Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bandora Cih Li Ser Helbestê

21/10/2024
in Uncategorized
A A
Bandora Cih Li Ser Helbestê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Çawa ku cih li ser hemû heyînên gerdûnê bandora xwe heye, li ser helbestê jî bandora xwe heye. Cih ji bo helbestê ristek sereke dileyize. Helbest li gorî cih û mekanê, xwe dikare biguhere û xwe bide guhertin. Eger em werzên salê: Havîn, payîz, zivistan û biharê û demên din, di hindirê rojê da: Beyanî, pişteroj, nîvroj, êvar, şev û nîvşevê bînin bîra xwe; em dê bibînin ku helbest li gorî cih û mekanê lê hatîye nivîsandin, jê bandor dibe. Ji bo hêj baştir, em serwext bibin, em çend mînakan bidin. Ger ku demsala tu tê da bihar be, tu li nav baxçeyek gulan bî, tu dê ji bîhn û rengê wan bandor bibî. Dê ev rewş xwe li ser nivîsandina helbestê dîyar bike. An jî tu li ber kanîyek bî ku ava zelal û cemidî lê ye birûnî, tu dê ji xuşexuşa dengê wê û ji hênikbûna wê bandor bibî.

Her wiha, tu li ser çîyayekî bilind û bi daristan rûnî, li jêra xwe binêrî, tu dê ji bilindbûna wê û ji daristanê bibandor bibî. Ev dîmenên xwezayê, li ser hest û ramana te, bi bandor dibe. Helbesta te jî ji vê rewşê, para xwe ya guhertinê digire. An jî werza tu tê da, werza havînê ye. Eger ku tu li nav zevîyek genim, an jî li nav zevîyek ceh bî, tîrêjên rojê hatine li nîvê asîmanê. Tu dê ji germahî û ji hilma ku ji genim û ceh tê, bandor bibî. Tu dê bibînî ku xebatkar  ji german gêj û mêjo bûne. Ev rewşa rencberên ku vê kela germa hevînê, ji bo parîyek nan, bê navber dixebitin, li ser hest û derûnîya te bibandor be. Îcar dê ev nêzikatîya te ya hestbar, li ser helbesta te jî xwe bide dîyar kirin.

Xweza û Ajal

Em şibandinên xwe berdewan bikin. Ger ku mirov di demsala payîzê da be. Mirov ji ber daweşîna pelên daran ên zer bûyî, bikeve nava xewn û xeyalên kûr û dur. Ev tazîbûna daran dê ji hestên me ra pir tiştan bibêje. An jî dema çavên me bi sivorîyekî bikeve ku ew sivorî qutê xwe yê zivistanê amade dike, dê mirov bikelecantir bike. Ev amadekarîya sivorîyê jî (Sivorî di demsala payîzê da gûzan binerd dike. Ji bo zivistanê bixwe.) yê ku bixwaze dikare pir tiştan jê hîn bibe. A din jî eger ku mirov di nav berfa sipî da be, zivistanê kirasê bûkanîyê lixwe kiri be, serma û seqem pir be, barîna berfê li gel hatina mijê dor û ber tev girtibe, dê ev rewşa han, bi tememî, xwe li hest û ramana me jî bipêçe.

Bikurtasî, her cihek bandorek cuda li ser hestên me dike. Cih dibe sedema pircurebûna hest û ramanên cuda. Cih bixwe nasname ye. Eger ku te li wê derê helbestek nivîsandibe, ew cih dibe nasnameya wê helbestê. Her cih li gorî der û dora xwe, xwedîyê dewlemendîyên cuda ne. Dema mirov van dewlemendîyan jî li helbestê zêde bike, wê hingî çêj û rengê helbestê xweştir bibe. Her cih xwedîyê îlhama cuda ye. Her derek, an jî her cihek, îlhama wê cuda ye. Ev pircurebûna îlhamê jî helbestê ji alîyê wateyê ve dixemilîne û ciwantir dike.

 

Têgihiştin

Dema mirov li cihekî rûne û bêdengîya cîhanê guhdar û temaşe bike, dê mirov pir tiştên cuda kifş bike. Her yek ji wan kifşan, dê ji me ra bibe sedema îlhamên cuda. Hingî mirov bi girîngîya bê dengîyê dihese. Ji ber ku caran bêdengî pir tiştan di hindirê xwe da diafirîne. Bi guhdarkirina dengê şalûl û bilbilan, dengvedana dengê ba û bahozê, bi temaşekirina perperîkên li ser şaxên daran û bîhn kirina bîhna ku ji dilên xwezayê tê, pir tiştan bi mirovan didin zanîn.

Her yek ji van bûyeran, bi sedan, heta bi sed hezar hizrên cuda, di hiş û mejîyê mirovan da, didin ava kirin. A girîng, mirov bizanibe guh û çavên xwe baş veke. Tu tişt tune ye ku cih bandorê li neke. Ji kevirekê heta darekê, ji darekê heta axê, ji axê heta avê, bandorê li her zindîyê dike. Eger mirov di şeveqa sibehê da, here serê banî û bi hilatina rojê binêre, wê tîrêjên rojê, li ser hizir û hestên me, bibe xwedîyê ramanên pir cuda.

Dapîra Min

Ez dê dîsa ji dapîra xwe mînak bidim. Dapîra min, her şeveqa sibehê, berîya roj derbikeve, diçû li ser banî. Li benda hilatina rojê dima. Dema roj hilhatiba jî her du destên xwe radikir jor, berê destên xwe dida alîyê rojê, piştra destên xwe bi rûyê xwe ve dikir. Di heman demê da jî wexta ku êvaran roj diçû ava, dîsa heman tişt dubare dikir. Yanî hem xêr hatina rojê dikir hem jî xatirê xwe jê dixwest. Ev her du hêman jî girêdaneka bi rêya hestan hatîye ava kirin.

Piştra, dema em bi hewara Şengalê ve çûn, min li wir dît ku heman tiştên dapîra min dikirin, li vir jî tên kirin. Min fam kir ku ev rîtûel, ji çanda me ya kevnar ya êzidîyan tê. Ma mirov di şeveka sahîyê da, here serê ban, xwe lê dirêj bike û li heyv û sitêrkan binêre, dê çikas dilê mirov vebe û mirov tiştên baş û binirx ji hiş û mejîyê xwe ra derbas bike!

Manewîyat Ji Dîrokê Tê

Di demên berê da, mirov nexweş diketin. Ew dibirin li ser zîyaretan. Ew cih jê ra dibû sedema başbûna wan kesan. Ji ber ku wan kesan ew der pîroz didîtin. Bawerîya xwe bi wê derê dianîn. Ev bawerîya wan ji wan ra dibû enerjîyek pozîtîf. Bi vê enerjîyê, ew kes baş dibûn. Eger mirov qîmetê bide cih, cih jî vê nêzikatîya te bi başî li te vedigerîne.

Di roja me ya îroyîn da, bi milyonan mirov, diçin serdana Kabe yê. Bi milyonan jî diçin serdanên dêr, mizgeft, qob û goristanan. Ev jî dide dîyarkirin ku bê ka çiqas bandora wan li ser mirovan heye. Mirovên ku bi dil û can, xwe bi helbestê ve dane girêdan, ev der, ji bo wan, qadên îlham û lêkûrbûyînê ne. Ji ber ku ez dê xala pişt vê ra, li ser xala helbest dîn û bawerîyê rawestim, ez dê vê xalê li vir bi dawî bikim.

Helbestkar

Wek encama vê xalê. Cih ji bo helbestkar û wêjekaran pir girîng û bi nirx e. Helbestkar ku bixwaze, dikare ji cihek hişk û vala, bihuştekî  biafirîne. Ger ku helbestkar nexwaze cihê lê bihuşt be jî dê lixwe bike dojeh. Tiştê ku jê tê xwestin, tenê bawerîya xwe bi xwe anîn e. Tu carî helbestkar nikarin ji vê rastîyê birevin.

Pîrozî

Eger mirov cihên pîroz ên gelan destnîşan bike ev in. A yekem: Cihên goristanan in. Bi deh hezaran ên ji bo azadîya welatê xwe, canê xwe kirine dîyarî, îlham û bandorîya herî mezin, mirov ji van leheng û pakrewanan digire. Xewn, xeyal û daxwazên wan, li benda gotin û nivîsandinê ne. A duyem: Mirov dikare wek cihên dîrokî pênase bike. Wek Birca Belek, wek Kelha Dimdimê, wek Surên Amedê û hwd.

Di pêvajoyên pêşdeçûna mirovahîye da, van derên dîrokî pir rista xwe lîstine. Ji bo vê jî ev derana jî pir pîroz têne dîtin. Ev jî dibe sedema lêhûrbûn û lêpirsîna dîrokî. Ji alîyê helbestkar û wêjekaran ve. Wek sêyem: Mirov dikare xwezayê bi giştî bigire dest. Wek çem û kanîyan, wek gelî û zozanan, wek rê û rûbaran, wek deşt û çîyayan, wek av û deryayan, wek mêrg û zevîyan, wek dehl û baxan, wek dar û daristanan û hwd. Ev der dibin cihê moral û cihê hay ji xwe bûnê. Her yek ji van cihan, nêrînek û peyamek cuda dide mirovan. Her yek ji van, bi mirovan ra xeyalê pir cûda didin ava kirin. Her yek ji van cihan, raman û bîrdozîyek cuda, li ser hiş û mejîyê mirovan dide ava kirin. Her yek ji van cihan, çand  û sincekî cudatir dide ava kirin. Li ser jîyana mirovan. Her yek ji van cihan, bi mirovan ra bîr û bawerîyên cuda diafirîne. Her yek ji van cihan, li ser hestên mirovan, tiştên reng bi reng didin ava kirin. Dema ev hemû têne gel hev û du, helbestkar an jî wêjekar, bêhtir rêya xwe dibine û baştir dikare tiştên cudatir derêxe pêşberî xwendevanan.

Mînaka Çarem û ya dawîyê jî cihên dînî ne. Ev lî gorî yên din hêj bêhtir bi bandor e. Lê ez vê xalê li vir pir dirêj nakim. Wek min li jorê dayî dîyar kirin, ez dê di nivîsa pişt vî ra, bi taybetî li ser vî xalê bisekinim. Lê dîsa bi kurtî be jî ez dê çend hevokan bînim ziman. Wek cihên mizgeft, dêr, qob, ocax, perestgeh, zîgorat û hwd. Van cihana ji alîyê tevahî mirovahîyê ve her tim pîroz hatine dîtin. Bawerîya xwe bi van cihan anîne û her tim tewaf kirine. Ji bo van cihan, carna mirovan xwe kirine qurban. Carna jî lawir û carna jî nebat kirine qurban.

Hebûna van cihan ji hebûna xwe girîngtir dîtine. Ji ber vê girîngîya xwe, ev der tim wek cihên lêhûrbûnê, cihê xwedan efû kirinê, cihê rast dîtina rêya xwe û cihê vegerîna li cewherê xwe hatine dîtin. Ji bo vê jî van cihan, li ser her şaneyên dil û hinavên mirovan tesîr kirîye. Di van cihan da, hin kes bûne pêxember. Hin kes bûne feylasof. Hin kes bûne zanyar. Hin kes bûne helbestkar û hwd.

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.