Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hunermendê nemir Tehsîn Taha, di nav hunermendên muzîka kurdî de bi afîrîner û keda ku dayî xwedî cihekî taybet e. Ev hunermendê ku tevahiya jiyana xwe ji bo mûzîka kurdî bê navber derbas kiriye, îro jî bi deng û berhemên xwe ji pêşeroja mûzîka kurdî re dibe çavkanî. Hunermend Tehsîn Taha bi nexweşiya penceşêrê dikeve, piştî salek ji têkoşîna nexweşiyê di 28’ê Gulana 1995’an de koça xwe ya dawî dike.

Hunermend Tehsîn Taha di sala 1941’an de li navçeya Amediyê ya bajarê Dihokê ji dayîk bûye, ew hunermendekê kurd e, bi deng û stranên xwe yê bi bandor, bi nav û deng bû. Ne tenê di milê stranan de, herwiha di milê şanoyê, xwendin û siyasetê de jî gelek li pêş bû. Li hember zordariya rejîma Baas bê deng nedima û qebûl nedikir. Tehsîn Taha bi nexweşiya penceşêrê dikeve, piştî salek ji têkoşîna li hemberî nexweşiyê di 28’ê Gulana 1995’an de koça dawî dike. Stran û pêvejoya wî meşandiye heya niha bandora wê heye û hemû li ser rêça wî dimeşin.

Çavê huneriyê li Amediyê vebû

Tehsîn Taha, di sala 1941’an de li navçeya Amediyê ya Dihokê ji dayik dibe, di zaroktiya xwe de bi mûzîkê re mijûl dibe, her diçe dengê xwe bêhtir pêş dixe û di sala 1957’an de dema 16 salî ye bi kilama “Aşkere Nakim” bi awayekî profesyonel dest bi jiyana xwe ya hunerî dike.

Di sala 1960’an de li zanîngeha Bexdayê dest bi beşa Hunerên Xweş dike, salên zanîngehê ji bo wî gelek tiştan bi xwe re tîne, hem di warê hunerî, hem jî di warê civakî de Tehsîn Taha di wan salan de gelek tiştan nas dike. Li gel xebatên mûzîkî, Taha di perwerdeya şanogeriyê de jî cih digire û di gelek lîstikan de wek şanoger cih digre. Tehsîn di wan salên xwendinê de li hemberî geşedanên civakî û siyasî bêdeng namîne û li dijî rejîma Baasê di xebatên siyasî de cih digire. Ji ber vê yekê tê binçavkirin û piştre jî ji bo demekê ji zanîngehê tê dûrxistin.Tehsîn Taha li aliyekê hunera xwe didomîne, li aliyê din jî xebatên xwe yên siyasî dimeşîne, di encama vê yekê de di sala 1963’an de tê girtin. Piştî ku efûya giştî derdikeve, ji girtîgehê derdikeve û vê carê zanîngeha xwe diqedîne.

Piştî ku zanîngeh diqede, Tehsîn Taha bi armanca pêşxistina deng û hunera xwe derbasî Mexmûrê dibe û li wir dest bi mamostetiya mûzîkê dike. Di vê pêvajoyê de ji ber naveroka berhem û stranên xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ve tê binçavkirin, lê tu binçavkirin gav ji biryardarî û sekna Tehsîn Taha paşve navêje.

Kar û xebatên hunerî

Salên 1960’an ji bo hunera Tehsîn Taha salên girîng bûn. Ji destpêka 1960’an heya 1970’an di radyoya Bexdayê de nêzî 120 berhemên Tehsîn Taha tên guhdarkirin. Ji bona Taha salên pir giring bûn, lewra di wan salan de ne hêsan bû ku ewqas stranên kesekî di radyoya navdar a Bexdayê dê bên guhdarkirin. Tahsîn Taha di stranên xwe de bi taybet cih dide jiyana li gundan û koçberiyê, lewra rastiya ku li gundan dihat jiyankirin û serdemên jiyana koçberiyê ji bo raste rast bandor li hestên Tehsîn Taha dikir, ew hestên ku dilê wî bi kul dikir jî, wek awaz û lorînan diherikîn zimanê wî.

Di sala 1970’î de dizewice û dibe bavê çar zarokan. Li aliyekî jî bênavber xebatên xwe yên hunerî didomîne. Heya wan salan bi dehan stranan tomar dike û di têgihiştina bi sedan xwendekarên mûzîkê de mamostetiyê dike. Eşqa xwe ya şanogeriyê jî bernade, di navbera salên 1976 û 1979’an di lîstikên bi navê “Robarê Jiyanê, Deriyên Jiyanê û lîstîka Şoreşê” de derdikeve ser dikê û di vî warî de jî hunera xwe pêşkêşî hezkiriyên xwe dike. Di kêliyên jiyana Tehsîn Taha de li gel hilberînên hunerî, sekna wî ya şoreşgerî jî derdikeve pêş. Sekna xwe ya siyasî ku di salên zanîngehê de nîşan dida, di salên 1960’an de bi tevlîbûna rêxistina pêşmergeyan dimeşîne. Di sala 1961’an de li dijî rejîma Baas bi pêşengtiya Mistefa Barzanî di rêxistina pêşmerge de cih digire û şer dike, lê belê piştî ku tevger têk diçe, Tehsîn Taha stranekê bi navê “Ey Felek” dinivîse. Di vê stranê de hunermendê kurd hestên xwe yên li hemberî vê têkçûnê dilorîne.

Bi civakê re mijûl dibû

Tehsîn Taha xwedî dengekî delal bû. Dikaribû bi dengê jiyana xweş û dewlemend derbas bike, lê belê baş dizanîbû ku rastî ne ev yek e. Bawer dikir ku kesekî hunermend divê li dijî pirsgirêkên civakî, zilm û zordestiya li ser gel tê meşandin bibe xwediyê sekneke têkoşer. Bawer dikir ku huner encax bi rastiya gel, bi heqîqeta civakê re bi wate dibe û temam dibe, bi vê bîr û baweriyê li gel ewqas binçavkirin, girtin û zehmetiyan li aliyekî hunera xwe dimeşand, li aliyê din jî, têkoşîna xwe ya jiyanake azad û bi rûmet dimeşand, ev sekn û biryardarî hêz û hêvî dida wî, ev hêz û bawerî jî di hilberîna hunerî de ji wî re dibû çavkaniya herî giranbûha.

Tehsîn Taha di jiyana xwe ya hunerî de li gel afirandina bi dehan berheman, bi dengên navdar ên wekî Erdewan Zaxoyî, Elbirt Nayîl û gelek hunermendên din ên kurd re deng dide gelek berhemen û kilaman dibêjin.Di 13’ê Adara 1994’an de Tehsîn Taha wekî gelek caran, dîsa ji bo pêşandineke mûzîkî bi hunermendên wek Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Gulbihar û Salîm Helebî re derbasî Holandayê dibe.

Ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da

Beriya ku qonser bê lidarxistin Tehsîn Taha aciz dibe û wî radikin nexweşxaneyê, li ser vê acizbûnê tê tespîtkirin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye, nêzî salekî li nexweşxaneyê dimîne. Tehsîn Taha li wir di 28’ê Gulana 1995’an de diçe ser dilovaniya xwe. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide, di 4’ê Pûşbera 1995’an de li Dihokê tê oxirkirin.

Di encama keda wî di jiyana hunerî de 8 albomê awazan diafirîne, di van alboman de cih dide bi dehan kilamên wekî ‘Ey Felek, Bêrîvanê, Rabe Cotyar’ di van alboman de gelek stranên ku îro jî ji hunera kurdî re dibin çavkanî, her wiha hêjayî gotinê ye ku gelek navên tirk ên ku xwe wek hunermend nîşan didin jî berhemên Tehsîn Taha dizîne û ji xwe re kirine çavkanî.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
Helbesta Rêber Apo ji zarokên Rihayê re
ÇAND Û HUNER

Helbesta Rêber Apo ji zarokên Rihayê re

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.