Diyana Mistefa/Raqe
Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê Konferans di derbarê rewşa Îmraliyê û Rêbertî, pirsgirêkên Rojhilata navîn û Çaraseriyên Rêber Abdullah Ocalan di bin diruşmeya”Çareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe” lidarxistin.
Di Konfransê de endamên yekîtiyên jinên ciwan ên kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê amade bûn. Di konferansê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, rewşa li girtîgeha Îmraliyê, şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine hatin nîqaşkirin.
Konferans bi dayîna semînerekê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Ehmed ve dest pê kir. Buşra dîroka komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, armanca wê, aliyên beşdarî komployê bibûn û qonaxên têkoşîna Rêbertî ya li hemberî komployê şîrove kirin.
Buşra serhildan û çalakiyên pêkhateyên gel ên li hemberî komployê, ji çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” heya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” nirxandin.
Buşra El Ehmed bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan û got: “Rêbertî di analîzên xwe de girîngiyeke mezin daye rizgarkirina jinan ji koletiyê û girîngiya piştevaniya wan di hemû qadên jiyanê de.”
Buşra anî ziman ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengî ji şoreşê re dikin û got: “Di serî de ciwan, divê tevahî jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê mezin bikin.”
Her wiha endama Rêveberiya Perwerdeyê Laleşîn Abdullah, di destpêkê de behsa pêvajoya dîrokî ya bûyerên ku herêma Rojhilata Navîn û cîhan ji sedsala borî heta îro dîtibûn, kir.
Laleşîn Abdullah di dirêjahiya axaftina xwe de her wiha bal kişand ser bandor û encamên nakokiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê li ser rewş û mercên civakên herêmê.
Laleşîn Abdullah di dewama axaftina xwe de rola Rêber Abdullah Ocalan a di vejîna gelê Kurd û gelên herêmê de, piştî tarîtiya bi dehan salan a ku zîhniyeta kapîtalîst a cîhanê bi feraseta netewe-dewletan ferz kiriye, nirxand.
Endama Rêveberiya Perwerdeyê her wiha hewldanên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo guhertina zîhniyeta civakê bi taybet di mijara azadiya jinê de nirxand.
Piştre, derfet ji kesên ku amede re hat vekirin ku nêrîn û pirsên xwe bînin ser ziman, ji wan jî mijara astengiyên civakî ku jinan ji xwendin, kar û beşdariya di jiyana siyasî û leşkerî de bêpar dike. Di dawiya konfransê de encamnameya konfransê ji aliyê Rêvebera yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Dêrezorê Suha El-Saîd ve hate xwandin û dayîn.
Encamname wiha bûn:
– Bilindkirina têkoşîn û xebata şoreşgerî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
– Amadekirina kampanyayên hişyariyê yên têkildarî pirsgirêka Rêberê Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî.
– Vekirina pirtûkxaneyeke taybet ji bo pirtûk û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û xebatên belavkirina pirtûkên Rêbertî.
- perwerdekirina xweser, xurtkirin û sazkirina kursên rewşenbîrî yên girtî û vekirî.
– Çêkirina fîlmên belgeyî û nîşandana wan li kolan û bajaran.
Konferans bi xwendina daxuyaniya dawî ji aliyê hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Reqayê Letîfe El-Hesen bi dawî bû.
Di destpêka daxuyaniyê de ji bo hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û ji bo bidestxistina azadî û aştiyê canê xwe feda kirine silav kir.
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku di şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de rola xwe ya pêşeng bilîzin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêkwere, têkoşînê bidomînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de jî hat xwestin ku jin hînbûna xwe bidomînin, zanînê bi dest bixin û hêza xwe nas bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêyî pêkanîna fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, çaresernekirina krîzên li Rojhilata Navîn nepêkan e û wiha hate gotin: “Ramanê Rêber Abdullah Ocalan banga azadî, aştî û edaletê dike.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwîste xebatên jinên Ereb bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de bên yekkirin û wiha hate gotin: “Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina tecrîdê divê em bixebitin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkwere.”