Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
in ROJEV
A A
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Hevseroka KNK (Kongra Netewî ya Kurdistanê) ya giştî Zeynep Murad anî li ser ziman ku KNK’ê bi dîroka damezirandina xwe jî ji bona Kurdan deskeftiyekê dîrokî ye û wiha got: “Yek Kurd jî bimîne , em ê asta karê xwe xurt bikin û rexistinbûnê bidomînin.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di 24’ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê bi amadebûna 700 Kurdistanî û mêvanan hate damezrandin. Ew ji bo ku yekitiya exlaqî ya neteweya Kurd pêk bîne hat afirandin, lê belê parçebûna Kurdistanê di navbera çar dewletan de paşguh nekir; ji bo çareserkirina jihevketin û nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên kurdî de; di nav dewletên heyî de pîvanên hevgirtinê û stratejiyeke hevgirtî ji bo çareseriya demokratîk ji bo pirsa Kurd û li ser asta neteweyî û navneteweyî ji bo pêşdebirina mafê çarenûsî ya gelê Kurdistanê kar bikin.

Di derbarê salvegera damezirandin û xebatên KNK (Kongreya Netewî ya Kurdistanê) de, hevseroka KNK’ê ya giştî Zeynep Murad ji rojnameya me re axivî.

Damezirandina KNK’ê

Komîteya Amadekariya KNK’ê piştî xebata xwe ya çar salan, di demeke yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê herî zêde bûbû de, biryara xwe da ku bi fermî KNKê damezirînin. Ev yekemîn gav di 24’ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê hat avêtin. Piştî vê pêngavê PKK xistin nava lîsteya “rêxistinên terorîst” ew weke “rêxistineke terorîst” hat binavkirin. Di Şibata 1999’an de li ser PKK’ê û Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan komploya Navneteweyî hat destpêkirin û Rêber Abdullah Ocalan hat dîlgirtin û bi awayekî dervîzagonî radestî Tirkiyê hat kirin. Pirsgirêka Kurd a Neteweyî bi şêweyeke ne rewa veguherîbû arîşeyekê tawanê. Li ser vê bûyerê li çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora, li seranserê cîhanê xwepêşandanên mezin û bi hêrs hatin pêkanîn û bi vê şêweyê ji raya giştî ya navneteweyî re hat teqezkirin ku netewebûyîna pirsgirêka kurd bi ser dikeve û her diçe wê bi pêş bikeve.

Avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi dehan salan e ku pêwîstiyeke lezgîn bû. Di dîroka hevdema Kurdan de ev rêxistin, rêxistineke herî mezintir neteweya  bêdewlet a li ser cîhanê ye û di vê bûyerê de nûnertiya xeta siyasî ya mezin kir û li Rojhilata Navîn ji wê demê heta îro jî ew xwedî bandoreke mezin e. Saziyeke berê ya bi navê Parlamentoya Kurdistanê, ya hatibû mişextkirin, gihîştibû armancên xwe. Ji ber vê jî, êdî di nava Kongreyê de pêwîstî bi nûnertiyekê pir zêde ya Kurdan hebû. Bi vê boneyê Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê di 26’ê Îlona 1999’an de hat betalkirin. Di encamê de, di dîroka 24’ê Gulana 1999’an de damezrandina KNK’ê ve cara yekem e ku gelê kurd, di dîroka xwe de li çar parçeyên Kurdistana parçebûyî, li dîasporayê, Kurd li Rûsya û Yekîtiya Sovyetê ya berê, li Ewropa, Amerîkaya Bakûr, Awûstralya û cîhana Ereban, komên olî yên Kurdan (Sunnî, Elewî û Misilmanên Şîî, Êzidî, Ehle-Heq, Mesihî), komên zaravayên kurdî (Kurmanciya bakûr û başûr , dimilî (zazakî), Goranî, Hewramî, Feylî) û gelê Asûrî-Kildanî yên li Kurdistanê ji wê demê ve di yek rêxistineke neteweyî de nûnertiya wan hat kirin.

‘KNK cara yekemîn Kurd li dora hev komkirin’

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad anî li ser ziman ku damezirandina KNK’ê ji bona yekrêzîyê hevî da avakirin û wiha got: “Di 24’ê Gulana 1999’an ve piştî dîlgirtina Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan gav avêtinekê pir girîng hat jiyankirin. Li Hollandayê tevlîbûna 700 kesayatên sîyasî yên her çar beşên Kurdistanê xebat dikin Kongra Netewî ya Kurdistanê hat damezirandin. Armanca sereke ya damezirandina kongrê ev  bû ku ji bona Kurd pêleyekê mezin di nav xebatên serkeftin û yekbûnê de bidin avakirin bû. Sedema din jî ev bû ku weke civaka Kurd û gelên diaspora xwe rexistin bikin. Piştî hevpeymana Sykes Pîcot dabeşkirina Kurdistanê pêwîstî hebû ku xebatên yekitîyê bê meşandin. Ev hevpeymanê bandora xwe li ser siyaseta Kurdan jî kiribû û sîyaseta kurdî jî parçe kiribû. Hewcedarî hat dîtin ku ji bona yekkirin û yekbûyîna Kurdan çareserî bê dîtin û di encamê de jî KNK (Kongreya Netewî ya Kurdistanê) hat damezirandin. Piştî damezirandina li ser asta Kurdistanî ji bona yekbûyîna Kurdan ked û xebatekê mezin hat meşandin, guftugo û nîqaşên cûrbicûr sazî û rêxistinên siyasî re hatin rêvebirin. Di wê serdemê de ji bona gelê Kurd rojên pir zehmet derbas bûn. 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo hat dîlgirtin û gelê Kurd derbasî qonaxeke din bû. Dijminên Kurdan, bi peymana Sykes Pîcot ya ku xaka Kurdistanê dabeş kirin di navbera hev de, hewildan ku bi komkujî û qirkirinan jî Kurdan tine bikin. Piştî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo ev qirkirin û bişaftin gehişte astekê metirsîyê. Li ser wan bingehan  û xweparastina Kurdan jî pêwist dikir ku kurd her derê cîhanê bibin yek. KNK bê rawestan kar û xebatê xwe berdewam kir û hewildan kir ku kurdan bîne qonaxa nû û guhertinekê mezin.”

‘Tevî hemû nakokî û nerînên cûda me hewildan kir ku Kurd Kongra Netewî damezirînin’

Zeynep Murad da diyarkirin ku tevî hemû astengiyan wan kurd hev ciwandine û wiha axaftina xwe qedand: “Dîroka cîhanê de ji aliyên fikrî de nakokî hene û ev xwezayi ya gerdûnê de heye. Lê ev nayê wateya ku em aliyê birdozî de hev cûda ne. Kurdên her çar beşên Kurdistanê ji bona yek armanc û yek zanebûnê têdikoşin û ked didin. Lê wir de, herî girîng parastina berjewemdî û deskeftiyên gelî Kurd e. KNK’ê bandora xwe li siyaseta dewletên hegemon yên ku Kurd bin desthiladariya wan de ne, ya ji bona çareseriya pirsgirika Kurd di asta jorî de jî kir. Lê dîsa jî kêmasiyên ku ne hev hatina kurdan li ser nêrînekê ne hat pêkanîn. Di asta diplomasî û peywendiyên derve jî gavên mezin hatin avêtin. Di navbera endamên kongrê de biryar hat dayîn ku her beşê Kurdistanê de konferansên li ser asta yekîtî û yekrêzî bê damezirandin. Bi saya têkoşîn û berxwedaniya keç û xortên Kurdistanê pir deskeftî hatin bi destxistin, divê erka herkesî be ku ev deskeftî bê parastin. Ev bi damezirandina KNK hat teqezkirin.”

Post Views: 19
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.