Ronaz Silêman/Qamişlo
Di 8’emîn Pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol de jin bi rêjeya ji sedî 25 tevlî bûn, ev rêje ji salên beriya xwe zêdetir bû. Jinan Îsal bi beşdarbûna xwe pêşengeh rengîntir kirin.
Xwedawenda civakê, rê nîşana rastiyê, xwedîkirina nifşan, bedewî û afrîneriya jiyanê jin e. Îro roj jin ji nebûnê ber bi hebûnê ve diçe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gav bi gav civakê ava dike û li pêş dixe, di heman demê de muhra xwe li her qad û zanistê dixe, yek ji wan qadan ku ji bû her mirovî girînge qada zanist û zanebûnê ye. Di vê çarçoveyê de, pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol ku salane tê lidarxistin û îsal di sala xwe ya 8’an li dar ketiye, jin ji sedî 25 cihê xwe di nav de girtiye.
Derbarê tevlîbûna jin di 8’emîn pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol de jinên tevlî pêşangehê bûne ji rojnameya me re axivîn.
Hevseroka Desteya Çandê li Kantona Cizîrê herwiha endama komîteya amadekar li Pêşangeha Pirtûkan a şehîd Herekol a 8’emîn Firyal Çolî diyar kir ku pêşangeh ji bû wan şoreşeke û wiha got: “Me pêşangeh di bin dirûşmeya “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” lidar xist. Ev pêşangeh ji bû me şoreşeke di nava 8 rojan de. Tişta xweş û balkêş di pêşangehê de ewbû ku nivîs û pirtûkên jin bi rêjeya 25 ji sedî pêşangeh xemilandibû, di heman demê de serdanên jin jî, ji bû pêşangehê îsal ji salên bûrî zêde bûn. Jin ne tenê nîvê civakê ne, lê jin bingehê civakê ne û weke ku xwe di her qadî de daye isbatkirin, xwe di qada perwerdekirin û zanistê de daye pêş. Di nava 8 rojan de şoreşa pêşxistina qada xwendinê bû û dema ku em dibêjin şoreş ne wateya ku şoreşa bi çekê ye, ji ber şoreş ne tenê bi rahiştina çekan dibe, bi nivîsandin û xwendinê jî şoreş pêk tê.”
‘Rengê jinê li her derê bidin xuyakirin’
Di heman mijarê de ciwana Efrînî ya navê Ferîda Tarî ku beşê Jineolojî li Zanîngeha Rojava dixwîne pêşangeh li giyanê şehîd Herekol pîroz kir û wiha got: “Ez pêşangeha pirtûkan li giyanê şehîd Herekol û hemû şehîdên azadiyê pîroz dikim û bi taybet li wêjevanê me yê mezin û xwedî felsefe Rêber Apo pîroz dikim. Em wek Akadimiya jineolojî bi pirtûkên xwe yên bi zimanê Erebî, Tirkî û Kurdî beşdarî pêşangehê bûne, di hundirê van pirtûkan de nirxandinên Akadimiya Jineolojî li ser nasnameya mêr hatine kirin û gelek çîrokên cûda cûda di nava van pirtûkan de hene. Têkiliya jin bi pirtûkan re, têkiliyeke pir xurte, ji ber jin xwediyê dîrok û zanistê ye. Bangewaziya min ji hemû jinan re ku xwe di hemû zanistan de kur bikin û pêş bixin, girîngiyê bidin xwendina pirtûkan û berhemdayîna wê, da ku rengê jinê li her derê bê xuyakirin wekî tê xwestin.”
‘Berhemên jin di pêşangehê de sal bi sal zêde dibin’
Di heman çarçoveyê de Rêvebera Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Botan Hoşê eşkere kir ku ew di her 8 pêşangehan de weke Dîwan wêje beşdar bûn û wiha got: “Di her 8 pêşangehan de em wek dîwan wêje pirtûkên me hebûn û me pêşkêş dikirin û tevlî dibûn, him wek weşanxaneya şilêr pirtûkên me yên ku dihatin çapkirin di riya wan de wek alîkar û hevkar tevlî pêşangehê dibûn. Di pêşangehên bûrî de pirtûk û berhemên jinê kêm zêde hebûn, lê di van 2 salên dawî de û bi taybet îsal rêje û berhemên jinê zêde bûn, ev yek balkêşî û kêfxweşiyê dide me. Bi taybet ez jî îsal weke nivîskareke jin bi berhemeke xwe ku kurteçîroke bi navê “Fera Guhar” tevlî pêşangehê bûm, ev pirtûk di sala xwe ya yekê de hate pêşkêşkirin, berî vê pirtûkê jî hin berhemên min hebûn lê wek tecrîbe an berhevkariyê bûn.”
‘Gavên ji demê mezintir bavêjin’
Di heman mabetê de nivîkar Narîman Evdikê diyar kir ku pêwîste gavên jin hîn mezintir bên avêtin û wiha got: “Cihê serbilindahiyê ye ku jin îsal muhra li pêşangehê xistiye û ji salên bûrî bêtir xwe daye pêş, lê em bêjin bi vê yekê em gihiştine armanca xwe na, ji ber tevlîbûna jin gelekî hîn kêm e, lê dema ku em dibêjin pêşketin heye ji salên beriya xwe, ev yek hêviyê li cem me dide avakirin. Herwiha wekî şopandina me ji pêşangehê re ne tenê berhemên jin di pêşangehê de zêde dibin, lê serdanên pêşangehê û hilbijartina pirtûkan jî bêtirî xwe jin in. Di heman demê de di aliyê naveroka nivîsên jinan de hîn asoya fikirên jinên nivîskar ku tê de dihizirin hinekî tenge, ev jî kêmasiyeke me ye, lê pêwîste em li gor serkeftin an pêşketina van çalakiyan êdî xwe li pêş bixin, ev yek gelek kar û xebat jêr divê û gavên ji demê mezintir bavêjin. Ji xwe 2 berhemên min di pêşangehê de hene yek bi nave Berberoj bîranînê gaziyên şer e û ya din jî kurteçîroka bi navê Derî ye li pêşangehê min ew pêşkêş kirine.”