Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nisrîn Abdulah: Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye

27/10/2024
in Uncategorized
A A
Nisrîn Abdulah: Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Fermandara Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê Nisrîn Abdulah diyar kir ku heger jin parastina xwe li ser mêr û pergaala dewletê bihêle, wê demê ew jin mehkûmî mirnê ye û got; “Heger em nebin xwedî pergaleke xweparastinê, em ê nikaribin hebûna xwe misoger bikin.”

Derbarê rola jin di nava qada leşkerî de û asta têkoşîna wê, yek ji Fermandarên Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê Nisrîn Abdulah bersiva pirsên rojnameya me da û hepeyvîn wiha bû:

Çima sedsala 21’an bi sedesala jinê tê naskirin?

Em çaxekî ji çaxê 21’an em li pey xwe dihêlin, ev çax zemanekî tê de gelek têkoşînên mezin ji bo rêzgariya cîhanî, çewre û mirovahiyê hatiye kirin. Herwiha di vê çaxê de, jin gihiştiye asteke bilind, bi deng û rengê xwe karî li her deverê têkoşîna azadiyê bide teysandin û bi xurtî kar û xebat ji bo vê yekê hate meşandin. Bi baweriya tesbîta ku Rêbertiya me çaxê 21’an kir çaxê Şoreşa Jin. Çaxê ku li hemberî bêwatebûna ku pergala desthilatdar dide pêşxistin, şarestaniya ku 5 hezar salan bi hişmendiya modernîteya kapîtalîst a ku ji hizrê zilam hatiye afrandin xwe dide jiyankirin, têkoşînên mezin jêr gerekin. Lewra li hemberî kiryarên vê hişmendiyê, jin têkoşîna xwe berdewam dike û helwesta xwe jî diyar dike, di heman demê de şoreşa jin îfadeyeke xwe pir bi şînber kir.

Jinên kurd û bi taybetî YPJ’ê çiqasî dikarîbû li hemberî êrişan bibe xwedî helwest?

Ruxmê hemû êrişên qirkirinê ku li ser jinê têne kirin jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, ji ber dem ew deme ku em li hemberî vê zihniyeta qirêj têkoşîna xwe bilind bikin û em bêjin ev dema azadî û şoreşa jin ye. Di heman demê de zemanekî ku meşa azadiyê bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye destpêkirin û bi vê siloganê jî em îro şoreşa xwe birêve dibin. Me jî weke YPJ’ê xwest bi seknekî xurt tevlîbûna xwe ji pêngava jin û jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve, bidin çêkirin, da ku têkoşîna jin bihghêje asta ku karibe bibe afrîneriya cîhan, jiyan û kesayetekî nû. Herwiha ji hemû dema zêdetir jî xwedî wê zanebûnê ne ku pêwîstî bi têkoşînekî girîng heye, ji ber ku şerê cîhanê yê 3‘yemîn niha xwe dide nîşandan û teysandina xwe dike. Şerê cîhanê yê 3’emîn di hemû aliyan de tê kirin, bi rêka tewriyên kirîza û rêbazên wêna ji şerê newewî heta bighêje pêkanînên şerê taybet. Şerê cîhanê ji çewrê heta bighêje jin, ji okremî heta zagonan, ji demokrasî heta nirxên ojena komînan tê kirin û kirîzên giştî dane avakirin. Ev şerê li hemberî jin û civakê tê kirin. Em jî dixwazin di nav vê meşê de cihê bigirin ku dixwaze têkoşîna dijî rêliyalîta şerê cîhanê yê 3’emîn bilind bike û têkoşîna me di vê rewşa tevlîhev û di kirîz de çiqasî bi rêxistinkirî û aktîv be, ewqas em ê karibin serkeftinê bi dest bixin.

Asta xweparastin çiqasî girîng e û rola YPJ’ê di vê yekê de çawa ye?

Em jî weke YPJ’ê di nava hewldanekî mezin de ne, da ku karibin bibin hêzekî pêşeng. jin mil bi mil ala serkeftinê rake. Gelek alî şerê niha tê kirin, navê şerê cîhanê yê sêyemîn lê nakin, lê ev çaxekî têde ev şer tê meşandin û bi taybet ji sale 90’î û vir ve pir berbiçav teysandina xwe dide nîşandan, çiko êş û azarê wêna civak û jin jiyan dike. Em jî bawerin jin û civak di ferqa wê de ne, lewra hewldanên mezin di ortê de derdikevin. Ji ber ev 5 hezar sal in dixwazin hebûna jin bidin windakirin, hebûn û xwebûna wan ji dest wan bigrin û bi sîstematîk pilansaziyên qirkirinê li hemberî wan didin meşandin. Mînakê şînber jî: Şerê ku îro li Kurdistan û Rojava, li Sûriyê, Rûsiya û Ukraniya, Ermenistan û Ezerbîcan, Israîl û Hemas, Israîl û Lubnan tê meşandin, rewşa ku niha li Efxinistanê tê jiyankirin ku dijminatiya jin tê temsîlkirin. Derbeya leşkerî yên ku li di qata Efrîqiya de berdewam dike, rewşa ku li Amerîka Başûr tê jiyankirin, alîkî de rastigirên tundrew ên ku tên ser desthilatdariyan di welatan de, rewşa Iraq, Yemen û Sûdan jî, ji bû wê li kîjan alî meyze dikin koçberî, qetlam, qirkirin, binpêkirin, birçîbûn, nexweşî, weke encamên van kirîzan xwe didin encamdan, em di rewşekî wiha de jiyan dikin. Ci civak û ci jin ji hemû dema zêdetir pêwîste xwe biparêzin, bi taybet jî YPJ’ê di destpêka avakirina xwe de ev mijar bingeh girt. Heger em nebin xwedî pergalekî xweparastin, em ê nikaribin ne hebûn û xwebûna xwe bixin misogeriyê de.

Dengvedana YPJ’ê di nava cîhanê de çawa pêk hat?

Sala 2011’an de şoreşa Rojava hate destpêkirin, jin di nava hewldanekî mezin debû ku vê şoreşê bizîvirîne şoreşa jin û bi fedekarî, ked û têkoşînên mezin, karî di van milan de bibe xwedî sekin û helwest. Îro YPJ’ê di asta hêzên ji bû parastina jin, nirxê civakê û nirxên şoreşê ye, ev yek jî bi saya şehîdan û şervanên ku bûne sozdarên vê armancê. 13’e sal têkoşîn ji aliyê YPJ’ê tê kirin di qada xweparastin de. YPJ’ê rêxistin avakiriye û rehendên ku kar û xebat tê de daye meşandin birêxistin kiriye. YPJ’ê di felsefeya xweparastin de nexşeriyekî pir bi şînber, bi ezmûnên xwe ji hemû jinên cîhanê re diyar kir, ku jin bixistinkirinê kare xwe biparêze. Herwiha şert û mecên ku YPJ’ê têre derbas bûn, êrişên ku li ser hatin kirin, gelek êriş ji aqilê mêr çêbûn, lê sekna YPJ’ê bû bersiv. Ji ber xwediyê wê baweriyê ye ku heger xwe parastin neke, azadî û wekhevî pêk nayê. Sîstema desthilatdar û dewleta netew pir bi dijminî û hoveber bûne, ji ber êdî qada wî lê tê tengkirin, çiqast têkoşîna jin tê bilindkirin qada wê fireh dibe û ya mêr teng dibe. lewra bixweparastin jiyaneke azad were çêkirin, heger jin parastina xwe ji dewlet û mêr re bihêle, wê demê ew jin mehkûmî mirnê ye û em weke jinên kurd vê rastiyê bi deha baştir dizanin, ji ber jinên kurd êrişên dijminê derve û hundir dîtiye.

Parastina jinê li hemberî hişmendiya mêr di çi astê de ye?

Pêwîste em jin di ferqê de bin û ezmûnên xwe baş binirxînin, ji ber dîrokekî 5 hezar sal a têkoşîna jin heye, êşên me jî bûn ezmûn û li ser van ezmûnan bighêjin biryarên siberojê. Herwiha YPJ’ê ezmûnekî şînber a jine. Di heman demê de em nimûneyekî ku li ser pergalekî xweparastin a cîhanî ya jin bidin çêkirin, ji ber ji jinên gelek netewan di nava YPJ’ê de cihê xwe girtine. Di çarçova pernsîp û armancê hevbeş de têkoşîn dan meşandin. Aliyekî din de karî sîstema xwe ya xweser bide avakirin, di xweseriya xwe de xwe perwerde, rêxistin, pêşxistin û enalîzkirin bike, hem bi aqlekî hevbeş ê jin û civakî pilansaziyên xweparastinê pêş bixe. Li pêşiya serkeftina jinê kunên reş li pêşin, lewra divê bi hêz û îradeyek xurt van kunên han derbas bike û madem jin rêxistinkirîne divê di qada siyasî, leşkerî, çandî, civakî, perwerdehî, olî, hunerî û hwd… de kêm nemînin. Jin di nava xwede sînorên desthilatdariyê derbas bikin. Herwiha em xweparastin di gelek milan de digirin dest, heger me karî Neteweya Demokratîk li hemberî netewperestiyê pêş bixin xweparastine, îmana xweparastin li hemberî dînperestiyê xweparastine, pêşxistina jineolojî xweparastine, avakirina konfedralîzma demokratîk a jin xweparastine.

Rêxistinbûyîna jinê çiqasî girîng e?

Zanistiya jin a ku hatiye pêşxistin, îro di asta cîhanî de berbiçave, metirsiyeke mezin di sîstemên desthilatdar de pêşxistiye, lewra ev sîstem di nav hewldanên pêşxistina plansaziya de ne, ji bû jinan bikşînin saziyê xwe, bi taybet di van salê dawî de ev yek pir berbiçave. Îro roj jinan dikşînin artêşan, dikşînin qadê desthilatdariyê, wek Amerîka dixwaze serokê xwe jinekî hilbijêre bi vî rengî jinê dikşîne nav pevçûna desthilatdariyê. Hikumet û partiyên rastgir, nato dixwaze jina bikşîne nav xwe, armanc ew e têkoşîna azadiya jin qelis û bêwate bike, modêleke nû bide derxistin û bikevin bin xizmeta xwe ya hegemonîk de, da ku li gorî bejewendiyên xwe bikar bîne, ev yek jî di çarçoveya istratîcîk tê meşandin, lê ev nabe zemîna parastin jin. Dixwazin her tiştî bi destê jinê bidine kuştin.  YPJ’ê bi xwe jî di nava lêhûrbûneke wiha de ye, lê divê em ji vê yekê agahdarbin, eltirnatîva xwe ji bo avakirina sîstema konfedralîzma demokratîk a jin deyne hole.  Pêwîste jin di her qadî de birêxistinkirî be, da ku parastina xwe bike.

YPJ’ê 13 sal ji têkoşînê li pey xwe hiştiye win vê yekê çawa dinirxînin?

Pêşxistina sîstema demoratîk a jin li cîhanê di çarçoveya istratîciyeke xurt pêwîste, bi vî rengî em dikarin pêşeroja jiyaneke bi ronahî pêş bixin. Lewra di destpêka avakirina xwede wek YPJ’ê me got em dîroka xwe binivîsin û çarenûsa xwe diyar bikin. Pêwîstiyên me bi raperîna jin jî heye, ji bû avakirina sîstema demoratîk a jin. Şoreşa jin dengê xweşbûnê ye, azadî û hizkirina raste, dengê jiyana hizûre em jî wek YPJ’ê di nav vê şoreşê de her tim bibin parçeyek ji hêza afrîneriya van têgehan.

Post Views: 136
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.