Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girêdana hest, helbest û heqîqetê bi jinê re

23/10/2024
in Uncategorized
A A
Girêdana hest, helbest û heqîqetê bi jinê re
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

  1. Rexnedayîn

 Eger mirovek rabe û li ser jinê û lî ser hest û ramana wê nivîs binivîse, tişta ewil mirov bike, rexnedayîneka kûr e. Ji ber vê jî, ez berî her tiştî di kesayetîya dayîka xwe da, nexnedayana xwe didim hemû jinên ku bi çand û eslê xwe ve girêdayî mane.

  1. Wateya peyva jInê

Em wek zindî hemû ji dayîka xwe çêbûne (bê îstîsna) ev çi  mirov dibin, çi nebat dibin çi jî ajal dibin. Yanî jin bingehê hebûne ye. Hebûnekê bê jin ne mimkûn e. Cihê jin lê heye li wir jîyan heye, cihê ku jin lê tine be, jîyan bi sînor e. Di vir da gotina Rêber Apo tê bîra mirov. “Jin Jîyan Azadî” cihê jin lê heye li wir azadî heye, li wir wekhevî heye, li wir edalet heye. Ji ber ku ev têgihên azadî, wekhevî, edalet, wijdan, exlaq û hwd ji alîyê jinê ve hatine û civakê jî xwe li ser wan têgihan birê ve birî ye. Jin zimanê gerdûnê temsil dike. Ji ber ku bi jinê ziman tê nas kirin. Şoreşa duyem a herî mezin, şoreşa ziman e. Ê ev şoreş jî pek anîyê jin bi xwe ne. Berî şoreşa ziman mirovan bi mîlyonan salan bi îşaretan daxwazên xwe hev û du dane fam kirin. Lê jinê bi keda xwe ev şoreş afirand. Ji ber wê jî ziman jin e, jin jî ziman bi xwe ye. Gotinên jîyan, cîhan, bi peyva jinê ve girêdayî ye. Ji bo hê baştir were fam kirin, em xwe berdin bîra dîrokê.

  1. Di dema civaka xwezayî da jin

Jin xwedawend bû. Pîroz bû. Kesekî nedikarî xwe nêzî jinê bike. Her tiştî xwedayetîya jinê pêk dianî. Jê ra totem dihat gotin. Bawerîya destpêkê temsil dike. Totem bawerîya klanê bû. Ê ku klan li ser pîyan dihişt jî jin bû. Ji ber wê jî jin wek xwedawend dihat nas kirin.

Jin bijîşk bû. Ji ber ku bêhtir bi xwezayê ra girêdayî bû. Ji hemû gîyayan derman çêdikirin. Jinê hemû gul û kulîlk nas dikirin. Ji ber vê taybetmendîya wan dema mirov bala xwe bide navê jinan wê mirov rasterast bibîne. Em çend mînakan bidin. Gul, Rihan, Nêrgiz, Berfîn, Nesrîn û hwd. Dema mirov bala xwe dide navên zilaman jî dîsa ji civaka xwezayî tên. Mînak Şêro, Hirço, Mişko, Guryo û hwd. Ji ber ku di wê demê da zilam piranî bi niçîrê ve mijûl dibû.

Jin aborînas bû. Ji ber ku bi çandiyê ra mijûl dibû. Hemû tov nas dikirin. Kîjan demsalê wê çi şîn bibe baş dizanî. Li çi erdî wê çi şîn bibe, wê çawa zûtir mezin bibe û wê çawa û wê kengî were çinîn baş dizanî. Ji aliyê din ve jî jin xwediyê hesib   û kitip bû. Yanî tedbirin xwe yê heftane, mehane û yên salene hebûn. Jin bi edalet bû. Her tişt, ji bo her kesî wek hev par ve dikir. Ji kar heya xwarinê, ji xwarinê heya razanê, ji razanê heya rabûnê, ji rabûnê heya wegirtinê yanî di her alîyê da wek hev û bi edalet nêz dibe. Slogana wê ya jiyanê ev bû: “Yek ji bo her kesî, her kes ji bo yek kesî.” Mînak: Kesên ku kar nekiribana, ji klanê dur tixistin. Ev jî rêgeza wan a wekhevî û edaletê bû. Jin mamoste bû. Ên ku ziman bi klanê dida jîyîn jin bû. Wê zarok xwedî dikirin û wê ziman bi wate dikir. Wê nav li tiştin dihatin dîtin dikir. Dema mirov bala xwe bide beşa zimansazîyê mirov dibîne ku piranîya peyvan mêdar in. Ev jî bingeha xwe ji vê dîroka jinê a bi heybet digire.

Jin xwediyê nêrîna rasteqîner bû. Ji ber vê taybetmendîya xwe, ji zimanê gerdûnê û gerstêrkan fam dikir. Ez ê di vir da bîranîneka xwe par ve bikim, caran dema pîrêka min ji me ra çîrok digotin pir behsa “pîresihr”a dikir. A rastî di çîrokan da tim nebaşî qala jina tê kirin. Ev jî bingeha xwe ji desthilatîya zilam tê. Ji ber ku zilamê desthilatdar hemû çîrokên jinê jê dizîn û yê xwe xistin şûna wê. Mînak: Çîroka Adem û Hewa. Her tiştê dixin sitûyê Hewa. Dibêjin Hewa bûye sedem ku ew ji bihuştê avêtine. Lê dema mirov li rastîya vê çîrokê dinêre yê ku sêv xwarî Adem e. Yanî di vir da çîrok berovajî kirine bi destê zilamê desthilatdar. Mînaka din a herî mirovan têşîne di dema ronesansa rojava da bûye. Di sedsala 16 mîn  de hemû jinên zane ê xwedî bîr û bawerî kom dikin tavêjin nav agir. Ji ber çi? Dibêjin ev li dijî dêrê ne, pîresihr in. Cadû ne û hwd. Em vegerin mijara xwe. Yê ku herî zêde li pey heqîqeta gerdûnê dikeve jin bi xwe ye. Hîs û sezgîyên wê pir li pêş in. Ji ber vê jî pêşdîtinên erênî û yên neyênî ew baştir dibine. Hestên jinê li gor yê zilaman ziravtir û kûrtir in.

Jin bêhtir girêdayî ye. Bi zimanê xwe ve. Bi axa xwe ve. Bi çanda xwe ve. Bi baweriya xwe ve. Bi zanebûna xwe ve. Bi lehengîya xwe ve û bi evîna xwe ve. Eger em çend mînakan li ser van xalan bidin. Em ê waha bînin ziman “zimanê dayîkê”, dayîkniştiman”, “dayîk û ax”, “çanda dayîkê”, “bawerîya dê”, û hwd. Sedema ku jin bêhtir tê girêdan jî ji ber ku wê bixwe ev nirx afirandine. Ji ber vê jî xîyanetê li wan nirxan nake. Û heya dawîyê bi wan nirxan ve tê girêdan.

Di serdema modernîteya kapitalist da jin

Modernîteya kapîtalîst jin kirîye amurekê reklamê. Mirov wexta dakeve li van sûkan dê mirov bibîne ku rewşa jinê ka çawa ye. Li ser her tiştên kirîn û firotinê wêneyê jinê heye. Ji reklama seyaran bigirê heya reklama benîşta, ji wê bigre heya sol û heya cilan tu li ku binêrî tu yî wêneyekê jinê bibînî. Pergala zilamê desthilatdar jin kirîye hezar û yek parçe. Û her parçeyekê wê bahayekê ji ra datîne. Ji por heya enîyê, ji wir heya çav, mijank û birhan, ji wir jî heya difin, lêv dev û çene, ji wir jî heya qirik, sing, zik û pişt e, ji wir jî heya ran, gozek, tilî û neynûkê. Ti dera wê nemaye ku bihayek jê ra nehatîye danîn. Jixwe slogana modernîteya kapitalîst jî ev bû “par bike, qet bike, û birêve bibe”. Êdî ti dera jinê, ne a wê bixwe ye. Ji xwebûna wê derxistine. Êdî ên zilam in desthilatdar in. Wê çawa dixwazin wisa birêve dibin. Mînaka herî berçav şefê dewleta tirk a faşist Erdoxan e. Çi dibêje Erdoxan? “Herî kêm sê zarok” yanî bi vê gotinê destwerdana bedena jinê dike.

Jin kirine amûrekê seksoalîtayê ku bîst û çar saetan xizmeta zewq û sefaya zilamê desthilat û yên bê çand û bê exlaq dike. Di roja îroyîn da bi deh hezaran jin çi li mala giştî çi jî li mala taybet bi vê karê radibin. Modernîteya kapitalist wisa kirîye ku jin êdî derveyê jinê her tişt e. Lê tenê ne jin e. Dewletên hegomon jinê wek amûreka şerê taybet bi kar tînin. Pê malbatan tehdît dikin. Nakokîyê têxin li nav malbatê. Hevberdanê zêde dikin. Da ku hewceyê wê bibin. Bin navê azadîya şexsî da lîberalîzmê pêş têxe. Pergala dewleta netewe, bi her awayî êrîşê cewherê jinê dike. Cewherê wê yê resen jê digirê û çanda xwe ya sexte heya qirikê tejî dike. Hest û ramana wê ya bingehîn tev jê didêze ya xwe a gemar lê dike.

Rejîma kujer û noker zimanê jinê ê dewlemend jê digre û zimanê xwe yê bi çanda arabesk ava kirîye didêyê. Destan, çîrok û helbestê wê yên rastî jê didêze yên nerastî û yên neresenî li şûna wan dadigre. Stran, klam û awazên wê yên bi hezar salî jê distîne yên xwe yên peritî û jihevketî didiyê. A herî esas û girîng Xwedawentîya wê jî distîne û koletîyekê bê dawî datîne li ber piyan. Azadîya wê ya herî giranbiha jê digire û xolamtîyeke beleş û erzan jê ra dixemilîne. Em dikarên van mînakan zêde bikin, lê ji bo mijar pir dirêj û berfireh nebe ez ê derbasî mijara din bibim.

  1. Di civaka modernîteya demokratîk da jin û heqîqet

Jin di civaka modernîteya demokratik de hîmê yekem e. Wekî ku tê zanîn dema mirov xanîyekê lê bike a ewil hîm tê danîn. Ger ku hîmê xanî ne saxlem be xanî wê pir liberxwe nede, dê hilweşe. Lê ger ku hîmê xanî saxlem be, dê qet ew xanî hilneweşe. Dê tim û tim li ser piya bimîne. Ji ber vê jî Rêber Apo jin kir hîmê modernîteya demokratik. Ji ber ku Rêber Apo bawerî da jinê û got: “Dê bikaribe vê barê giran rabike.” Rêber Apo ew hêz di jinê da dît û pişt ra ew hêza heyî hêj bi hêztir kir. Ji ber vê jî Rêber Apo bingehê xanî bi jinê da ava kirin. Ger ku hîm saxlem be dê dîwar jî saxlem be, ger ku dîwar saxlem be dê xanî jî saxlem be, ger ku xanî jî saxlem be dê ên tê da dijîn jî saxlem bin. Jin xwedîyê hêzek bê dawî ne. Lê a girîng mirov bikare wê hêzê bixe xizmeta civakê. Civak bi jinê dibe civak. Civakek bê jin mirov nikare jê ra bibêje civak. Rêber Apo dibêje: “Asta pêşketina jinê asta civakê dîyar dike”. Ji ber vê jî jin civak bixwe ye. Ne zeman dikare bê jin hebe ne jî hebûnek bê jin dikare hebe. Jin hem hebûn û hem jî zeman bixwe ye. Jina xwe ji zîncîrên koletîyê rizgar kirî ew jin dikare hemû pîrozîyên civaka modernîteya demokratîk lixwe bike. Jina ku xwe ji nîrê zilamê serdest û desthilatdar rizgar kiribe ew jin dikare bibe sembol û rûgeha hemû mirovahîyê. Ew jina ku xwe ji hemû kirêtîyên modernîteya kapîtalîst şûştibe, ew jin dikare xwe bigihîne mertebeya heqîqetê ya herî jor fenafillah, nîrwana. Ew jina ku modernîteya civaka demokratîk ji xwe ra bike armanc, bi vê felsefeyê xwe rojane biguhere û bi xwe ra guhertinan çêbike, ew jin dikare bigihêje asta bêmirinîyê. Ji ber ku jinên bi vê armancê ne, ne dimirin û ne jî tine dibin. Ma kî dikare bêje Zîlan, Bêrîtan û Vîyan ne sax in. Ew ji berê saxtir in û zindîtir in. Ew di dil û mejîyê her zîndîyekê da zindîne. Wê her zindî bimînin.

  1. Encam

Jin û Helbest

Jin xwedîyê hestên herî zirav û kûr in. Ma kî zane belkî yê ewil car dahol zirne, tembûr, keman û bilûr dît jin be. Ji ber ku xwezaya jinê bêhtir ji vê ra vekirîtir e. Qirêka jinê yanê awazê jinê ji bo stran û helbestê goncavtir e ji ya zilam zedetir. Dema ku em bala xwe bidene, destanên evînî û yên qehremanîyê her tim jinê li ser zilam stran an jî helbest gotine. Wek destana Mem û Zînê, wek destana Hefse Xanim û Genc Xelîl, wek destana Heso û Nazê, wek destana Şirîn û Ferhad, wek destana Xecê û Sîyamend, wek destana Derwêş û Edul, wek destana Cembelî û Binevş, wek destana Saleh û Nurê û bi dehan ku em navê wan jî nizanin. Dema mirov baş bala xwe bide naveroka van destanan, piranî jin serkêşîya destanê dike. Ji ber vê jî dîyar e ku jin xwedîyê hestên bê dawî û bê zeman û mekan in. Erê, rast e, di dîrokê da nehatine qeyd kirin, lê ev nayê wê wateyê ku jinên dengbêj û helbestbêj tine ne. Ji ber ku ev dîrok ji alîyê zilamê desthilatdar ve hatîye nivîsandin. Lê tevî vê jî di roja me ya îroyîn da bi hezaran jinên helbestvan derketine û bi deh hezaran jî pirtûk nivîsandine. Îro bi hezaran jî bi qehremanî dîsa destanên lehengîyê û qehremanîyê dinivîsînin. Mînakên van ên herî nêz Şehîd Mîzgîn, Şehîd Delîla û Şehîd Vîyan Peyman e. Em bi vê wesîleyê van jinên dengbêj, helbestbêj û stranbêj bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînim.

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.