Ayşa Silêman/ Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina wê ji bajarê Serêkaniyê re bû sedema ku gelek zarok ji siberoja xwe dûr bikevin û rastî gelek astengiyan hatin, piraniya wan ji bona debara jiyanê neçar man dev ji dibistanên xwe berdin û bi malbata xwe re alîkariyê bikin.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2019 ’an ve SerêKaniyê dagirkiye û heya roja îro êrîşên wê berdewamin, ev sûcên dijmirovî li pey xwe bi dehan dayîkên kezeb şewitî, zarokên sêwî hiştin, herwiha bi dehan jin hatin revandin, dest danîn ser mal û milkên gelek kesan lê tevê vê yekê jî hertim saziya mafê mirovan û netewên yekbûyî bêdeng dimînin û tu bertekê nîşan nadin.
Di derbarê êşa ku xelkê Serê kaniyê kişandin ji ber koçberiyê zarokên bi navê Rîda Salih û Kefa Amir ji Rojnameya me re axivîn.
Çîroka Rîda Salih
Rîda Salih diyar kir ku temenê wî 9 salî ye xelkê Serêkaniyê ye û sedema dagirkirina dewleta Tirk ji mal û milkên wan re, ew û malbata xwe ev nêzî 5 sala ye di kampa Waşokanî de bi cih dibin. Bûyera şer qet ji bîra wî naçe, çawa ku dengê tang û topan tirsek xist dilê wî de û bandor li tenduristiya wî kir heya demekî jî nedikarî ji dayîka xwe veqete ji tirsa û wiha got:” Bavê min li ser erebeyê kar dike, di heman demê de ew û apên min di hundirê kempê de dikanek piçûk vekirine da ku em bikaribin debara jiyana xwe bikin, nêzî du salan bû birayê min karê vê dikanê dida meşandin, lê ji ber ku birayê min nizane bixwîne û binvîse gelek astengî didîtin, loma ez neçar mam ku dev ji dibistanê berdim û şûna birayê xwe kar bidim meşandin da ku di milê madî de bikaribim alîkariya malbata xwe bikim. Herwiha ez tiştên vê dikanê diçim ji sûka Hal tînim gelek bazirgan bi bihayekî giran difroşin min ev dibe astengî pêşiya min ku ez nikarim hemû pêwîstiyên dikanê bînim. Hêviya min ew e ku nêzîktirîn dem de em vegerin mala xwe da ku ez bikaribim carek din li dibistana xwe vegerim û xwendin nemîne hisret di dilê min de, ez jî wek hevalên xwe siberojeke min jî hebe.”
Çîroka Kefa Amir
Kefa Amir da zanîn ku temenê wê 9 salî ye malbata wê ji 9 kesan pêk tê ew jî xelkê SerêKaniyê ne û di kempa Waşokanî de bicih dibin, di malbata wan de tenê ew û xwîşkeke xwe diçin dibistanê, xwişk û birayên wê yên din jî karên cûrbecûr dikin û wiha got: ” Di demsala zivistanê de em rastî gelek pirsgirêkan tên yek ji wan jî rêye ji ber ku rê hemû dibin herî û golên avê em di rewşek zehmet re derbas dibin heya ku em dighin dibistanê. Di dibistanê de mamosteyên me gelek başin û em gelek rehetin bi wan re. Daxwaza me ew e ku em vegerin SerêKaniyê, ji ber ku ew cih û warê meye, êşa koçberbûnê ji hişê me dernakeve, her gava ku em tavêjin em hêviya vegerê dikin.”