Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lîstikên Bakcellî û Berxwedana Îmraliyê

23/10/2024
in Uncategorized
A A
Lîstikên Bakcellî û Berxwedana Îmraliyê
Share on FacebookShare on Twitter

Serdar Star

Serokê MHPê Devlet Bahçelî lîstikeke xeternak dilîze û weke bi xwe dibêje ji bona bihêzkirina Tirkiyaye. Axaftina îro hîn vekirîtir kir û behsa mafê hêviyê, hatina Rêber Apo ji bo meclîsê û rûniştina di nava refên Dem partî’ê de kir û piştre jî axaftin li ser çekdanîn, radestkirina rêxistina xwe û bidawîkirin û weke ku dibêje dawî bi terorê bînê.

Dewlet Bakcellî nûnertiya dewleta kûr a li Tirkiyeyê, ya baştir jî dewleta paşperdeyê dike. Yanî tiştên ku ew dibêje ne tenê gotinên Bakcelli, yên ku Tirkiyeyê bi rêve dibinejî. Lewma Erdogan neçar ma ku bêje gotinên Bakcellî yê mine jî.

Çima dewleta Tirk ewqas ditirse, piştî 42 meh çewisandin û astengkirina her cure hevdîtinan, çima dewleta kûr niha diqîre û serî li Rêber Apo dide? Çi krîz û kaosan li Tirkiyeyê hene ku tenê bi çareseriya pirsgirêka Kurd bi dawî dibe?

Tirkiye piştî Îsraîl yek ji pozîsyona herî mezin a NATOyê ye li Rojhilata Navîn û bi Rûsyayê û welatên din ên Rojhilatê re têkiliyên wê yên xurt hene. Berevajî berê, Tirkiyeya Erdogan hewl da ku hem li ser xeta NATO û hem jî  xeta Rûsyayê bilîze, lê hebûna Îranê wek dewleteke hegomonîk li herêmê, şansên siyasî yên Tirkiyê li gel Rûsyayê kêm kiriye, ji ber ku NATO û Amerîka li dijî Îran û Rûsyayê  di nav şer de ne. .

Amerîka dixwaze serkeftinên ku bi  şerê Îsraîl bidest xistiye bikar bîne û îran di sînorê xwe da  teng bike û Lubnan, Sûriye û Iraqê ji dest bistîne, wek ku nexşeya Netanyahu di civîna dawî ya Neteweyên Yekbûyî de nîşan da. Tirkiye endamê NATO û şirîkê Îsraîlê ye li herêmê de, lê ditirse li herêmê bikeve bin serweriya Îsraîlê, ji ber wê jî naxwaze karta kurdan ji dest bide, yan jî karta kurdan bikeve bin destê Îsraîl û Tirkiyê wek ku dibêjin perçe bibe. !!

Tirkiye di şerê li Xezze û Lubnanê de heya niha ti rolek wî tune û li Sûriyê jî bi Esed re bê encam bû. Yanî Tirkiye tenê bi Iraqê re hinek têgihiştin û lihevkirina wan heye. Weke din pozîsyona wê ya siyasî lewaze. Ji ber ku nikarin hevbeşê  projeyên bazirganî yên ku di sala borî de hatine plansaz kirin.

Tirkiye di 22 salên desthilatdariya Erdogan de rûbirûyê qeyraneke mezin a siyasî ya navxweyî bûye û di hilbijartinên şaredariyan de bûye partiya duyemîn. Ji sala 2015’an û vir ve li dijî gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê şerê man û neman, lê bi awayekî vekirî qebûl dikin ku bêçare ne û nikarin tine bikin. Ji dema Împaratoriya Osmanî ya nexweş ve heta niha krîza aborî ewqas xirab nebûye. Em hemû dizanin ku aboriya xirab rengvedana binketina siyasî ye.

Di nav hêzên siyasî yên Kurd de, Tirkiye tenê PDK’ê xistiye bin serweriya xwe û bê îrade kirye û weke kirêgirtî ji xwe re kar tîne, weke din hemû aliyên siyasî xwedan helwest û  îradeya xwe ya birêvebirin, mînak Tirkiye û PDK’ê ev du sal in hewl didin YNKê  bixin bin kontrola xwe lê nikarin.

Baxçelî û devleta Kûr ya Tirkiye dizanin kû di nava 35 salên borî de li derve û li girtîgehê gelek caran bi Rêber Apo re hevdîtin kirine. Ev dewre di sala 1988’an de bi serdana Mehmet Alî Birand û Dogu Perînçek a Geliyê Beqayê dest pê kir û heta 2016 berdewam kir. Di sala 2019’an û bi boneya hilbijartin û şikandina greva mirinê hin hevpeyvîn hatin kirin, lê ji wê demê ve ji bilî peywendiyeke telefonî ya sê deqeyan ti hevdîtin nehatine kirin.

Dewleta Tirk ji derveyî serdema Turgut Ozal di bin navê çareseriyê de dest bi van hevdîtin û qonaxan kiriye. Armanca yekem têkbirina tevgera siyasî û çekdarî ya Kurdistanê ye ku PKK’ê pêşengiya wê dike. Ya ku niha Bakcellî behs dike jî heman naverok e, lê ew dixwaze hilweşîn û dawîhatina rêberê gelê kurd bi xwe bike!! Ji bo vê jî nexşerê bi berfirehî eşkere kir û got, muxateb Ocelane û divê li parlamentoyê ji bo çekdanînê biaxive. Yanî armanc ne çareserkirina pirsgirêka Kurd a sed salî, bi destên xwe bidawîkirin û tinekirina tevgerê ye.

Yên ku şehreza sîyaseta neteweperest û şovenîst a Tirk dizanin dewleta tirk ti carî lewazî û têkçûna xwe qebûl nakin û hîn pêtir gengeşeya tundîyê dikin, lê divê were zanîn ku Bakcellî van tiştan dibêje, dewleta Tirk di rojên xwe yên herî lewaz de ye. Ji ber vê yekê nebe wek hinek kesên bi navê rewşenbîr, rojnamevan û kesayetên watr û axaftin dikin ku dixwazin kêliyek zûtir çek were danîn û gelê Kurd bê hêzên parastinê bimîne. Yan jî hinek ji wan wêdetir çûn û li ser navê Al-Monitor û medyaya navneteweyî axivîn ku prestîja siyasî û exlaqî ya PKK’ê û serokê wê bişkînin. Qaşo rojnamevan in û xwedî pênasîn û nirxandinan in, qasî Bakçelî ku ev 50 sal in dijminatiyê ew tevger û rêbertiya wî wana tevger û serokê wê ye, nas nakin.

Di rewşa îro ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de derfeteke siyasî ji bo gelê Kurd derketiye holê û dikare di qada siyasî de roleke bihêz bilîze,Tevî çeteyên PDK’ê jî. Ji ber ku berxwedana 26 salan a Rêber Apo ya li girtîgehê û nîşandana hemû hêza xwe ya fikrî, bîrdozî û siyasî, wî kiriye muxatabê yekemîn ê guhertina siyaseta Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd.

Ji sala 2018’an heta axaftina Bakcellî hemû hewldanên dewletên hegemonîk û herêmî ew bû ku Rêber Apo li derveyî pêvajoya siyasî bihêlin, bi gotineke din Tevgera Azadiya Kurdistanê parçe bikin. Lê weke ku hûn jî dibînin, neçar in ku yekane muxatabê esas bigirin Rêber Apo. Ev jî destpêka serkeftineke din e ku divê her kurdekî azadîxwaz û xwedî helwesteke netewî û demokratîk piştgirîya wê bike.

Eger dewleta Tirk dixwaze parlamentoya xwe bike sernavê çareseriyê, divê pêşî pirsgirêka Kurd qanûnî bike, piştre bi qanûnê Rêber Apo ji girtîgehê derxîne, piştre jî bi qanûnê dest bi qonaxa diyalog û muzakereyan bike. Helbet eger mebest çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiya civakî be, parlamentoya Tirkiyê dikare wê rolê bilîze, lê metirsî li ser niyeta siyasî ya Bakcellî û dewleta kûr heye. Divê gelê Kurd bi hestiyar nêzî qonaxê bibe. Yanî mîna lîstika Bakcelli, her tişt di kêliyekê de naqede.

Post Views: 143
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.