Stêrk Mihemed/Qamişlo
Hevserokê Beşa Berhemên Şînatî Ya Kantona Cizîrê Mitez Ehmed diyar kir ku ew hazirtiyên xwe ji bo wergirtina berhemên mûsimê 2025’an dikin û wiha got: “Hazirî ji bo vekirina navenda wergirtin û kirîna genim tên kirin. Herwiha li gorî wê komîteyên amadekar û rêpêşenderiya çandiniyê wê werin parvekirin li navendên kirîna genim.”
Hazirî û amadekarê ji bo wergirtina musimê çandiniyê yê îsal tê kirin, di wê çarçoveyê de gelek navendên wergirtina genim wê werin vekirin û li gorî wê komîte dê werin avakirin. wekî Komîteya Amadekar, Komîteya Awarte û Rêpêşenderiya Çandiniyê wê werin avakirin. Di encamê de wê Komîteya Awarte li ser asta bajar, kanton û Bakur û Rojhilata Sûriyê hatine avakirin. Herwiha di komîteyên parastinê de saziyên eleqedar yê girêdayî şaredariyê, desteya çandiniyê, hêzên cewherî û hêzên ewlekariya hundirîn wê cihê xwe bigirin. Li aliyekî din xalên ku tîmên agirkujiyê lê werin seknandin hatine diyarkirin û jimarên telîfonên van tîman wê werin belavkirin.
Derbarê hazirtiyên wergirtina berhemên çandiniyê yên mûsimê îsal, hevserokê Beşê Berhemên Şînatî a Kantona Cizîrê Mitez Ehmed ji Rojnameya mere axivî.
‘Gelek amadekarî ji bo wergirtina mûsimê îsal tên kirin’
Mitez Ehmed destnîşan kir ku gelek amadekarî ji bo wergirtina mûsimê îsal tên kirin û wiha got: “Navendên kirîna genim wê li her bajarekê bên vekirin û li gorî wê jî komîte wê werin avakirin, komîteya amadekar, komîteya awarte li ser asta bajar, kontonan û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê werin avakirin, saziyê girêdayî çandiniyê wê werin erkdarkirin, hêzê cewherî û hêzên ewlekariya hûndirîn wê werin erkdarkirin ji bo parastinê. Tîmên Agirkûjiyê wê werin erkdarkirin û cihê ku lê werin seknandin wê werin diyarkirin.”
‘Zehmetiya herî mezin kêmbarîna baranê ye’
Ehmed diyar kir ku zehmetiya herî mezin kêmbarîna baranê ye û wiha domand: “Zehmetiya herî mezin zuhabûn û kêmbarîna baranê ye, îsal barîna baranê gelek kêm bû, ev jî bû sedema zuhabûnê. Berhemên ku hatine çandin li Bakur û Rojhilarê Sûriyê av têrê nedikir ew jî dibe sedema kêmbûna berheman, derfetê avê gelek kêm bûye ev jî dibe sedema zuhabûna erdê û mazot têrê nedikir ji ber ku rûberê erdan li kantona Cizîrê berfireh e, rûber zêdetirî milyonek û sed hezar donim hatibû çandin ji ber vê pêwîstiya wê bi gelek qaseyeke mezin ji mazotê heb û ji bo bikanîna cînetoran, teklîfeya berheman li ser cotkaran zêde bibû.”
‘Ji bo nirxê genim gelek nîqaş û pişniyar hatin kirin’
Hevserokê Beşa Berhemên Şînatî a Kantona Cizîrê Mitaz Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo nirxê genim gelek nîqaş û pişniyar tên kirin, li ser asta kantona Cizîrê me pişniyarê xwe bi komîteya çandiniyê re, bi yekîtiya cotkaran re, aboriya jinê, desteya aborî û çandinî, komîteyên aborî re di nava nîqaşê de bûn ji bo rewşa buhabûnê, plana me ya ji bo pêşerojê ku em bêhtir giraniyê bidin çandiniya sebzeyan ji bo teklîfeya cotkaran careke din werin vegerandin. Hevî dikin ku cotkar bi komîteya me ya awarte û çandiniyê re alîkar bin, eger rewşek awarte derkeve zû agahiyê bidin û wê jimarên telîfonan werin belavkirin ji bo ku em destek bin û bi hev re çandinî û mûsimê xwe biparêzin.”