Dîlan Mulhim/Qamişlo
Şehîd Bêrîtan bû ruh, raman, heqîqet û destaneke nemir. Wê bi eşqa xwe ya ji jiyanê re hêza rasteqîn a jinan a di aliyê rêxistin, şer û jiyanê de nîşan da. Fermandar Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî navê xwe di rûpelên dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de nemir kir.
Bêrîtan bi nasnav Gulnaz Karataş, di sala 1971`an li Bogilan ya Çewlîkê ji dayîk bûye. Gulnaz xwendina xwe ya seretayî û navîn û amedayî li Elezîzê dixwend, lewra dibistana ku Gulnaz lê dixwend lîseya Anadolu a El ezîzê bû ku bi mamosteyên nijatperstî û paşvemayî hatibûn dagirtin. Li van saziyan û dibistanan zêdetir zext û empozekirina sîstemê bi awayekî sîstematîk dihatin birêvebirin. Li van deveran zarok ji neteweya wan ji baweriyên wan dihatin dûrxistin. Elezîzê wê demê cihê başverûtî û nijatparastiya Tirkiyê bû.
Gulnaz di sala 1988`an de zanîngeha Stenbolê beşê zanista Aborî qezenc kir. Ewlekariyên ku li Elezîzê bûn piştî derbeya faşîst a 12’ê Îlonê ji ber nasnameya xwe ya olî hîn zêdetir rastê êrîş û çewsandinan dihatin. Ev jî dibe sedema dilsoziya Gulnaz ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re ku di temenek ciwan de dest pê dike. Ev navgîna bi nakok û aloz di kesayeta Gulnaz de taybetmendiyê berxwedanê ava dike. Her wiha dema Gulnaz tevlî tevgera azadiyê dibe bi dergistiyê xwe re di sala 1990’î de tevlî nava tevgera azadiya Kurdistanê dibin. Lewra ji bo xebatên rêxistinkirina gel, vedigere Tirkiyê û li Stenbolê dest bi kar dike. Gulnaz fêrî zimanê kurdî dibe û di nav gelê kurde tê hezkirin.
Piştî demekê ji xebatên di nava gel de û di heman salê de di encama oprasyonekê li gel hevalê xwe tê girtin. Lê di eşkenceyê de tu tişt li ser xwe nabêje û li berxwe dide û ji ber kêmbûna delîlan demekê di girtîgeha Bayram paşa ya Stenbolê de tê hiştin û piştire tê berdan.
Bêrîtan bi têkoşîna xwe bû nasnameya jina kurd
Gulnaz bi têkoşîn û berxwedaniya xwe bû riya azadiya jina kurd, her wiha li hemberî dewleta tirk têkoşîn û berxwedaniyeke pêhempa nîşanda. Gulnaz di sala 1992 yan de û di encama peymaneke di navbera dewleta Tirk û PDK’ê ya bi armanca tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê, dewleta Tirk dest bi êrişekî leşkerî li dijî gerîlayên li ser çiyayên Kurdistanê dike. Bi hezaran çekdarên PDK’ê tevlî êrişê dibin, Bêrîtan israr dike ku tevlî bersivdayîna vê êrişê bibe û bû yek ji gerîlayên ku ji bo şikandina êrîşên xayinên ku hevkariya dijmin dikin li ber xwe dide. Bêrîtan hêvî ku li çiyayê lêlîkan a Xakûrê li dijî hêzên nûker şer dike û guleyên wê xilas dibin û ji aliyê pêşmergeyan ve tê dorpêçkirin û dixwazin ew xwe radestî wan bike. Lê Bêrîtan xeta berxwedan û rûmetê dihilbijêre. Her wiha şehîd Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992 ’an heta fîşeka xwe ya dawî şer kir ji bo nekeve destê dijmin de xwe ji zinaran avêt. Ev jî dibe ji kevirên bingehîn a artêşbûna jinê û sembola berxwedanê, Bêrîtan felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Rêber Apo temsîl kiriye. Îro jî xeta berxwedan, qirkirin û îxanetê li beramberî hev dimeşin û tekez wê xeta berxwedanê serbikeve. Îro jî bi heman rihî li dijî xeta xiyanet û êrîşên dagirkeriyê li dijî teknîka herî pêşketî û çekên kimyewî gerîlayên azadiya Kurdistane pêşengiyê ji tevahî mirovahiyê re dikin.
Rêber Apo: Bêrîtan xeta jina serhildê re
Şehîd Bêrîtan beriya ku şehîd bikeve û bi rengekî ji xwe bawer û bi cesaretek mezin dixwast jiyana Rêber Apo di nava romanekê de binivîsîne û ji bona vê yekê ji Rêber Apo re Raporê dinivîse. Dema ku Rêber Apo rapora şehîd Bêrîtan dixwîne, bala wî dikişîne ku Bêrîtan pir şarezaye û ji xwe bawere. Rêbertî ji hevalan pirs dike, gelo ev heval kiye ku dixwaze destana, jiyana min xêz bike, hevalên ku hevala Bêrîtan dinasin ji Rêber Apo re qala kesayet û berxwedana wê ya bêhempa dikin. Rêbertî pir xemgîn dibe ku hevaleke wiha wek Bêrîtan şehîd ketiye. Piştî ku bi detayî bûyera şehadeta heval pirs dike û dinase, wiha dinirxîne û dibêje: Bêrîtan xeta jina serhildê re.