REMEZAN OLÇEN
Di dîroka modern de, çand û huner bi awayekî zêde ji bo tanzîmkirina pergala hegemonî ya kapitalîstî hatine bikaranîn. Theodor Adorno, yek ji avakarên Ekola Frankfurtê ye. Camêr serê xwe pir bi vê meselê êşandiye. Heta berhemekê wî yê bi nave Endustrîkirina Çandê heye ku sernavê vê maqaleyê jî em ji wê berhemê girt. Adorno li ser mezinbûna endustriya çandê re rexneyên girîng dike. Li gorî Adorno endustrîkirina çandê weke rêbaza pûçkirina wê pênase dike.
Ramyarekî din ê ku em ê li ser vê babetê ji fikrên wî sûd bigrin Rêber Apo ye. Rêber Apo di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk cîlda 5’emîn de li ser babeta çandê analîzên kûr dike. Ew emr û temên çandê dibe destpêka mirovahiyê. Çandê bi civak, dîrok û siyasetê re analîz dike. Bi analîzên xwe re rexneyeke nû û tund li ser asîmîlasyonê û xizmeta çanda endustrîkirî dike ku ev pergala kapîtalîst xurt kirine. Heta veguherandine împaratoriyekê bê sînor.
Dîtina Adorno
Di çarçoveya fikrên Adorno de, çand di şiklê hunerê û medyayê de bûye çarçoveya rêxistinê ku jiyanê dike “standardize” û nexweşiyeke modern li ser şexsiyeta mirovan ava dike. Huner tê bikaranîn ji bo domdariya pergala kapîtalîst. Ev pergala han xwe bi hunera çanda endustrîkirî dixe ewlehiyê. Ji lêpirsînên civakê xwe emîn dike û bi vî awayî civakê dike bikirê çand û hunera endustrîkirî. Hunera vê çanda ji esasa xwe dûr ketî dike cureyeke rêbaza kontrolkirina civakê ya bi rêya xerckirin û mezaxtinê.
Bi asîmîlekirina çandê xwe tehkîmkirina îqtîdarê
Beramberî van fikrên Adorno, Rêber Apo dîtina xwe ya çandê wekî çavkaniyeke resen ên xwecihî û azadiyê diyar dike. Li gorî wî, kapitalîzm çandê asîmîlê dike û ew dikare bi rêya medyayê û pergalên edebî, pergaleke ku jiyana civaka têkoşer qirêj dike, peyda bike. Ji bo wî, çand ne tenê huner e, pê re nasname, mêjû û xebata demokratîk e. Van analîzên Rêber Apo têkiliyeke girîng bi civaka Kurd û îradeya çandê ya xweparastî re hene.
Rizgariya ji çanda endustrîkirî
Li aliyekî dîtinên Adorno hene ku mirov dikare ji bo teşxîskirina kapîtalîzm çawa xwe bi çanda endustrîkirî gurçûpêç dike; li aliyê din reçeteya Rêber Apo heye ku ew jî dixwaze civak bi çand û ziman çawa jiyanê demokratîk û azad bike. Yan wê çand li ser asas û koka xwe bimeşe yan jî wê bi hale xwe yê heyî di xizmeta pergala serdest a kapîtalîst de be ku kapîtalîzm pê pûş bikute eyarê mirovahî û civakê.