Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Kezî û Kolektîva Jinên Sînameger Sefînaz Evdikê diyar kir ku wê Mîhrîcana Nûjiyan di navbera 25-31’ê Gulanê li bajarê Qamişlo bê li darxistin û ji her çar perşeyên Kurdistanê wê jin beşdar bibin, herwiha wê di mîhrîcanê de fîlmên jinan yên ji gelek welatan bên nîşandan.

Mîhrîcana Fîlma Jin a Nûjiyan care yekemîne ku wê bê lidarxistin, di mîhrîcana ku wê di 25’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo bê lidarxistin, ji çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê fîlmên jinan wê bên nîşandan, herwiha wê ji her çar perçeyên Kurdistanê jin beşdar bibin.

Mîhrîcana fîlma jin a Nûjiyan ji aliyê Kezî û Kolektîfa Jinên Sînameger ve di navbera 25-31’ ê Gulanê de wê bê lidarxistin, Herwiha Sînema Jin a Rojava, Hîlala Zêrîn û Kevana Zêrîn jî piştevaniya mîhrîcanê dikin. Di mîhrîcanê de wê semîner û panel werin lidarxistin herwiha wê fîlim û kurte fîlim bên pêşandan.

Derbarê amadekiriyên Mîhrîcana Jin a Nûjiyan, derhêner û Rêveberiya kezî û kolektîva jinên sînameger Sefînaz Evdikê ji rojnameya me re axivî.

‘Mîhrîcana fîlima Nûjiyan care yekemîne ku tê lidarxistin’

Sefînaz Evdikê destnîşan kir ku mîhrîcana filmê Nûjiyan di navbera 25-31’ ê gulanê li bajarê Qamişlo tê lidarxistin û wiha got: ” Mîhrîcana fîlima Nûjiyan care yekemîne ku tê lidarxistin ,fîlim li navenda Mihemed Şêxo û parka Azadî wê bê lidarxistin. Filmê ku beşdarî mîhrîcanê bûne navneteweyî ne ji gelek welatan hatine hilbijartin, belge fîlim, kurte fîlim, fêlimên dirêj hene, derhênerên wan hemû jinin û hemû fîlim wê wergera wan ya kurdî were kirin. Mîhrîcana fîlima jin a Nûjiyan ji aliyê kolektîfa kaziya jinên sînameger ve û hevkariya desteya çandê a Kantona Cizîrê, Sînema jin a Rojava û Hîlala Zêrîn tê lidarxistin.”

 ‘Armanca me ku qadeke azad ji jinên sînameger re ava bikin’

Sevînaz Evdikê diyar kir ku armanca wan avakirina qadeke azad ji jinên sînameger re û wiha domand: “Armanca me ji vê mîhrîcanê ku bingeha temaşekirina fîlm û çîroka jin bê avakirin. Ev fîlmên ku beşdarî mîhrîcanê bûne, çîrok û derhîneriya jinan e, jinan bi hev re  çîrok û rastiya xwe didin xuyakirin. Çîrokên jinan, zehmetî, zor, berxwedan, cesaret, têkoşîn û serkeftina wan me kirine çîrok û me xwest ku li tevahî cîhanê belav bikin.”

 ‘Jin ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê beşdar dibin’

Sevînaz Evdikê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mêvanên ku tevlî mîhrîcanê bibin bi xwe derhînerên fîliman e, wê ji Ewropayê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistan, Libnan û wê ji hundirê Sûriyê jî bên. Kordînetorên mîhrîcana jin a jinên sînameger a Leşbona ew jî tevlî dibin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.