Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên huner û wêjeya kurdî

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Ji çiraxên huner û wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Elî Gavan Çirîskeke ronake ku bi salan e pêta wê nayê vemirandin. Hunermend xwedî roleke girîngin di parastina mîrateya çandî û nasnameya neteweyî ya civakan de bi afirandina berhemên hunerî yên ku nûnertiya kevneşopî, bawerî û nirxên çandeke taybet dikin û nîşan didin, ew bi hunera xwe dibin alîkar ku cewhera dîrok, adet û nirxên civakê were girtin û parastin û ev yek dibe sedema misogeriya ku mîrateya çandî ya civakê winda nebe û ji nifşekî bo nifşê were veguheztin.

Dengbêj û hunermendên Kurd di serdem û dehsalên curbecur de derketine, di warê muzîka Kurdî de şopeke bêhempa pêk anîne û têkoşîn kirine ji bo dewlemendkirin, belavkirina wê û parastina nasnameya neteweyî ya civaka Kurdî de. Hunermend Elî Gavan yek ji wan hunermendên Kurd e ku di nava çil salan de bi stranên xwe yên xweş û bi awazên xwe yên şêrîn, bê westandin û rawestandin, heta roja me ya îroyîn nasnameya çanda Kurdî û hunera kurdî ya resen parastiye, wî gelek stranên folklorî, netewî û şoreşgerî pêşkêş kirin e, pê pirtûkxaneya hunerî ya kurdî dewlemend kiriye.

Hunermend û stranbêjê navdar ê Kurd Elî Gavan li gundê Gir Zerkê yê girêdayî bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê, bajarê hezkirin û aştiyê, bajarê aramî û biratiyê, wargehê zanist û çandê, dîdargeha hunermend û helbestvanan di 1/1/1960’î de ji bav û dayikek Kurd (Mihemed û Bendê) hatiye dinyayê. Ew di nav malbateke kurdperwer, welatparêz û xebatkar de mezin bûye, ku ji welat hez dikir û bi nirxên kurdayetî ve girêdayî bû. Malbata hunermend Elî Gavan ji deh zarokan (pênc kur û pênc keç) pêk dihat ew yê herî mezin bû di nav xwişk û birayên xwe de, ku deriyê mala xwe ji tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê re di salên heştêyî yên sedsala borî de vekir û ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê her tiştên giranbuha û bi nirx pêşkêş kiriye.

Ji ber şert û mercên zehmet ên aborî û jiyanê ku malbata wî têre derbas dibû, şansê wî tinebû ku xwendinê bike wek hevalên xwe yên din, lewma di destpêka ciwaniya xwe de di karên zehmet de dixebite ji bo dabînkirina debara jiyana malbata xwe û pêkanîna pêdiviyên wê  yên rojane, lê wî serî li ber qederê neçemand, lewma bêyî ku bikeve dibistanan, bi serê xwe fêrî nivîsandin û xwendinê bû bi her dû zimanên Kurdî û Erebî bû.

Elî Gavan stranbêjekî kurd ê pir navdar e, xwedî cemawerekî mezine, belkî tiştê ku vî hunermendî ji yên din cuda dike ew e ku jêhatîbûna wî ya mezin di pêşkêşkirina stranan de bi awayekî ku dilan geş dike û hestan xweş dike. Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ya ji bo stran û muzîka kurdî di temenekî biçûk de, di deh saliya xwe de destpêkiriye û fêrî bikaranîna bizq û tembûrê bûye.

Hunermend Elî Gavan di sala 1982’an de zewiciye û bavê heşt zarokan (du kur û şeş keç) e. Wî di sala 1979’an de dest bi xwepêşana (mesîra) xwe ya hunerî kiriye bi stranbêjî û ahengan di şahiyên neteweyî, pîrozbahiyên herêmî û dawetên gelêrî de, ji xeynî hunera wî ya di dengbêjiyê de, ew xwedan şiyaneke nivîsandina stranên kurdî û çêkirina stiranan li ba wî heye, ji navdartirîn stranên wî jî ev in:

1-Şêrên Kurdistan

2- Kanya şehîdan Dêrika rengîn.

3-Şengal

4-Kulek di dilê min de ye.

Bi stranên xwe piştgirîya gel û civakê dikir, neheqî û  zordarî rexne dikir û ji ber vê yekê  di nav gel de hijmekar û navdar bû, ji ber ku wî bi stran û hestên xwe dengê wan temsîl dikir. Elî Gavan bi sekna xwe ya li ser sehnê, bi zîrekbûna xwe ya hunerî navdar e û piraniya stranên wî ji gotin û awazên wî û gotinên helbestvanên herêmê yên wek: (Diljan Cûdî, Ebû Fener, Lorî Tildarî, Îsmaîl Lalê, Rêzan Şêxo, Dildarê Mîdî, Bêwar Dêrşewî, Evdî Çaço ,Cuma Êrisî, Ereb Horê, Enwer Naso û helbestvanên din ên kurd in).

Ji stranên wî yên herî navdar evin:

1-Serî Tu Hilde Dêrika Rengîn: Gotin  “Diljan Cûdî “,  awaz  “Elî Gavan.”

2- Roj Êvare: Gotin “Melvan Resûl ” awaz “Arif Sagh”.

3-Rabe Ser Xwe Ey Şêxê min, gotin “Bavê Fener “, awaz  “Elî Gavan.”

4- Ezê Her Bêjim ji Dêrika Xwe re: Gotin “Bêwar Dêrşewî”,  awaz “Elî Gavan”

5-Çi Eywane Me Avakir: Gotin” Dildarê Mîdî, awaz “Elî Gavan”.

6-Haval Harûn: Gotin û awazên Diljan Cûdî.

7-Sozdar Dengê  Te: Gotin û awazên Diljan Cûdî.

8-Sînem: Gotinên Lorî Taldarî, awazê Elî Gavan.

9-Ho Ho Çemê Dîcle: Gotinên Dildari Mîdî, awazê Elî Gavan

10-Soniya: Gotin û awazên Rêzan Şêxo

11-Dunya: Gotin û awazên şehîd Haşim Keleş (Aydin)

12-Sebha Te Bi Xêr: Gotin û awazên Enwer Naso .

13- Hevalno Em Bi werene  Bi dil û Can: Gotin û awazên Enwer Naso.

14-Cejne li Cîhanê: Gotinên Ebdulezîz Heso û awaz ji aliyê Elî Gavan.

15- Keziyê Yara Min: Gotinên Mehsûm Seyîd Haşim û awazê Elî Gavan.

16- Kulîlka Min  Reng Esmere:

Gotin ” Lorî Taldarî” û Awaz “Elî Gavan.”

17- Li ber Dilê Min Tu Pîrekî Ciwanî: Gotin  “Îsmaîl Lalê û awaz ji aliyê Elî Gavan ve.

18-Şêran Berxwedan: Gotin  “Reşîd Mela Elî”, awaz ji aliyê Elî Gavan ve.

19- Evînê Em  Kuştin: Gotin û awazên” Cûma Êrisî”

20-Jîn Çiye Ronî Nebe : Gotinên Xelîl Ebû Yezdo, awaz “Elî Gavan.”

21-Meyzî Li Memşa Van Zeryia: Gotin ” Ereb Horê, awaz ji aliyê Elî Gavan ve.

22- E diburim Şeva Tarî: Gotin ” Ereb Horê” û awaz  ji aliyê Elî Gavan ve.

23-Silav li te û doza te:Gotin û awazên Diljan Cûdî.

24-Newroz: Gotin “Evdî Çaço”, awaz “Elî Gavan.”

25- Birîndarim Dax di dilim:Gotin “Evdî Çaço”, awaz “Elî Gavan.”

Ji bilî stranên wî, çend kilîpên wî yên hunerî hene, ku yên herî navdar ev in:

1-Her Bijî Efrîna Dalal: Gotin û awazên hunermend Mihemed Elî Şakir

2-Ezê Her Bêjim ji Dêrika Xwe re:

Gotinên Bêwar Dêrşewî û  awazên Elî Gavan.

3-Kulek Di Dilê Min Deye: Gotin û awazên Elî Gavan

4-Dunya:Gotin û awazên  Ş: Haşim Keleş (Aydin).

Li gel gelek hunermend û dengbêjên Kurd ên mezin ji koma Berxwedan li Ewropayê beşdarî ahengên netewî û şahiyên niştimanî bûye, wek: (Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Şemdîn, Seyîdxan, Comerd, Bengî Agirí Peywan…hwd.)

Elî Gavan kesayetiyek hunerî ya mezin e û bejneke neteweyî ya bilinde, hunermendek bi dengê xwe yê çiyayî navdar e ku hemû guh û çêjan kêfxweş dike, ew bi stranên xwe yên folklorîk û şoreşgerî navdar bû, heta ku bû yek ji navdartirîn hunermendên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rêya stranên xwe  ku îro ji aliyê zarok û mezinan ve têne gotin, berhemên wî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de rolek zelal û pir girîng lîstine .

Di destpêka gera xwe ya di cîhana muzîk û stranbêjiyê de rastî gelek zehmetî û astengiyan hat û gelek êş û riswa dît û di salên heştî û notî yên sedsala borî de gelek caran li ser textê sehnê rastî lêdanê di hat ji hêla zarokên gelê xwe ve.

dema ku di dawet û şahiyan de stranên netewî û şoreşgerî digotin û pesindana şoreşger û şehîdên azadiyê dikirin ji ber cudahiyên fikr û ramanên xwe û girêdanên xwe yên partîzanî, lê wî karîbû bi biryardarî û îradeya xwe rêya xwe bişopîne û li ber xwe bide, ji ber helwestên xwe yên niştimanî  ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat bin çavkirin û girtin û rastî gef û îşkenceyan hat, lê xwe radest nekir û serî netewand û karê  xwe berdewam kir û gelek stranên rengereng derxistin û 17 albumên muzîkê tomar kirin.

Di navbera evîn, jiyan, şoreş, berxwedan û yên din de, wî ji bo şoreş û azadiyê, ji bo welat û xwezayê, ji bo evîn û jiyanê stran digotin, her wiha ji bo lehengên Kurdistanê û şehîdên azadiyê, ji bo sembolên welat û berxwedanê jî distrande .

Heta niha zêdetir ji dused stranên netewî, şoreşgerî û dildarî (romantîk) pêşkêşî pirtûkxaneya hunerî ya Kurdî kiriye, hîn jî berdewame bi danê di karê xwe yê hunerî bê rawestandin û westandin.

Wî bi stranên xwe yên hêja û bi awazên xwe yên xweş hunera Kurdî dewlemend kiriye û karîbû hebûna xwe di nav civata hunerî û stranbêjiya Kurdî de bi layiqî îsbat bike û navê xwe li ezmanê hunera Kurdî û stranbêjiyê bi tîpên zêrîn binivîsîne .

Ji wî re tendurustî, serkeftinên zêdetir, afirînerî û ronahiyê dixwazim.

Post Views: 115
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.