Ayşa Silêman/ Qamişlo
Di 8. Pêşengeha Şehîd Herekol ya pirtûkan de sê kovaran cihê xwe girtin û pêşengeh rengîn kirin. Rêveberên kovarên ku beşdarî pêşengehê bûne diyar kirin ku pêşengeh alaveke di navbera nivîskar, xwîner û weşanxaneyan de ye.
Pêşengeha Şehîd Herekol her sal li bajarê Qamişlo tê li darxistin da ku çanda xwendinê belav bibe. Herwiha derfetê dide herkesî da ku berhemên xwe pêşkêş bike. Îsal jî gelek nivîskar û rewşenbîran berhemên xwe pêşkêş kirin ji nav wan berheman jî kovara Al-Şerq Alewset Aldîmokratî, kovara Lêkolînên Stratejîk û Kovara Şermola jî bû. Derbarê beşdarbûna kovaran di Pêşengeha Şehîd Herekol de, rêveberên kovarên Şermola, Al-Şerq Alewset Aldîmokratî û Lêkolînên stratejîk ji rojnameya me re axivîn.
Kovara Şermola
Rêveber û sernivîskarê giştî yê Kovara Şermola Dilşad Murad da zanîn ku pêşengeha Şehîd herekol cih û roleke wê ya taybet heye û wiha got: “Ev pêşengeh alaveke di navbera nivîskar, xwîner û weşanxaneyan de ye. Di pêşengehê de nivîskar û rewşenbîr hev nasdikin û nîzîkatiyên wan xurt dibin. Herwiha gelek nîqaş di derbarê mijarên wêjeyî, çandî, civakî û siyasî tên kirin. Weşanxane û sazî têde berhemên xwe pêşkêş dikin. Kovara Şermola jî hersal cihê xwe di pêşengeha Şehîd Herekol de digre. Kovara Şermola heya roja îro 23 hijmar derxistine, kovar bi zimanê kurdî û erebî tê derxistin. Piraniya naveroka kovarê wêjeyî û çandî ye, wek nivîsên ramiyar, lêkolîn, herwiha beşê hunerî jî têde heye, di nava xwe de sînema, mozîk, çîrok û helbest jî têde tên weşandin û gelek nivîskar û wêjevanên kurd û ereb cihê xwe têde digrin. Ev pêşengeh derfeteke ji bo kovarê him di aliyê naskirina wê ji nivîskarên nû re him jî ji bo danasîna kovarê ji derdeorê re. tevî hemû astengiyên ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe jî lê dîsa jî pêşengeha Herekol sal bi sal tê vekirin û gavên gelek pîroz tavêje. Di heman demê de tevî ku çanda xwendina pirtûkan kêmbûye jî lê dîsa jî girîngiya pêşengehê heye.”
Kovara Al-Şerq Alewset Aldîmokratî
Nivîskar û endamê Desteya Edîtoriya Kovara Al-Şerq Alewset Aldîmokratî Hesen Zaza diyar kir ku Kovara Al-Şerq Alewset kovareke werzî ye, balê dikşîne ser mijarên siyasî, aborî, civakî û wiha got: ” Naveroka kovarê li ser dozên siyasî, aborî û ser rewşa giştî di Rojhilata Navîn de ye. Ev kovar li Bexdê, Qahîra, Libnan jî derdikeve. Tevlîbûna me sala destpîkê ji vekirina pêşengeha Şehîd Herekol ve heya roja îro ye. Herwiha ev kovar tevlî pêşengehên din jî dibe wek pêşengeha Qahîra ya cîhanî ya pirtûkan û pêşengeha pirtûkan li Urdin jî. Ev kovar li tevahî dewletên Erebî belav bûye, armanc ji vê kovarê ew e ku zelalkirina nêrîna rast û dîtina xeta sêyem ji dozên ku di Rojhilata navîn de, bên dîtin.”
Zaza bal kişand ser naveroka kovarê û wiha got: “Naveroka kovarê li ser pirojeya Netewa Demokratîk û zelalkirina wê ye. Ji ber ku ev piroje çareseriye ji bo giştî pirsgirêkên Rojhilata Navîne. Bingehê Pirojeya Netewa Demokratîk azadiya gelan e, dema ev azadî pêk hat wê demokratiyet ava bibe. Di heman demê de şopînerên vê kovarê gelek in, ev şopîner kesên ku guh didin mijarên siyasî, aborî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Sedema şerê ku di herêmê de çêbû gelek pirsgirêkên aborî derketin pêş ev pirsgirêk bandoreke neyînî li ser gel kir, ji ber vê yekê vekirina Pêşengeha Herekol di rewşek wilo de derfeteke gelek mezin bû. Di heman demê de ev pêşengeh vedibe ji bo şikandina bihayê pirtûkan, pirî caran xwesteka xwendinê heya lê di aliyê madî de pirsgirêk derdikeve. Salên borî xweseteka kirîna pirtûkan gelekî hebû lê par û îsal gelek kême û ew heyecana ji bo xwendinê nema ye.”
Kovara Lêkolînên Stratejîk
Endamê Desteya Rêveber ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Kurdyar Dirêyî diyar kir ku naveroka kovarê lêkolînên siyasî, civakî, dîrokî û analîzkirine û wiha got: “Kovar her sê mehan carekê tên belavkirin û bi du zimana ye him erebî him jî kurdî ye. Here wiha dema lêkolînek gelek girîng hebe em werdigerînin zimanê ingilîzî û belav dikin. Di navendê de du kovar tên weşandin ew jî lêkolînên stratijîkin, naveroka wan kar û xebatên ku navend pê rabûne û girêdayî civakê ne. Ev çar sale em tevlî pêşengeha şehîd Herekol a pirtûkan dibin, armanca me ew e ku em van lêkolînan pêşkêşî xwendekaran bikin, em wek diyarî kovarê didin xwendekaranên ku tên pêşengehê. Di heman demê de jî dema kovara me derdikeve em li ser hemû saziyan jî belav dikin.”