Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li rojhilata navîn şerê hegemonyayê…(1)

23/10/2024
in Uncategorized
A A
Li rojhilata navîn şerê hegemonyayê…(1)
Share on FacebookShare on Twitter

ABDULLAH OCALAN

‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyek e, û bi giranî navenda lê diqewime cografya Rojhilata Navîn û atmosfera wê ya çandî ye. Em bi tenê li bûyerên li Iraqê diqewimin binêrin û navenda ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ lê gurr bûye temaşe bikin, em ê bibînin ku bûyerên li vir diqewimin têkiliya xwe bi welatekî re nîne. Ji ber ku bûyerên li vir pirr eşkere nîşan didin ku têkiliya wan bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk re heye. Kengî Îran bi temamî bêtesîrkirin, li Iraq û Afganistanê aramî wê pêk bê, Çîn û Emerîka Latîn êdî nebin tehlûke, belkî ev şer bi dawî bibe. Ango ev şer hê li nîvî ye. Dibe ku ev şer bi kêmanî hê deh salên din (li gorî pîlanên dawî û stratejîk ên NATO’yê) dewam bike. Di çarçoveya zanistên civakî de rast nîne ku mirov bibêje, bi awayekî vebirrî wê wisa bibe, lê bi îhtîmaleke xurt wê wisa bibe. Carinan dîplomasî û carinan jî wê şîddet zêde bibe. Bi krîzên ekonomîk ên bi kontrol û dijwar wê destwerdin rojevê. Carinan wê pêşektiya qadan biguhere, lê bi vî awayî yan jî bi awayekî din şer bi giştî wê li gelek qadan pêk bê. Eger ev xwezaya bingehîn a şer li ber çavan were girtin, hingê baştir wê bê fêhmkirin ka çima operasyona 1998’an a li dijî min di çarçoveyeke navneteweyî de hatiye meşandin û çima operasyona herî mezin a Gladîo’ya NATO’yê ye. Bêguman di şerên mezin de timî hêzên hegemonîk bi ser nakevin, gel jî dikarin gelek tiştan bi dest bixin. Heta hêzên hegemonîk ji aliyê sîstemîk ve dikarin têk biçin, gel jî dikarin ji aliyê sîstemîk ve bi ser bikevin. Kengî mirov hûrûkûr analîz bike, bi hêsanî dikare bibêje, ji serweriya sîstematîk a sîstema bi tenê ya hegemonîk a li gelemperiya dinyayê belav bûye, beşek li Rojhilata Navîn pêk tê. Ez dema li ser teoriya şaristaniya navendî xebitîm, armanca min eşkerekirina vê rastiyê bû. Lê mejiyên parçeparçebûyî yên hinek kesokan, dikarin li dîrokê weke parçeyên sekan û bêtêkilî bifikirin. Rastî berevajiyê vê yekê ye. Dîroka gerdûnî rastiyek e, û heta roja me ya îro weke xelekan bi hev ve têkildar e, yan jî weke çemekî sereke qut nabe diherike.

Mirov her yek ji dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn weke walîtiyên sîstemê binirxîne, ev yek wê me zêdetir nêzî heqîqetên civakî bike. Herçiqasî walîtî bibin komarên serbixwe yan jî qraltî, ev yek wê naveroka wan neguherîne. Kêm serbixwetî, zêde serbixwetî dereweke mezin e. Yên vê rastiyê fêhm nekin, piştî heftê salî jihevdeketina Rûsya Sovyetê, Rêveberiya Faşîzma Spî ya di Komara Tirkiyê de, faşîzma reş a dewletên netewe yên Ereb, faşîzma kesk a li Îran, Pakistan û Afganistanê nikarin fêhm bikin. Erê, nikarin ji hev derxin ku li her devera dinyayê qaşo dewletên bi temamî serbixwe çawa ji nişkê ve hildiweşin, reng diguherin, hêzeke mezin a mîna Çînê çawa dibe hêzeke bingehîn a ku kapîtalîzmê li ser piyan digire. Li Rojhilata Navîn dewletên netewe bi şoreşan nehatin damezrandin; ji aliyê sîstema hegemonîk ve hatin avakirin. Armanca bingehîn a van dewletan ew e, gelên xwe li ser navê vê sîstemê bi awayekî herî hişk bikin mêtingeh. Di vê çarçoveyê de bi ser jî ketine. Li dinyayê giştî jî heman pêvajo dimeşe. Li Rojhilata Navîn di binê rewşa kaotîk de ya kûr dibe û bi tenê dikarin bi hovîtî bimeşînin, ev rejîmên mêtingeriyê hene. Di serdema dawî ya neo-lîberal a fînans kapîtalê de tiştên diqewimin wexta gelên herêmê bi temamî mehkûmî bêkartiyê dikin, çavkaniyan diqedînin û hawîrdorê têk dibin, em li rastiyê bêhtir serwext dibin. Li gorî tehlîla dawî, beşê ji sedî deh ê sîstemê yê ku pereyan ji peran bi dest dixe, li ser tevahiya jiyana civakî, ekonomîk û çandî serweriya xwe ava kiriye û ji bo vê serweriya xwe veşêre fanatîzma milletperestî û dînperestiyê timî di rojevê de digire û ev jî ne pêşdeçûna wan welatan û ne jî serxwebûna wan neteweyan piştrast dike. Gel di dîroka xwe de demên xwe yên herî bi felaket dibînin û bermahiyên herî dawî yên çanda civakî di nava çerxên dewleta netewe de têne helandin. Eger em dîrokê rast nexwînin, em nikarin dused salên dawî yên Rojhilata navîn ji hev derxin. Ya pêk hatiye û qewimiye, fetha Osmaniyan, Îraniyan, Cengizxan, bi kurtî ya çi şaristaniyekê nîne. Xwe disipêre sîstema şaristaniya navendî ya ku di warê îdeolojîk, aborî, siyasî û eskerî de ji nû ve bi sazî bûye. Di encama hewldaneke hezar salî de ango ji Sefera Xaçperestan a pêşî ya di sala 1096’an de heta bi Sefera Iraqê ya dawî di sala 2003’an de li ser bingehê avakirina şêwazê kapîtalîst ê Ewrûpaya Rojava bidestxistina sîstema şaristaniya navendî û ji sedsala 16. pêve avakirina hegemonya wê mewzûbehs e. Rojhilata Navîn fêhm nekiriye ku di dused salên dawî de ji aliyê çandî ve çawa hatiye fetihkirin û ji fêhmkirina vê yekê hê jî dûr e. Pirr eşkere, em dikarin vê yekê ji trajediya Saddam Husên fêhm bikin. Di dused salên dawî de qaşo şerên serxwebûnê, çi li ser navê ji nû ve Îslamgiriyê, çi jî li ser navê milletperestiya laîk hatine kirin, ev şer bi xwe şerên pêşdebirina hegemonya kapîtalîst in. Ev rêbaz ango Îslamgirî û milletperestî her yek ji wan weke versiyonên îdeolojiya oryantalîst hatin pêşdebirin û li ser navê kapîtalîzmê kirin ku ew xwe bi xwe dagir bikin û ji bo vê hatin bikaranîn. Sîstema hegemonîk, ji bilî çend şerên pêşengiya wan kiriye, ya rastî, belavkirina sîstema hegemonîk bi van amûrên îdeolojîk û polîtîk (desthilatdarî) bi destê tebeqeyên elît ên çanda Rojhilata Navîn bi xwe pêk anî û pêşde bir. Ev xusûs gelekî girîng e. Eger ev neyê fêhmkirin, ne pêkan e ku mirov rewşa îro ya Rojhilata Navîn ji hev derxe û çareser bike. Ya ji vê jî rasttir ew e, ew ê herêmê bi projeyên sîstema hegemonîk (Projeya 136 Rojhilata Navîn a Mezin) di nava kaosê de bihêlin, û wê hewl bidin li ser bingehê berjewendiyên sîstemê bi xwe, wê analîz bikin û ji nû ve li hev bînin.

Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’ê de êrişeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû, û ya rastî, bi vê êriş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYE’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Rewşa Îranê û dewletên netewe yên din bêhtir bi pirsgirêk e. Jixwe dewletpariziya netewe ya Afganistan û Pakistanê bi awayekî xeternak ketine pêxîrtengiyê. Şerên sedsala dawî yên dewleta netewe belkî jî felaketeke ji bombeya atomê mezintir bi serê van gelan û çandan de aniye. Gelên behsa wan têne kirin, bi komplo, hilweşîn û reşkujiyên ti carî di dîroka xwe de nedîtine rûbirû dibin. Îran her kêlî dibe ku bi felaketa atomê re rûbirû bibe. Çanda Îranê ji serî ve di serî de çanda dewleta netewe bi modernîteya kapîtalîst re pev diçe. Li dijî hêmanên têne ferzkirin hemûyan li ber xwe dide. Şîatiya weke diyardeyeke bêhtir herêmî û dîrokî tê ferzkirin, ji niha ve ji aliyê gelên Îranê ve hatiye fêhmkirin ku milletperestî ye, çêkirineke modernîteya kapîtalîst e, û bi vê maskeyê Şoreşa Îslamî ya Îranê tê pûçkirin, lewma li ber wê radibin. Bûyerên li Afganistan û Pakistanê diqewimin jî cuda nînin. Tevî cambaziyên Hîzbullah, El Qaîde û Talîbanan jî ser rastiyê nayê girtin. Divê mirov ji bîr neke ku ev hersê saziyên bi maske jî ango Hîzbullah, El Qaîde û Talîban ji aliyê dewletên netewe yên xulam ve hatine damezrandin û niha jî li dijî efendiyên xwe yên hegemonîk DYE û Yekîtiya Ewrûpayê weke amûrên şantajê têne bikaranîn da ku ev dewletên netewe yên xulam karibin bêhtir parê bigirin. Ango ev amûrên tevkujî, reşkujî û komployan bi hev re ava kirine da ku pê hevdu terbiye bikin û ji bo para xwe bêhtir bikin li dijî hevdu bi kar tînin. Belkî jî di dîrokê de amûrên evqasî kirêt ên lîstikên komployan nehatine vedîtin. Bi van amûrên lîstikê yên komploger mîna bi darqîtik û pelê bilîzin, gel û çandên wan kuştin. Eşkere ye ku bi van amûran ne li Rojhilata Navîn êdî lingê sîstemê cih digirin, ne jî dewletên netewe yên hevkarên wê ne, diedilin û îfleh dibin. Nexasim Îran, rêûresma xwe ya dewletê ku gelekî kevn e, bi kar tîne û xwedêgiravî yeqîn dike ku wê bi modernîteya kapîtalîst karibe, ya rastî îmajeke wisa dide û li bendê ye ku ji aliyê sîstemê ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî bikaranîna dîrokê, bi herhalî şêweyekî têkçûnê yê herî çavkorî ye. Tevlîhevkirina modernîteyê evqasî bi rêûresma dîrokî û rêûresmê jî evqasî bi modernîteyê re bi herhalî mirov bi tenê dikare bi ‘xasûkiya Ecem’ rave bike. Ji ber van sedeman, heye ku paşeroja nêz a Rojhilata Navîn di ser Îranê re bi gewde bibe û şikil bigire. Bi rastî  Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Milletperestiya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike. Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst ji gelên din bêhtir nas dikin û bi biryar xuya dikin ku stûyê xwe li ber wê xwar nekin. Milletperestiya Şîa ya heyî çiqasî antî-Îsraîlî, antî-Emerîkanî û antî-Rojavayîtiya sexte bike bila bike, bi awayekî demdirêj gelên Îranê wê li modernîteya li gorî xwe bigerin û ew ê nikaribe pêşiyê li vê lêgerîna wan bigire. Heta bi DYE û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe vê helwesta xwe ya bi maske veşêre. Rêûresma dewletê ya Îranê bi hêsanî mînîmalîzebûyînê qebûl nake. Şahtiya Îranê ya di dema modern de jî ji Komarê bêhtir li dijî mînîmalîzekirinê li ber xwe da. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an li dijî sîstema tewazunê û mînîmalîzma dewleta netewe ya bi awayekî xweser li Rojhilata Navîn sînor danîn, helwesteke girîng bû. Ji destpêkê ve li dijî hegemonya Îsraîlê hegemonya xwe ferz kir. Komara Tirkiyê û dewletên netewe yên Ereb rewabûna sîstema dewleta netewe nas kirin ku bi vê Îsraîl pêkan bû, lê Şoreşa Îslamî ya Îranê tevî ku gotin û gavên wê yên hevdu nagirin hene jî statuya hatiye diyarkirin û xêzkirin nas nekiriye, hewl daye hegemonya dijber pêk bîne. Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê. Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne.

Post Views: 61
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.