bi navê “Ciwanên Welatparêzên Şoreşger” heftenameyek ji bo ciwanan derket. Xebatên vê kovarê jî hêj didome.

Lê belê polîtîkayên dewletê yên red û înkarê dibe sedem ku tundiya li ser weşanên Kurdî zêde bibe. Hêzên dewletê him di warê siyasî de tunekirin pêş dixist, him jî bi qanûnî dixwes li ser navê Kurd û Kurdî tiştekî nehêlin. Bi hêza xwe ya leşker û polîsan jî welatparêzên Kurd, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên Kurd digirtin, dikuştin û di îşkenceyên giran re derbas dikirin. Her wiha destûr nedidan ku kes bi zimanê Kurdî biaxive, binivîse û bixwîne. Her kovar, pirtûk û rojnameya ku behsa Kurdan bikira, têkoşîn û azadiya gelê Kurd binvîsanda ji nivîskarên wan bigire heta xebatkar û xwediyê wan weşanan di îşkenceyên giran re derbas dibûn û dihatin girtin û hin ji wan jî dihatin Kuştin. Weşan dihatin qedexekirin û girtin. Di rewşeke wiha de jî di sala 1992’an de Rojnameya Yeni Ulke ji ber teşîrkirina polîtîkayên dewletê hat girtin û bi navê “Ozgur Gundem” weşana xwe domand. Bê guman di vê serdemê de kuştinên kiryar nediyar pêk tên. Serdema êrîşên dijwar e. Ozgur Gundem tê girtin. Di 10’ê Kanûna 1993’an de hemû xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin.

Lê Çapemeniya Azad a Kurd dev ji têkoşîna xwe bernade. Di sala 1994’an de “Ozgur Ulke” dest bi weşana xwe kir. Xeteke wê ya pir zelal, pir radîkal hebû. Rojname di 3’ê Kanûna 1994’an de hat bombekirin û yek ji xebatkarên wê Ersîn Yilmaz şehîd ket. Tevî vê yekê jî rojnameyê weşana xwe domand. Li aliyê din ji ber zext, tundî, girtinan mirov dikare bêje bi dehan kovar û rojname hatin girtin û li şûna wan yên nû vebûn. Hin ji van ku em li vê derê rêz bikin navê wan wiha ne; “Yenî Polîtîka” Yenikapi’ “Demokrasî” “Ulkede Gundem”, “Ozgur Bakis”,”Yenî Gundem” “Yedîncî Gundem”, “Yenîden Ozgur Gundem”, “Demokrasî” û “Yenî Yaşam”. Ev weşanên ku me li jor rêz kir hemû jî weşanên Kurdî ne, lê bi zimanê Tirkî derketine.

Ligel kovar û rojnameyên kurdî yên bi zimanê Tirkî di 22’ê Sibata 1992’an de Rojnameya Welat dest bi weşanê dike. Bi Rojnameya Welat a xwerû bi zimanê Kurdî re êdî rewşa rojnamegeriya Kurdî diguhere û wekî ronesansa Rojnamegeriya Kurdî mirov dikare pênase bike. Rastiya ku tevahî bi Kurdî ye, deng veda. Hejmara yekem 20 hezar heb hat belavkirin. Lê belê piştî 115 hejmaran ew jî ji aliyê dewletê ve hat girtin. Bi girtina Rojnameya Welat re rojnameya “Welatê Me” û bi girtina Rojnameya Welatê Me re jî  Rojnameya Azadîya Welat di sala 1996’an de dest bi weşanê kir. Rojnameya Azadiya Welat a ku heftane weşanê dike di 15’ê Tebaxa 2006’an de dibe rojane. Lê di vê navberê de jî gelek caran rojname hatiye girtin û bi navên; Hawer, Rojev, Rojeva Welat, Dengê Welat û hwd. weşanên xwe domandiye.  Dîsa piştî girtina Rojnameya Azadiya Welat a di sala 2016’an Rojnameya Rojeva Medya, E-Rojname, Rojnameya Welat, Welat weşana xwe domandiye. Piştî girtina van rojnameyan jî niha Rojnameya Xwebûnê vê kevneşopiyê didomîn e.

Piştî kovar, rojname û televîzyonan em dibînin ku di warê ajansan de jî sazîbûna rojnamegeriya Kurdî pêş dikeve û rojana hêza xwe mezin dike. Di 4’ê Nîsana 2002’an de Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ava dibe û di demek kin de li bajarên Bakur û metrepolên Tirkiyeyê tora xwe ya nûçeyan berfireh dike. DÎHA jî di sala 2016’an de tê girtin û li şûna wê DÎHABER ava dibe. DÎHABER jî tê girtin vê carê bi Ajansa Mezopotamyayê weşana xwe didomîn e.

Em dinêrin ku di 8’ê Adara 2012’an de Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) ku ajanseke nûçeyan a navenda wê li Amedê ye tê damezrandin. JINHA, yekemîn ajansa nûçeyan a ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi xebatkarên jin xebat û têkoşîna jinê pêş dixe. JINHA jî di sala 2016’an de tê girtin û li şûna wê Şûjin weşanê dike û pişît ku Şûjin jî tê girtin niha bi JinNewsê xebat û têkoşîna jinê ya di ragihandinê de didome.

Di sala 2016’an de jî li dijî Çapemeniya Azad a Kurd û muxalîf êrîşeke mezin pêk hat.  Ajans, rojname, Kovar, televîzyon û radyoyên ku hatin girtin; Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Ajansa Nûçeyan a Jin (JinHa)  Rojnameya Ozgur Gundem, Rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Yuksekova Haber, Rojnameya Batman Çagdaş, Rojnameya Cîzre Postasi, Rojnameya Îdîl Haber, Rojnameya Guney Expres Gazetesî, Rojnameya Prestîj Haber, Rojnameya Urfanatîk, Rojnameya Kızıltepe’nin Sesî, Kovara Tîroj, Kovara Evrensel Kultur, Kovara Ozgurluk Dunyasi.  ÎMC TV, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10, Denge TV, Zarok TV, Ozgur Gun TV, Mezopotamya TV û hwd. YON Radyo, Ozgur Radyo, Radyo Ses, Radyo Dunya, Ozgur Guneş Radyosu, Radyo Karacadag, Radyo Rengîn, Gun Radyo, Patnos FM, Dogu Radyo û hwd.

Li vê derê em pêdivî dibînin ku wekî têbinî destnîşan bikin ku yek ji weşanên Kurdî ya li ser vê kok û kevneşopiyê zêde bûye Ajansa Welat e. Ajansa Welat di 27’ê Mijdara 2024’an de dest bi weşana xwe kir û yekem care ku ajanseke xwerû bi Kurdî weşanê dike ye. Bê guman wekî weşanên din kedkarên wê jî di şopandina nûçe û bûyeran de ji bo rasiyan ragihînin rastî êrîşan tên.

Bêguman ji derveyî van kovar, rojname, tv, ajans û hwd. bi sedan weşan hene ku em nikarin yek bi yek navên wan li vê derê rêz bikin. Lê armanca me ya ku ji bîrxistina van weşanan ewe ku yên rasterast bi êrîş û tundiya dewleta Tirk ve rû bi rû mane. Her wiha van weşanan ku her tim ji ber polîtîkayên dewletê hatine girtin û rastî cezayan hatine. Bi dehan kedkarên vê Çapemeniya Azad hatine girtin û rastî cezayan hatine. Her wiha bi dehan kedkar, nivîskar û rojnamegerên vê Çapemeniya Azadin ku ji aliyê vê dewletê ve hatine kuştin. Ewqas zêde ye ku zehmete mirov di nivîseke wiha de cih bide wan.

Ji Rojnameya Kurdistanê bigire heta niha çapemeniya Kurdî li ser vê hişmendî û bingehê xebatên xwe meşandiye. Çapemeniya Azad wekî duh, îro jî ji ber kar û xebatên xwe yên pîroz ên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê dike rastî êrîşên dewlet û desthilatiyê yên sîstematîk tê. Lê belê her kedkarekî Çapemeniya Azad di wê hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî ya ji bo azadiyê de ye. Lewma jî bi tu awayî gav şûnde navêje, ew al û pênûsa têkoşînê ya Miqdat Mîthat Bedirxan, Apê Mûsa û Gurbeteliyan li erdê nahêlin.

Ji salên 90’î ve ye bi dehan rojnameger ji ber zext, tûndî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk derxistine holê û ragihandine rastî êrîşan hatine û hatine girtin û di îşkenceyên giran re derbas bûne û hatine kuştin. Bi sedan rojnamevan di zindanan re derbasbûne û hêj jî rojnamevan tên giritin. Niha jî bi dehan rojnamevan di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de dîl tên girtin. Em jî wekî şopdarên doza wan bi tu awayî dev ji vê têkoşîna wan bernadin hetanî ku ev têkoşîn bi azadiyê encam bibe.

Post Views: 15
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.