Birûc Resûl/Argêş Gewda/Qamişlo
Desteya Çand û Huner her sal pêşangeha pirtûkan ji bo bîranîna rewşenbîr, têkoşerê şoreşger Şehîd Herekol li dar dixe. Hisên Çawîş di 20`ê Tîrmeha 2016`an de dema li ser erka xwe bû li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê şehîd bû. Şehîd Herekol hewl da çanda Kurdî pêş bixe û xwendina pirtûkan li herêmê teşwîq bike.
Pêşengiha Şehîd Herekol a sala yekemîn
Di sala 2017`an de, Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawîş (Herekol) 1′emîn Pêşengeha Pirtûkan vekir. Her wiha bi dirûşmeya ″Xwendin asoya mirovan fereh dike″. Pêşangeh li hola Zana ya bajarê Qamişlo vebû.
Gelek nivîskar, rewşenbîr, şervanên YPJ û YPG′ê, endamên TEV-DEM′ê û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê tevlî pêşengehê bûn.
Di pêşengehê de pirtûkên Desteya Çand û Huner, pirtûkên Akademiya Civaka Demokratîk, Weşanxaneya Şilêr, Weşanxaneya Dara, Weşanxaneya Hena`i, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrya, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanî, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrîn, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Sûriyê, Komela Çand a Suryanî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) û gelek kesên nivîskar û rewşenbîrên Rojava beşdar bûn; rojname, kovar û pirtûkên taybet hatin pêşkêşkirin.
Di pêşengeha şehîd Herekol ya 1`mîn de, beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û pirtûkên girêdayê jinê hat bi cih kirin, Her wiha pirtûkên şehîd Hisên Şawîş, 3 hezar pirtûkên dîrokî û çandî bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û tirkî jî di pêşengehê de hatin pêşandan.
Di pêşengeha şehîd a sala 1`emîn de, wêneyên 57 cangoriyên teqîna Qamişlo a 27`ê tîrmehê sala 2016`an ku ji aliyê Samir Kalo ve hatine xêzkirin, hatin pêşkêşkirin.
Pêşengiha Şehîd Herekol ya 2`emîn
Di 20`ê Cotimha 2018`an de 2’emin pêşengeha pirtûkan ya Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo hate sazûman kirin. Her wiha pêşangeh li ser 5 rojan dewam kir û têde 17 hezar pirtûk bi 6 zimanan hatin pêşandan.
Pêşengiha Şehîd Herekol ya 3`emîn
Di sala 2019`an de 3`emîn Pêşengeha Pirtûkan a şehîd Herekol li hola Zana ya li Qamişlo bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li dar ket û 6 rojan berdewam kir.
34 sazî, weşanxane, yekitî û komîteyên çandî tevî rewşenbîrên serbixwe ji tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weşanxaneyên ji Şamê, sazî û weşanxaneyên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî, di 3`emîn Pêşengeha Pirtûkan a şehîd Herekol de cih girtin.
Di pêşengiha pirtûkan a şehîd Herekol ya 3`emîn de, hejmara standên pirtûkan gihîşt 34`an, 8 hezar û 500 sernav, 113 hezar kopî hatin pêşkêşkirin. Pirtûkên ku hatibûn pêşkêşkirin ên çandî, siyasî, civakî, helbest, çîrok, kevneşopî, wêje, zanist, felsefe, dîrok, ol û roman bi zimanê kurdî, erebî, ingilizî, suryanî, tirkî û fransî bû.
Di wê demê de, di dirêjahiya 6 rojên pêşengehê de gelek welatî tevî şandeyên leşkerî YPG û YPJ`ê, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyek ewropî û Ereb ên ku tev li çalakiyên komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê bûne, serdana pêşengehê kirin.
Pêşengiha Şehîd Herekol a 4`emîn
Pêşangeha şehîd Herekol a 4`an ku di 20`ê Hezîrana 2020`an de li hola Zana a bajarê Qamişlohat dest pê kir. Gelek weşanxane, yekîtiyên nivîskaran, rewşenbîr û nivîsgeh li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî pêşangehê bûn. Pêşengih li ser 5 rojan dewam kir, her wiha gelek pêkhateyên herêmên cuda Kurd, Ereb û Suryan serdana pêşangehê kirin.
Di 4`emîn pêşengiha şehîd Herekol a pirtûkan de, Gelek welatî, nivîskar û rewşenbîran serdana pêşangehê kirin. li ser bingiha bi dawîkirina 4`emîn ji pêşengiha şehîd Herekol 53 hezar pirtûk diyarî ji mêvanan re hat dayin.
Di heman wextî de Komîteya Amadekar wêneyê Şehîd Herekol radestî dayîka wî kir û pirtûk li beşdarên pêşangehê belav kirin û ji bo çapkirina pirtûkên wan bêpere, navên sê nivîskaran (Salihê Heydo, Xidir El-Hemadî û Konê Reş) pêşniyar kirin. Komîteyê zarokan bi navê Rona Egîd ya çavdêriya beşa pirtûkên zarokan dikir, xelat kir.
Pêşengiha Şehîd Herekol a 5`emîn
Di sala 2021`an de pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol ya 5’emîn li navenda çand û hunerê a Mihemed Şêxo ya Qamişlo hatibû lidarxistin. Di wê salê de xwendekarên Zanîngeha Rojava jî gelek pirtûk bê beranber hatin dayîn, her wiha di pêşengehê de hijmareke zêde welatiyan serdan kirin, di wê demê de ji aliyê Şopdarên Rojê ve belgefilmek li ser kampa Waşûkanî hate pêşandan.
Pêşangeha ku 8 rojan dewam kir ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat birêxistinkirin.
Di pêşangehê de zêdeyî 130 hezar pirtûk, 12 hezar sernav bi mijarên cûda bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, ingilzî û fransî hatin pêşandan.
Di pêşengeha 5`emîn de, di aliyê nivîsandin û xwendinê de hêz û israr hebû. Ji bo nivîskar û helbestvanan pêşangeh gelek girîng bû. Pêşangeha 5`emîn de bi hebûna gelek pirtûkan û bi tevlêbûna gelek çapxaneyan ji hemû parçeyên Kurdistanê û gelek welatên Ereban gelek taybet û cihêreng bû.
Pêşengiha Şehîd Herekola 6`emîn
Di sala 2022`an de 6`emîn pêşengiha pirtûkan a Şehîd Herekol ku li hola zana ya bajarê Qamişlo hat li dar xistin, her wiha li ser asta 7 rojan. Di wê salê de nivîskarên ku beşdarî pêşengehê bûne qala girîngiya wê kirin.
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo yê ku bi 60 sernavên cuda beşdarî pêşangehê bûye wiha got bû:
“Pêşengeh çalakiyeke wêjeyî ya pir xweş e; ziman û çanda me ji gelek salan ve tên bişaftin. Axaftina bi zimanê me wê demê qedexe bû. Îro gaveke xweş û erênî ye ku ji bo parastina dîrok, çand û zimanê Kurdî, bi hezaran pirtûkên Kurdî bi serbestî werin pêşandan.”
Pêşengiha Şehîd Herekol a 7`emîn
Bi diruşmeya “Xwendin Ronahî ye” li hola zana a bajarê Qamişlo 7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku ji aliyê Rêveberiya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Rêveberiya Çandê ya herêma Cezîrê hatibû li darxistin, di pêşxistina çanda xwendin û nivîsê de roleke mezin hat lîstin.
Pêşengiha şehîd Herkol ku di 28`ê Cotmeha 2023`an de detpêkir heya 31`ê Cotmehê de dewam kir. weşanxaneyên ku beşdarî pêşengihê bûn bi giştî hijmaran wan 60 weşanxane bûn, pêwîst bû ku 62 weşanxane be, lê ji ber rewşa ewlekariyê 2 weşanxane nikarîbûn tevlî bibin, her wiha 140 hezar pirtûk di pêşengihê de hatin pêşandan, her wiha 14 hezar nivîs hebûn.
Di salên borî de pêşengeh 8 rojan dewam dikir, lê îsal ji ber rewşa ewlehiyê û domandina êrêşên dagirkeriya Tirk, pêşengehê tenê 4 rojan dewam kir. Ew jî bû sedema ku çalakiyên pêşengê ji yê salên borî kêmtir bin.
Pêşengiha Şrhîd Herekol a 8`emîn
Pêşangeha 8’emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşma “Ka Em Xwendinê Bikin Şêweyekî Jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecih û yên navneteweyî beşdar dibin. Îsal jî 8’emîn pêşangeha şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir û di 22’ê Cotmehê de bi dawî bû..
Di nvan 8 rojan de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar bûn. Herwiha pêşangeh ji aliyê diyaka şehîd Herekol Xedîce Ibrahîm ve hat vekirin.