Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
in NÛÇE
A A
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Îro şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ meşeke girseyî li dar xistin û banaga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ meşek li dar xistin. Di meşê de şêniyên bajarê Dêrikê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Meş bi siloganên ‘Bê serok jiyan nabe, Rêber Apo rûmeta jiyana me ye’ ji qada Azadî dest pê kir û li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mitîngê.

Di destpêkê de bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan hat rawestandin, paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Dempkrat PYD’ê Mûtî’i Omer axivî û wiha got: ” Gelê me yê ku ev 52 sal in li pey tevgera azadiyê û di hemû rojên teng de bedêlên giran dayîn, heya roja îro jî ev gel li ser soza xwe berdewame. Tevî ku ev 27 sal e tecrîd li ser Rêber Apo berdewame û hemû rengê şidetê li ser Rêber Apo pêk tên, lê wî karîbû bi fikir û ramanên xwe li hemberî vê sîstemê raweste. Di heman demê de banga ku Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratîk hemû planên dewletên ku dixwestin gelê kurd tune bikin, vala derxistin. Ji ber ku banga Rêber Apo ne ji îro dest pê kiriye, banga wî ji 1993’an ve dest pê kiriye lê dagirkeriya Tirk ev yek qebûl nedikir, lê piştî hemû cîhanê hêza gelê kurd dît, dewleta Tirk neçar bû ku ji bo vê gavekî ber bi paş ve bavêje. Her kesî navê terorê li PKK’ê dikir lê piştî banga Rêber Apo her kes dibêje Rêber Apo xwediyê pirojeya Netewa Demokratîk e. Dewletên navdewletî pêşwaziya panga Rêber Apo kirin ji ber ku bangewaziya Rêber Apo ya danîna çekê û fesxkirina partiya PKK’ê wek çareseriye ji bo hemû şerên ku diqewime, ji ber ku piradîgma me piradîgma Netewa demokratîk û  biratiya gelan e.”

Meş bi silogana bê serok jiyan nabe û azadiya Rêber Apo azadiya me ye bidawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.