Di şexsê şehîd bêrîtan da hemû şehidên tevgera azadiyê bi bêrtinên û bejna xwa li beremberî wan ditewinên hevreyên me Bêrîtan ,Sakîne ,Delal Amed,Leyla Agirî ,Nagîhan Akarsel.
Weke tê zanîn 32 sal derbas dibin di salvegera şehedate rêheval Bêrîtan de ku bu sembola azadî û tekoşinê li dijî xîyanet û berovajîkirina îxanetê malbata berazanîû her wiha
em roja berxwedanê ya gelê xwe û hevrêyên xwe yên ji bo azadî û jiyaneke bi wate bedelên giran dane silav dikin. Rêheval Bêrîtan ku di Gulana 1991’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû, bi hesreta xwe ya ji bo welat, gelê xwe û bi hezkirina xwe ya ji çiya re di demeke kin de karîbû di nava xwe de hêza milîtanî ya ku bi Rêber Apo re bibe rêhevala herî baş ava bike. Heval Bêrîtan a ku bi dirûşma ‘Şoreş kesayeteke bahozî dixwaze’ bi rê ket, bi baweriya jina ku tekoşîn dike wê bedew bibe, karîbû reng û dengê xwe li strana azadiyê zêde bike. Di demeke ku xeta îxanet û hevkariya PDK’ê dixwest şopa xwe ya xayîn bihêle, li dijî xeta îxanetê bû yek ji sembola berxwedana destana azadiyê. Û lehengiya di 25’ê cotmehê de li ser zinarên bilind ên Xakûrkê li dijî îxanetê bedena xwe kir mertal.
Rêheval Bêrîtan ku ala berxwedanê ya bi rûmet li dijî xeta teslimiyet, xayîn-hevkar ya li ser gerîla, partiyê ferz dikir, di 25’ê Cotmeha 1992’an de tevî 144 hevalan bihevre digihijin şehadet ê. Weke Rêber Apo jî dibêje, berxwedana fedayî ya Rêheval Bêrîtan, bi tekoşîna azadiya jin û rêxistina wê derbasê qonaxeke nû kiriye. Bersivdana Rêber Apo ji şehadeta şehîd Berîtan ragihandina artêşbûna jin li ser bingeha bersiveke ji vê mîrasê re pêşketiye. Rêbertî di sala 1993’an de belevokekî ji bo tevgera jin, PKK û gel re serdemeke stratejîk da destpêkirin. Cewherê vê belevokê wisa ye:
‘‘Bang li tevahî şervan û xebatkarên jin dikim’ Divê em weke xebateke dîrokî berê xwe bidin artêşa rizgariya jin. Artêşa rizgariya jin, şerê azadiyê, gaveke di cih de ye. Madem bi hezaran kes hatine cem hev, ev hêzeke mezin ya artêşê ye. Şer dikin û bi çekin, wê demê divê weke artêşekî werin destgirtin. Hem di warê dîrokî de hem jî di warê civakî de jî tê fêmkirin ku ev têrê nake. Pirsgirêkên jinan yên xweser yên ji destpêka dîrokê, civakê digirin hene. Pirsgirêkên wê yên kesayetî, nasnameyî heye, mîna gelê Kurdistanê. Pêwîstiya xwe bi baweriya cewherî, nasnameya cewherî heye, mîna gelê me. Pêwîstiya xwe bi wêrekiyê, dahurandinê, rêxistinbûnê heye, dîsa eynî wek gelê me. Em tenê behsa miletê jin yan jî weke cins rêxistinkirina wê nakin, lê zexta heyî, şertên civakî me neçarê xweseriyê, di rêxistinkirin û şer de hinek din xweser yan jî nêzîkatiyeke taybet kir.
Em îro li ser esasê xeta nirxên ku rêheval Bêrîtan bi ked û sekna xwe ya azad afirandiye, têkoşîna xwe ya azadiya jinê geş dikin, pêşdixin û mezin dikin. Em nikarin bêjin, bêy ku li rastê zehmetiyan werin ev pêşketin çêbûn. Berovajiyê vê hewldan û tekoşîneke mezin hatiye dayîn. Biqasî zehmetiyên vê, pêşketin û destkeftiyên vê jî çêbûn. Di milê hêza xwe naskirina jin de û bi xwe spartina îradeya xwe jiyan kirinê de qonaxeke girîng îfade dike. Tevgera azadiya jin, arteşbûna jin têkoşîna hatiye dayîn hiştiye ku baweriya jin bi xwe çêbibe, girêdanbûna wê ya bi mêr re şikandiye û mêr jî neçarî guhertinê kiriye. Ango bi tekoşînên mezin şehadetên mîna heval Bêrîtan yên giran bûha pêk hatiye. Niha jî di bin emrê wê de bi hezaran gerîlayên jin meşa li çiyê, bi milyonan jin li bajaran li ser xeta wê bi dirûşmeya ‘Yên Şer Dikin Bedew Dibin, Yên Bedew Dibin Azad Dibin, Yên Azad Dibin Tên Hezkirin’ dewam dikin. Em dibêjin, “dem dema Bêrîtanbûnê ye”. Bêrîtanbûn li bajêr, li çiya, li her cihê têkoşînê, li her cihê dilên Apocî lê dide wê serkeftî be û qezenc bike.careke din bangawazîya me ji bo tevahî jinên tekoşer sîyasetmedar ,azadîxwaz ku çawa li rojhilatî kurdistanê di felsefa jin jiyan azadî bilind bû her wiha gelê me yê li başûr kurditanê li dijî îxanet hevkarîya malbata berezanî faşizma dewleta tirk asta tekoşinê û azadî bilind bikin.
MECLISA KONGRA SATR A ROJAVA
2024/10/24